Mela Bextiyar li parlemana Siwêsra semînerek pêşkêş kir

kurdistani 06:13 PM - 2014-09-27
Mela Bextiyar li parlemana Siwêsra semînerek pêşkêş kir

Mela Bextiyar li parlemana Siwêsra semînerek pêşkêş kir

Dost û alîgirên gelê Kurd di parlemantoya Siwêsra de roja pêncşemê li avahiya parlemantoya Siwêsra li paytext Bêrin pêşwazî li berprisê desteya kargêr a  polîtburoya  Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar kirin, ev yekem care di dîroka Siwêsra de ku pêşwazî li kesayetiyek  siyasî ya Kurd tê kirin, her wiha di civîna de biryar hate dan ku yarmentiyên sivîl ligel Herêma Kurdistanê bête kirin.

Di civîna ku bi teybet ji bo ku Mela Bextiyar semînera xwe pêşkêş bike hate lidarxistin, di derbarê helûmercên navçeyê û Êraqê bi giştî û bi teybet a Kurdistanê piştî ku rêxistina terorê DAIŞ derket holê û ligel xwe gelek karesat anî de aliyan nirîn û şîroveyên xwe pêşkêş kirin, Mela Bextiyar ji aliyê xwe ve derbarê navçeyê, Rojhilata navîn, Sûriyê û Êraqê de nirînên xwe anîn ziman û bal kişand ser bi bûyer û kerasetên li ser detê DAIŞ li navçeyê rû dane, her wiha hokar û zemîna ku rêli berê avabûne rêxistineke wer vekir  û ragihandina Xîlafetê ji aliyê rêxistina terorê ve nirxandin û şîroveyên xwe pêşkêş kirin.

Mela Bextiyar wekî di semînera xwe de, li bermber gefên DAIŞ, sedemên rê li ber têk çûna artêşa Êraqê vekir şîrove kir û bal kişand ser bi berxweadana hêzên pêşmerge di şerê rû bi rû de li beremberê rêxistina terorê DAIŞ û cexit li ser wê kir ku  her çendê hikûmeta Êraqê pêşmerge biçek nekir jî, lê Hêzên pêşmerge weku hêzeke rizgarîxwaz bi tundî li berember rêxistina terorê DAIŞ rawestiya û karî di encamê de  gelek deveran ji qirêjiya rêxistina terorê DAIŞ paqij bike. 

Mela Bextiyar ji aliyekî din ve bala parlemanteran kişand ser bi kerasetên li ser destê DAIŞ rû dane bi teybet keraseta li Şengalê encam daye û da xuya kirin ku rêxistina terorê di encama berxwedan û qehremaniya hêzên pêşmerge roj bi roj rastî têk çûnan tê  û bi vê mijarê ve girêdayî got; Piştî vê demê eger ev şer bi salan jî bajo, dê di encamê de gav bi gav aramî û seqemgirî li navçeyê lidarkeve, li gel çareserkirina kêşeyan, divê em bi kûranî  berê xwe bidin prosa avakirina demokrasiyê û pêşve biçin, ne di cihê xwe de rawestin.

Di heman çarçoveya civata teybet a semînera Mela Bextiyar ve girêdayî de û piştî Mela Bextiyar semînera xwe bidawî kir, parlemanteran yekser derbarê çawaniya alîkarî û yarmetiyê bidin Kurdistanê civatek lidarxistin û pişt re careke din ligel heval Mela Bextiyar civiyan û ji berpirsê desteya kargêr re diyar kirin ku Siwêsra welatekî bê artêşre,lê dê ew li gorî derfetên di dest de ye,  yarmetiyên sivîl ji Herêma Kurdistanê re dabîn bikine.

Di dawiya civîna teybet de dost û alîgirên gelê Kurd di parlemantoya Siwêsra de ji ber hatina Mela Bextiyar bo Siwêsra sipasiya xwe nîşandan û ev serdana Mela Bextiyar giranbiha û girîng nnirxandin û dan xuya kirin ku ev serdan serdaneke dîrokî ye, her wiha  ji bo avakirina azadî û demokrasiyê li navçeyê rola hêzên pêşmergeyên Kurdistanê di li dijî rêxistina terorê DAIŞ de berz nirxandin.
PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket