YNK`ê bi bîranîna keraseta Enfal bangeşeya hilbijartinê radiwesatîne

kurdistani 08:27 PM - 2014-04-13
YNK`ê bi bîranîna keraseta Enfal bangeşeya hilbijartinê radiwesatîne

YNK`ê bi bîranîna keraseta Enfal bangeşeya hilbijartinê radiwesatîne

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK`ê bi helkefta 26 salvegera keraseta Enfal û birêvebirina polîtîka cinosayîd bi ser Gelê Kurdistanê ku dikeve roja duşemê 14 / 4 / 2014`e biryar da ku 24 demjimêran bangeşeya xwe ya ji hilbijartinên Parlemantoya Îraq û encumenên Parêzgehên Herêma Kurdistanê rawestînê.

YNK ev biryar bi da xuyaniyekê ji aliyê Dezgeha hilbijartina YNK` ê ragihand di da xuyaniyê de hate gotin: Me ji aliyê xwe weku dezgeha hilbijartinê yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê biryar da ku bi mebesta rêz girtin li 180 hezar pakrewanên ku ji Jin, Zarok, Mêr, Pîr û Kal pêk dihatin û tenê ji bo ku Kurd bûn bi şêweyekî hovana hatin şehîd kirin, bangeşeya hilbijartinê 24 demjimêran rawestînin.

Dezgeha hilbijartina Yekîtî dupat dike ku YNK`ê herdem berjewendiyên Gel xistiye pêşberî berjewendiyên Partiyane û ji aliyê xwe ve vê destpêşxêriyê dike ku roja 14 Nîsanê roja Enfalan 24 demjimêran bangeşa hilbijartinê rawestînê û bi mebesta vê rojê sersaxiyê bo maliyên hemû kesên ku di vê tewanê de jiyana xwe ji dest dane duxazin.

Her wiha ji aliyê xwe ve Parêzgarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm jî di heman demê de ragihand ku bi mebesta rêz û rumet ji şehîdên Kurdistanê re girtin û bi teybet şehîdên keraseta Enfal, me weku erkekî dît ku divê roja duşemê 14 / 4 / 2014`e ya salvegra keraseta Enfalê ye, bangeşa hilbiijartinê li Kerkûkê jî bête rawestandin.

Dr.Kerîm wiha berdewam kir: Rawestandina bangeşa hilbijartinê di vê rojê de, wefadariya bi şehîdan û Enfalkiriyan re, û bang li hemû Partiyan û aliyên Kurdistanê kir ku bi vê biryarê ve girêdayî bin û li Kerkûkê tu kes bangeşeya hilbijartinê neke.

Her wiha Dr. Kerîm bang li pêkhateyên Kerkûkê kir ku rê li vê biryarê bigrin û ew jî ji aliyê xwe bangeşeya hilbijartinê di vê rojê de nekin.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket