Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye
kurdistani 08:31 PM - 2014-10-21Belgeyên komkujiya bi ser Êzîdiyan de li ber destê ICC ye
Komîta bilind a nasandina komkujiya derheqê Kurdên Êzîdî de û pêkhateyên din ên netewî û olî li Herêma kurdistnaê duh duşemê êvarê li Holanda serdana Dadgeha Ceza a navnetewî (ICC) kir.
Komîtê bi mebesta komkujiya ji aliyê rêxistina terorê DAIŞ bi ser Kurdên Êzîdî de li Şengalê hatî kirin û bi ser pêkhateyên cuda de serdana dadgehê kir û ji aliyê serokê Dadgehê Song Hon Son ve pêşwazî li komîtê hate kirin.
Komîta bilind di civîna xwe de ligel serokê Dadgeha ceza a navnetewî belgeyên tewanên rêxistina terorê DAIŞ li dijî Kurdên Êzîdî encamp dane pêşkêşî dadgehê kir.
Pişt re wezîrê karûbarê şehîdan û enfalkiryan a hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Hacî Salih derbarê bûyer û dîroka tewanên ji sed sala bihurî ve ta roja îro bi gelê Kurd de hatine kirin şîroveyek berfereh pêşkêş kir û bi armanca serdanê ve girêdayî axivî Salih got; Em ji ber keraseteke din a mirovî ku bi ser serê gelê me de hat, hatin ba we, ew jî tewana jînosayd kirina Kurdên Êzîdî ye ku ji aliyê rêxitina terorê DAIŞ ve hate birêve birin.
Û wiha pê de çû: Piştî rêxistina terorê DAIŞ Mûsil dagir kir, êrişeke hov bi ser Şengalê de birin, welatiyên sivîl kuştin, jin û keç revandin û ew weku kole li bazaran firon, destavêtin wan, Salh bang li Dadgehê kir ku keraseta bi ser Şengalê de û Kurdên Êzîdî hatî weku tewanên komkujiyuê (jinosayd ) nas bikin û li dadgehê derheqê berpirsê yekem ê rêxistina terorê DAIŞ, Ebû Bekir Bexdadî de doz bête vekirin.
Ji aliyê xwe ve serokê Dadgehê da xuya kirin ku ew hêvîdare Êraq weku endam beşdarî Dadgeha Ceza ya Navnetewî û rêkefitna Roma bibe û got; Dadgeha Ceza ya Navnetewî bi teybet tewanên dij mirovahiyên û komkujkiyan digre ber destê xwe. Her wiha ji ber tiştî bi ser Êzîdiyan de hatî xemgîniya xwe diyar kir û rê û rêbazên li gel qonaxên yesayî ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê pê rabe eşkere kirin û piştgiya xwe ji doze anî ziman.
Hêjayî gotinê ye ku komîta bilind a nasandina komkujiyên li dijî Kurdên Êzîdî û pêkhateyên netewî û olî yên cuda li Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Mehmûs Hacî Salihe û ji her yek ji wezîrê kar û karûbarên komeleyetî Dr.Mihemed Qadir, berpirsê peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mustafa, sekreterê yesayî ya seroketiya encumena wezîran Amanc Rehîm û kesayetiya Êzîdî Qasin Hesun pêk tê.
PUKmedia / Fuad Osman
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25