Kerkûk: Rêveberê giştî yê Şîrketa Mensur xwe kuşt

kurdistani 04:15 PM - 2014-04-22
Kerkûk: Rêveberê giştî yê Şîrketa Mensur xwe kuşt

Kerkûk: Rêveberê giştî yê Şîrketa Mensur xwe kuşt

Li Kerkûkê, rêveberê giştî yê Şîrketa Mensur di hundir mekteba xwe de, xwe bi destê xwe kuşt.

Îro roja sêşemê, jêdereke ji polîsê Kerkûkê di daxuyaniyeke de, ji PUKmedia`yê re ragihand ku rêveberê giştî yê şîrketa Mansurê yê ser bi wezareta Avakirin û nîştecîhkirinê, di hundir mekteba xwe de, gule li xweda û xwe kuşt.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand ku rêveberê giştî yê şîrketa Mensurê xwe bi guleyê kuşt.
Wê jêderê aşkire kir ku wî rêveberî di hundirê mekteba xwe ya şîrketa Mansurê de, bi damanceya xwe gule berda canê xwe û xwe kuşt.

Dazanîn ku heya niha sedema xwekuştina wî rêveberî nehatiye zanîn û hêzên ewlekariyê di wê barê de, dest bi lêkolîn û lêpirsînê kirine.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket