Efrîn: Neteweyên Yekbûyî dê li Rojava dest bi xebatê bike

kurdistani 01:23 PM - 2014-04-23
Efrîn: Neteweyên Yekbûyî dê li Rojava dest bi xebatê bike

Efrîn: Neteweyên Yekbûyî dê li Rojava dest bi xebatê bike

Hevseroka Melisa Gel a Rojava (MGRK) Sînem Mihemed, diyar kir ku bi heyeteke payebilind ya NY’ê re hevdîtin kirine û got  NY’ê ji bo Rojava projeyan pêş dixe û di dema pêş de bi armanca alîkariya mirovahî dê li Rojava xebatan bike.

Sînem Mihemed ku li Ewropayê gelek serdan pêk anîn, diyar kir ku gelek baş çûye û di encama van serdanan de bi heyeteke payebilind ya ji DYA’yê hatibû  de di 5’ê Nîsanê de li Dîlokê civiyabûn. Mihemed der barê civînê de wiha got: “Berê jî li Norveçê bi rayedarên NY’ê re hevdîtinên me çêbûn. Ji me pirsa ‘Hun dixwazin NY alîkairyê bide we’ kirin. Me jî qebûl kir. piştre em vexwendî kirin ku li Dîlokê tevli civînê bibin. Em di 5’ê Nîsanê de bi heyeteke ku ji DYA’ê hatinbûn re hatin cem hev.  Civîneke girîng û bi fêde bû. cara yekem bi awayekî vekirî û fermî bi me re ketin têkiliyê. NY’ê da zanîn ku ji bo li Rojava faliyetê amarca alîkariya mirovahî bê meşandin hinek şertê wan hene û protokol pêşkêşî me kirin. Pratiya protokolan ji xwe me li Rojava pêk aniye. Me xal bi xal ji wan re vegot. Daxwaza wa ya wekê ‘NY dixwaze alîkariyê bide herêma Rojava, dixwaze ji Rojava bi awayekî ewle derbasî herêmê din yên Sûriyeyê bibin’, hebû. Me jî diyar kir ku niha pirsgirêkek wisa tune, li cihên ku di bin kontrola me de hun dikarin bi rehetî faliyetan bimeşînin û dikarin bigihêjin herêmên din lê li wan deranji ber ku çete hene em nekarin garantiya ewlehiyê bidin we. me diyar kir ku ji bo ku saziyên navnetewî rehet bixebitin,emê her cureyê piştgiriyê bidin. Wan jî rewş fêm kir.

PERGALA ME BI NORMÊN NY’Ê RE HEMANE

Sînem Mihemed di berdewamiya axaftin axwe de bi lêv kir ku normên ku NY’ê wek şertê xebatê da pêş, li Rojava  bi rehetî tên dîtin û wiha berdewam kir: “NY’ê ji me re got em dixwazin alîkariyê bidin her aliyê civakî yê Rojava. Li ser vê me jî diyar kir ku li herêmê  di pratîkê de pirsgirêke wisa tune,  li Rojava ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû netewan û kesên ku hewcedariya wan bi alîkairiyê hene, dibin alîkar. Ji xwe me diyar kir ku pergala me li ser van esasan dimeşe. Dema mirov li normên NY’ê dinêrin bi normên me re hemane.  Kampên alîkariyê yên ku me vekirine hene. Me xwest bên wan kampan ziyaret bikin û dema bixwazin jî dikarin her cureyê alîkariyê bidin. Em jî ji xwe dixwazin xebateke navnetewî bê kirin. Li dijî vê daxwaza wan me jî got ger ku alîkariya mirovahî bê kirin, divê ev xebat her bidome û ev projeyek gelek girînge. Yanî me diyar kir ku em projeyeke ku dirêj didome dixwazi û em jî heta dawiyê dê piştgiriyê bidinê. Em wek kantonên Rojava amadeneke ku  li gorî normên wan bi NY’ê re bixebitin.

ROJAVA HERÊMEKE BI EWLEYE

Mihemet di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kirin ku fikara herî mezin ya rayedarên NY’ê fikara ewlehiyê ye û got: “Nokteyeke din ya em li ser sekinin ev bû li cihên sivîl hene pevçûn nebe. Ji xwe li Rojava li cihên ku gel dijîn, li bajaran pevçûn tune. Pevçûn li derveyê bajar pêk tên.  YPG’ê hemû tedbîrên xwe yên parastinê ji derveyê bajar girtiye. Xelekên xwe yên  ewlehiyê ava kirine.  niha qada herî bi ewle ya Sûriyeyê qada ku di bin kontrola YPG’ê de ye.di alî ewlehiyê tu pirsgirêktune. Dîsa bi heman awayî pirsgirêka dermankirina birîndaran pirsîn. Me jî got ji wan re got endamên çeteyan jî di nav her kesê birîndar li Rojava tê dermankirin û li gorî peyamana navnetewî tevdigerin. Em bi xesasiyet li ser vê disekinin.

Mihemed gotinên wiha bi dawî kir: “Rayedarên NY’ê xwestin alîkariyê bidin Rojava.  Bi tayabet gotina Rojava bikaranîn. Ev bo me girînge. Bi nirxe. Ev sê sale cara yekeme NY  bi me re dikeve têkiliyê û dixwazî alîkairyê bide. Ev rewş bo rojava rewşek girînge. Me bi taybet heyet vexwendî kir ku bên pergala me bibînin. Di rojên pêş de emê car bên cem hev. Projeyên derbarê rojava de hene.”

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket