Di mehekê de 150 kamyonên alîkariyê hatin şandin

kurdistani 07:18 PM - 2014-09-14
Di mehekê de 150 kamyonên alîkariyê hatin şandin

Di mehekê de 150 kamyonên alîkariyê hatin şandin

 Di mehekê de 105 kamyonên alîkariyê gelê Bakurê Kurdistanê şandin Rojava.

Gelê Bakur ji bo alîkarîdayîna penaberên Şengalî yên li Rojava, di Tebaxa par de nêzî 105 kamyonên bi madeyên xwarinê şandin herêma Cizîrê ya Rojava.

Derbarê mekanîzmeya berhevkirina alîkariyan û derbaskirina wan ji Rojava re û ji bo naskirina miqdarê giştî yê alîkariyan ku di mehekê de derbasî herêmê bûn, nûçegîhanê ANHA`yê bi Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Sara Kaya re hevdîtinek pêk anî.

Sara Kaya, destnîşan kir ku bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava û koçberên Şengalî û xwedî derketina li banga rêxistina Rojava ya Alîkaryan, ji hemû welatiyên Bakur alîkarî hatin berhevkirin. 

Kaya, spasiyên xwe ji welatiyên Bakurê Kurdistanê ji bo piştgiriya wan a bi gelê Rojava û derbaskirina alîkariyan kir.

Kaya, di nava axaftina xwe de bang li rêxistnên alîkariyê yên navnetewî kir ku bi gelê Rojava û koçberên Şengalî bi taybet  alîkara wan bin.

Hêjayî gotinê ye, kampanyayên berhevkirina alîkariyan û şandina ji Rojava re dê bidomin.

PUKmedia-Hawarnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket