Luqman Mihemed; Kobanî destana mirove

kurdistani 07:55 PM - 2014-09-20
Nivîskar: Luqman Mihemed

Nivîskar: Luqman Mihemed

Ev bû nêzîkî sal û nîve ku kantona Kobanî li dijî hovîtiya DAIŞê li berxwedide. Lê ev bû cara duyem ku rastî êrîşên dijwar û hovane tê, di nava sê mehên dawîyê de. Érîşa yekem piştî ku DAIŞ dest danî ser bajarê Musulê bû.

Wê demê ev grupê tunderew dixwest ku bi moral û bi çekên Emerîkî yên herî modêrin bi dest xistinê êrîşî kantona Kobanî bike û bidestê xwe ve bîne, erdengariya ku xistiye bin destê xwe ji bajarê Helebê ve hetanî bi Musulê ve bighînê hev, lê ev êrîşê wan bi berxwedana hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û berxwedana gelê Kobanî têkçû, şikest û hêzên wan bê moral bûn.

Lê kîna wan zêdetir bû li hember yekbûna gelê kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê û şervanên YPG`ê. Lewre gelê kurd û şervanên xwe ve destana hêza mirov nivîsandin li ser xaka Kobanî ya pîroz.

Êrîşa duyem jî; Ev bû şeş rojin ku ev rexistina hov yê terorîst bi tevahî hêzên xwe yên leşkerî û çekên xwe êrîşî kantona Kobanî dike û şerekî dijwar li wir diqewime.

Lê gelo sedemên êrîşê van çetan çi bûn ku careka din dest bi êrîşeke weha berferh kirin?

Bê guman piştî ku van çetan çekên rejîma Sûrî girtin ji barageha 93 - 17 û firokgeha Tebqa girtin û di êrîşê xwe yê li Cezaa têkçûn û di operasiona şoreşgerî ya li Tel Hemîsê de wendahîyên mezin dan, ev grupê tunderew ji alî derûnî ve şikestinek jiyan bûn, dixwestin bi êrîşek weha careke din hêzê xwe bidin nîşandan. Nemaze ev êrîş di demekê de pêk tê ku hêzên cîhanê- bi pêşengtiya Dewletên yekîtiya Emreikî (USA) û hin Dewletên Ewropî - dixwazin ku bi êrîşên ezmanî û destekdayinên çekên modêrin bidin hêzên bêjahî yên opozisyonê li Sûrî, vê rêxistina çetan tune bikin.

Lê yekane hêzên bêjahî ku karîbûn li dijî êrîşê çetan raweste û ziyana bide wan hêzên (YPG) bûn. Lewre jî hin grupên bi ser Artêşa Azad ve - yên li hember çetên DAIŞê, nikarîbûn xwe biparêzin - bi hêzên kurdî re ketin nava hevpeyamanê li dijî DAIŞê. Bê guman ev rewşa navnetewî ne li gor berjewediyê dewleta Tirkiye û ne jî li gorî daxwaze Êtîlafa opozisyona Sûrî ye.

Tirkî tevlî tevahî civînên hêzên navnetewî yên amadetiya êrîşên leşkerî li dijî DAIŞê ê dikirin bû. Lê Tirkî biryara ne tevlîbûna êrîşên li dijî DAIŞê da. Ev heman helwesta Tirkiye bû dema çeteyên DAIŞê êrîşî ser Şengalê kirin û dewleta Tirk alîkarîya çekan ne dan pêşmergan.

Yanê Tirkiye bi helwesta xwe dijîtiya xwe ji gelê kurd re da xuyakirin. Lê di vê êrîşa dawî ya çetan ser kantona Kobanî bi eşkere cih girt û alîkarîya leşkerî da grupê çetan. Lewre jì li hember vê alîkarîyê çetan "girtiyên" tirk yên li cem xwe dan berdan.
Êtîlafa Sûrî ji xwe bê vîne û ti bandoriya xwe li ser erdê nîne, heta mirov dikare bêje ku ew baska siyasî yê DAIŞê ê ye. Lewre jî ti hêvîya mirov jê nake.

Lê yê ku êrîşê hêzên çetan têkşikandiye hêza yekîtiya gelê kurd û şervanên YPG`ê ne û vîna mirove. Ji ber vê yekê divê ku tevahiya gelê kurd bi rêxistinên xwe yên siyasî û bi pênûsa rewşenbîrên azad ve li dijî êrîşê çeteyên daiş rawestin, hêzên Kurdistanî jî bi çekan û bi diplomasiya navnetewî ve alîkarîya Kobanî bê kirin.

Nivîskar: Luqman Mihemed

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket