Polîtburoya YNK êrişên terorîstî li Qeretepe şermezar kir

kurdistani 12:26 PM - 2014-10-13
Polîtburo ya YNK`ê bi tundî êrişên terorê bi ser Qeretepe de şermezar kir

Polîtburo ya YNK`ê bi tundî êrişên terorê bi ser Qeretepe de şermezar kir

Polîtburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê bi peyamekê، bi tundî êrişên terorê yên îro yekşemê li navçeya Qeretepe pêk hatin û di encamê de hejmark ji pêşmerge, karmendên hêzên navxweû welatiyên navçeyê şehîd bûn bi tundî şermezar kir. Eve deqa payamê ;
Îro yekşemê berî nîvro sê êrişên terorê navçeya Qeretepe kirin armanc, di ecncamê de bêtirî ji 45 kesî ji hêzên pêşmerge, karmendên hêzên navxwe, kadrên rêxistinên YNK`ê li navçeyê , welatî û di nav de jin û zarok şehîd ketin ,her wiha bêtirî 150 kes jî birîndar bûn û pênc avahiyên fermî yên hikûmetê û partiyê  rûxiyan û ziyaneke mezin gihîşt malekê.

Polîtburoya YNK`ê bi tundî êrişên terorê ên bi ser Qeretepe de îro pêk ahtin şermezar dike û ji bo keskûarên şehîdan sersaxiyê dixwaze û ji bo birîndaran hêviya cansaxiyê  bi lez dike.

Ev êrişên xwekujer yên terorîst ku rêxistina terorê DAIŞ da ser xwe , beşekin ji tewanên ev rêxistina terorê  li dijî gelê kurdistanê pêk tîne, di demekê de diyar dike ku çendê ev terorîst hovin, her wiha diyar dike ku  terorîst berve ji hevketinê ve diçin û nema dikarin  êrişên rûbirû encam bidin, ji ber vê yekê serî li êrişên xwekujer didin , ên cudahiyê naxînin di navbera jin,zarok û sivîlan de.

Ev cure ji kiryarên terorê dê ligel xwe vîna gelê me bi hêz bike û moralên hêzên pêşmerge li bereyên şer berz bike, wê ti carî dilê hêzên pêşmerge û gelê Kurdisatnê ji şerê paqijkirina xaka Kurdistanê û parastina gel, demokrasî û aramiyê sar neke û dê wan bêtir nêzî serkeftina pîroz bike.

careke din em pakrawnên di  encama êrişa terorê de jiyana xwe ji dest dane li navçeya Qeretpe silav dikin, hêvîdarin birîndar jî di demeke nêz de cansaxiya xwe bi destbixînin û rabin ser xwe.

Ragihandina Polîtburoya
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
12/ 10 / 2014`e
PUKmedia/PUKpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket