Bîranîna Mehmed Uzun
kurdistani 02:35 PM - 2014-10-14Bîranîna Mehmed Uzun
Romanivîsê kurd Mehmed Uzun, di 7emîn mirina xwe de li ser gora xwe, ji aliyê malbat û nivîskarên hevalên wî ve hate bibîranîn. Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe, diyar kir ku heke çi pirsgirêk dernekevin ew ê sala bê Muzeya Mehmed Uzun û Mala Wêjeyê bixin dewrê....
Nivîskar Mehmed Uzun, li goristan Deriyê Mêrdînê ser gora xwe hate bibîranîn. Serokê Komeleya Nivîskaran, rêveber, nivîskar û malbata wî di merasîma bibîranînê de amade bûn. Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe, di axaftina vir de diyar kir ku Mehmed Uzun stêrkekî geş ê wêjeya kurdî ye û gelek berhemên hêja li pey xwe hiştine. Cebe, da zanîn ku bi saya berhemên Mehmed Uzun wêjeya kurdî li cîhanê hatiye naskirin û got ku îro bi hezaran nivîskarên kurd hene û wêjeya kurdî bi pêş ketiye.
Cebe, daxuyand ku wek Şaredariya Bajarê Mezin ew li ser projeyên girîng dixebitin û got ku heke çi pirsgirêk dernekevin ew ê sala pêş Muzeya Mehed Uzun û Mala Wêjeyê vekin.
Yilmaz: Nîşan da ku romana xurt dikare bê nivîsandin
Paşî Serokê Kemeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz bal kişand ser rewşa Kobanî û got, “Me dixwest em bi dilekî xweş Mehmed Uzun bi bîr bînin lê nebû.” Yilmaz daxuyand ku Mehmed Uzun tiştek bi neyarên kurdî daye ispatkirin û got, “Wan digot, wêjeya kurdî tune ye, roman û helbesta kurdî tune. Mehmed Uzun nîşanî cîhanê da ku kurdî heye. Bi zimanê kurdî romanên xurt dikarin bêne nivîsandin.”
Dîken: Uzun dê destana Kobaniyê binivîsanda
Nivîskar Şeyhmûs Dîken jî bi bîr xist ku berî niha 400 salan, di sedsala 17an de Xolotê Cizîrî li dijî artêşa Osmanî û Îraniyan destana Dimdim nivîsand û îro jî hevalên Xanê Lepzêrîn li Kobanî destanan dinivîsin. Dîken diyar kir ku îro Mehmed Uzun sax bûya dê destana Kobanî binivîsanda û got, “Bila rehet razê, gelê kurd çi bi berxwedana xwe çi bi pênûsa xwe wê destanê dinivîsin. İla Mehmed Uzun rehet razê, îro roja hevgirtinê ye, roja yekgirtinê ye.”
Karakoyun: Bo yekitî û ziman dixebitî
Li ser navê hevalên Mehmed Uzun Fahrî Karakoyun destnîşan kir ku Mehmed Uzun ne tenê ji bo wêjeya kurdî heman demê ji bo yekitiya gelê kurd jî dixebitî û got ku xebata wî ya li ser ziman heman demê de xebata ji bo yekitiya kurdan bû jî. Birayê Mehmet Uzun Mahmût Uzun jî aşkere kir ku axa Kurdistanê dîsa di şînê de ye û got, “Heke Mehmed Uzun sax bûya dê li ser Şingal û Kobanî nivîsibûya.”
PUKmedia-Ş-A
hewal ziyatr
-
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
05:22 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
12:23 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
11:16 PM - 2024-04-30 -
Talebanî: Em her hewlek ji bo paşxistina hilbijartinan red dikin
05:58 PM - 2024-04-30
zêdetir tamaşe bike
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
06:25 PM - 2024-05-01
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
04:35 PM - 2024-05-01
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
01:36 PM - 2024-05-01
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
12:14 PM - 2024-05-01
zortrin xwendraw
-
Kurdistan deyndarê kedkaran e
Kurdistan 10:36 AM - 2024-05-01 -
Rêwaz Fayq: Nabe derfeta Hilbijartinê ji dest bidin
Kurdistan 12:14 PM - 2024-05-01 -
Mekteba Siyasî: Karker di refên herî pêş ên tevgera Kurd de bûn
Kurdistan 11:16 PM - 2024-04-30 -
Mekteba Siyasî YNKê di civînê daye
Kurdistan 06:25 PM - 2024-05-01 -
Serok Bafil: Karkirina ji bo bihêzkirina mafên karkeran yek ji erkên Yekîtî ye
Kurdistan 01:36 PM - 2024-05-01 -
Amadekariyên me ji bo hilbijartina berdewam in
Kurdistan 04:35 PM - 2024-05-01 -
Qubad Talebanî: Em ji bo yekkirina mafên yasayî yên kedkaran kar dikin
Kurdistan 12:23 PM - 2024-05-01 -
Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
Kurdistan 05:22 PM - 2024-05-01