Nuhtir Pirtûk


Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1

Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), ev hevdîtin kiriye li gel Elî Şemdîn  (Nivîskar û Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya, û Nûnerê wê li Herêma Kuredistana Iraqê), di bernameya (Deriyê Din)`de, û di (22.12.2017)`an, ev hevdîtin hatiye weşandin di kenala (Ronahî.tv)`de.
H.Y- Dema we xweş bê di bernameya (Deriyê Din)`de, carek din em bi hevre ne, îro jî li bajarê Silêmaniyê emê bi hevre bin, mêvanê me îro nivîskarê kurd (Elî Şemdîn )`e, Elî Şemdîn  bêtir wek nivîskarê gotara siyasî tê naskirin, ta nuha du pirtûkên wî hatine çapkirin, pirtûka yekê bi navê (Ragihandin û raya giştî ya kurdî li sûriya)`ye, di sala (2013)`an de bi zimanê erebî hatiye çapkirin, û pirtûka wî ya diwem jî di sala (2016)`an de ew jî bi zimanê erebi di bin navnîşana (Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê) hatiye çapkirin, ev pirtûk qûnaxa sed salî daye ber xwe (1916- 2016), wekî din karê Elî Şemdîn  di warê nivîskariyê di warê wergerê de jî hene, ew pirtûk çine? yan çawane ?, emê di hundirê bernamê de li gor ku dem têra me bikê emê li ser wan rawestin..
Destpêkê tu bi xêr hatî vî bernameyî mamoste Elî, emê destpê ji te dest pêbikin ne ji pirtûkan, derbarê ciyê ji dayikbûnê, ez nizanim Qamişlo bi xwe ye ? yan dereke dine?, em vegerin wêderê.
E. Ş- Sipas, hûn jî sax bin, ez jî sipasiya we dikim li ser vê xebata we û li ser vê pirogiramê ku cenabê we pêşkêş dike, ku karekî ciyê rêzgirtinêye, ez jî xwe serbilind dibînim ku di vê bernamê de îro beşdarim, wele ez jî weke zorîna miletê me ez ji gundan hatime bajêr.

H.Y- Navê gund çibû?.

E. Ş- Gundê ku ez lê çêbûme, navê wî (Ûm Kêf)`bû, ew gund (2) k.m bakurî şaroçkê (Til Hemîs)`bû, ez li wî gundî ji dayik bûme, li wir me dirêj nekir, jiyana xwe bi giştî min tev li gundê (Xerbe Dîb) derbas kiriye, ku (6) k.m dikevê bareşî gundê (Til Me`irûf), û (15) k.m di keve başûrî şarûçkeyê (Tirbe Spî)`yê, li gundê (Ûm Kêf) ez di sala (1958)`an de, di malbateke de ji
dayik bûme kurdperwer, ji ber ku bavê min (Mihemed Salih Şemdîn ) 2 ,ji destpêka damezrandina tevgera siyasî ya kurdî li sûriya, ew her di nav rêzên wê de bû heta roja îro jî her berdewame 3 , ez xwe bi vê malbata ku ez jê hatime ser bilind di bînim, malbateke gundî welatparêze, min xwendina xwe ya ibtîda`î,  ji sefê (3- 6)`an, li gundê Xerbedîb bi dawî kir, û ta bekaloriya ilmî, yanî ji sefê (7- 12), li bajarê (Tirbe Spî)`yê min temam kir, wekî dîtir di sala (1975- 1976)`an de, min li bajarê (Helebê), dest bi xwendina zankoyê kir, li kolêca çandiniyê (Zîra`e), û di sala (1980)`de ji zankoyê derçûm..
H. Y- Emê bêne ser piştî zanîngihê te çikir, lê niha di vê derbarê de hinekî bilez tu derbas bûyî, lê ez di xwazim meyldariya te ya ber bi mesela nivîsandinê de, ne di mesela siyasetê de, emê bêne ser siyasetê, lê meyldariya te ber bi nivîskariyê de çawa bû?, çilo bû ?, te çilo ser bi vî alî ve bûyî ?.. hinekî zûbû dereng bû?.
E.Ş- Birastî ji destpêkêve, ez tekez dikim ku wek destpêkê ez xwendevanekî baş bûm, qari`ekî baş bûm, û ez dibêjim qey xortên ku em ji cîlekî bûn, ku em bi hev re dijîn, ez yekem bûm di mûtale`ê de (xwendinê)`de, min gelekî di xwend, yanî destpêka min qari bû, diyare ku wê xwendinê teisîra yekem li min kir, karî bû etmosfêreke rewşenbîrî li cem min dirust bikê.
H. Y- Kengî bû ?, çilo bû ?.
E. Ş- Bêtir li zanîngehê bû, du qûnaxê serekî hebûn ku gelekî min têde xwend, ya yekem ew herdû salên ku li eskeriyê bûm, li (Cebel  Şêx) bûm, li wir bû , di sala (1981- 193) li wir min eskeriya xwe temam kir, yanî valahiyek (100%) hebû, û têkilî jî nebûn ji ber ku li ciyekî dûrbûm, ez jî her hefte di hatim şamê, li wê dabit bûm, heftê carekê ez dadiketim şamê, ez dihatim min kitêb di birin, mi li wir di xwendin, qûnaxa herî giring li wir bû ku têde min bingehek kultûrî herî serekî ji xwe re ava kir.
H. Y- Yanî te di wê çaxê de biriyar da ku ji qûnaxa xwendinê werê qûnaxa nivîsandinê?.
E. Ş- Na! nexêr! ne liwêdê bû, aniha nizanim destpêka nivîsandinê çilo li cem min dirust bûye, lê di wê qûnaxê de wexta min dixwend, kitêbê bêtir
2 - Mihemed Salih Dawid şemdîn: Di sala (1932)`an de, li gundê (Sîha), ya ser bi (Tirbe Sipî)`ve, ji dayik bûye, ji wan xebatkerên ku bûne endamê partiyê di destpêka damezrandina wê de, di orta sala (1959)`an de bûye endam, û ji ber ku kadirekî çalak bû bû berpirsê navça aşîtan demeke dirêj, û jib o çalak bûna xwe di sala (1962)`an de li zîndana laşkerî li bajarê (Dêre Zor)`ê, şeş mihan bi tûndî hatiye girtin, û di nav rêzên pariya pêşverû de ma ta ku çûye ser dilovaniya xwe di (26.7.2018)`an.
3 - Mixabin ew xwe di (26.7.2018)`an de , koça dawî kiriye.

yên fikr û çand û siyasetê bûn, û em jî wê çaxê xort bûn, ji nû em ji zanîngehê derçûbûn, û ew nifşê me yê salên heftêyî, gelekî mijûl dibûn bi siyasetê, vêca ew siyaset bû dafiek (navtêdanek), ku ez bêtir kitêbê fikrî bi xwînim, lê a ku birastî bandora serekî li cem min dirust kir, kitêbek bû ya (Hisên Miriwe)`bû, ku ew bi xwe endamê mekteba siyasî ya partiya komonist ya libnanî bû û bîrmendekî gelekî mezin bû, ew kitêb bi navê (Elnezeat elmadiye fî elfelsefe elerebiye elislamiye) bû.

H. Y- Ew ji bo wê kitêbê hate kuştin jî?.  E. Ş- Belê, ji bo wê hate kuştin, birastî min ew kitêb ne bihîst bû, lê xalê min (Elî Cizîrî), zikrê wî yê xêrê bê, ewî qewêtî li min kir ku kitêbek heye bi vê nav nîşanê ku karibê ji min re bênê ezê memnûn bim, min jî ew kitêb li şamê peydakir û kirî, ew kitêb du beş bû, min ew herdû beş xwendin, birastî ez matmayî mabûm derbarê wê pirtûkê, ku bi astekî gelekî kûr û fereh û bilind nivîsand bû, ewê kitêbê destpê kir bandora xwe li fikrê min kir di warê felsefa (Erebî- Islamî)`de, ew dema ku felsefa marksî hebû ew di wî arasteyî de bû, min cara diwem jî xwend, êdî pê hisiyam ku wê kitêbê ez derbasî dunyake din kirim, bi rastî kitêbeke gelekî giring bû, êdî min ew kitêb û yên dîtir min naverûka wan kurt dikir, û min kurtaya wan kitêban ya fikrî ku min jê qazanc dikir, dikirin wek name, bi rastî du kes hebûn ez serbilindim bi wana ku ew ji min re wek mirêkê bûn û min astê xwendina xwe têde fehis dikir û di pîva, yek ji wan herdû kesan Ebdul Rezaq Cengo bû (wek mamosta min lê di nerî), yê din jî şewqî Mehmûd bû (hevalê minî
zanîngehê bû), her wê çaxê pêwendiyên nama di navbera min wan de hebû, ew pêwendî ne ji bo pirisyariya tu (çilo? û çawa? ye)`bûn, lê min ew ji xwere wek raya giştî didîtin, min astê xwe yê fikrî têre eşkere dikir, ew bû destpêka nîşanên nivîsandinê li cem min. H. Y- Ew name, ne ji bo belavkirinê bûn? E. Ş- Na ! ne ji bo belavkirinê bûn,
H. Y- Ji bo dan û sitandina bi hevalan re bû ?.  E. Ş-  Belê ji bo dan û sitandina bi hevalan re bû, min zanîbû ew têgihiştî ne, û astê wan yê zanînê bilinde, û ewan ez famdikirin, û ez dikarim astê xwe yê fikrî li cem wan bibînim, û dûre me hevdû didît û me bi hevre gengeşe dikir, ez matmayî mam ku (Dr.Ela`i Cengo), digot ku ew name hîna jî li cem wî ne, ew name bûne destpêka nivîsandinê li cem min, ez wek kesekî mi dît ku ez dikarim binivîsim, ew name ez dizanim ku ne yê çilo û çawa ne, yan zarokê we çawane, nameyên ku ez bilindbûna zanebûna xwe ya fikrî têde bidim nîşandan, ev yek di sala (1990)`de hinekî ber bipêşve çû, yekem hewildana nivîsandinê ya ji bo belav kirinê di rojnameyeke partiya me (Elteqedumî)` de bû, ew belavoka navçeya Qamişlo bû.

H. Y- Belavok ziman halê partiyê bû ?. E. Ş- Na! ew belvoka navçeya Qamişlo bû, ji ber ya ziman halê partiyê, bi navê (Eldîmoqratî)`bû, yekemîn gotara min têde hatiye belavkirin, navê wê jî bi erebî Felahû elcezîre ferîsetin li elqeleq, yanî (Cotkarên cezîrê di nav pence ne rihetiyê)`de, ew jî yekem gotar bû ku min nivîsî û hate belav kirin, û ew gotar hîna heye li cem min, û ji wê pêve hêdî hêdî diyar bû, û min jî hest pê kir ku ez dikarim bi hevalên xwe re, bi nifşê xwe re bibim alîkar di warê nivîsandinê de, êdî di kongirê me yê (8)`an de, ez bûme endamê serkirdayetiya partiyê di sibata (1993)`an de.
H. Y- Berî kongirê (8)`an, gotina xwe ji bîr neke emê vegerin ser, lê beriya wê, tu aniha li Silêmaniyê nûnerê partiya pêşverû yî jî, babetê endamîtiya te ya vê partyê û destpêka karê te yê siyasî, ev kengî çêbû? û çwa çêbû ?.  E. Ş- Birastî ew bê ixtiyara min çêbû. H. Y- Ji ber ku gelek ji naverûka vê pirtûka te pêve girêdayîye. E. Ş- Belê raste, warê seqafî (kultûrî) ev bû, lê warê siyasî ez nikarim destnîşan bikim kengî bû, lê ez di zanim kengî bûme endamê partiyê, lê hestê netewî, siyasî û yê partîtî, weke mi berê jî ji tere gotiye, min ji malbata xwe wergirtiye, bi taybet ji bavê xwe. H. Y- Bandora malbatê hebû?  E. Ş- Bêguman, weke min got ku bavê min,  ji destpêka damezrandina partiyê ve ew bûbû endam tê de, û kadirekî navçeya xwe bû jî, ew dinav hevçaxê xwede de naskiriye, di wê navçeya (Aşîtan) ya ser bi (Tirbe Spî)`yê ve,  ew kadirekî li pêş bû, û mala me jî çûn û hatin lê hebû, yanî her kadirên serkirdayetiyê ku di hatin mala me, û min jî piraniya xortaniya xwe di nav wan de bi anîna û birina çayê derbas kir, yanî yê min ez dikarim bêjim ku ez di sala (1973) an de, wê çaxê ez sefê (9) bûm, di wê çaxê ez bûm endam di partiyê de, lê berî wê her ji piçûkanî de ez di malekê de bûm wek me got siyaset têde hebû, û hatin û çûn jê qut ne dibû, mamoste Hemîd Derwîş 4 , û bi rehmet bê Temir Mistefa, Xelîlê Reş (Ew jî çû rehmetê), û Sebrî Sifûk ew jî rêveberiya wê navçeyî di kir (Mixabin berî du rojan çû rehmetê) 5 .. û yên dinê tev dihatin cem bavê min,  yanî hefte nebû ku yek yan dido ji wan ne dihatin mala me.. H. Y- Başe, rola te di wan belavokan de çibû?, eger yê partiyê bi xwe bin jî, ez bawer dikim kovara (Mûseqef Elteqedûmî) jî, yanî kovara rewşenbîrên pêşverû, ku bi zmanê erebî li Qamişlo derdiket, demeke dirêj têkiliyên te jî pêre hebûn, yanî rola te di wê çapemeniyê de, em karin bêjin di ya partîtî, çibû? . E. Ş- Weke min ji tere got, yê me di partiya me de, heta kongirê (8)`an, mafê kesekî tunebû çendî nivîskar be jî, di belavokê wê de bibe nivîskar, ji ber ku zimanhalê partiyê bû, û di hate şirûve kirin bi vî rengî: (eger ew belavok zimanhalê partiyê ye, ji xwe divê yên serkirdayetiyê bi tenê têde bi nivîsênin). H. Y- Yanî çaxê te gotarek binivîsandane, divabû bê nav bê ?.
4 - Mixabin mamoste Ebdul Hemî derwîş jî di (24.10.2019)` de çû ser dilovaniya xwe, ew di sala (1936)`an, li gundê (Qeremanê)` ji dayik bûye.

5 - Sebrî Sifûk: Ji wan xebatkerên ku zû derbasî nav rêzên pariya pêşverû bûn, roleke wî giring di navç aşîtan de hebû , û demeke dirêj bû berpirsê rexistinî ta ku di (15.8.2017)`an de, çû ser dilovaniya xwe.
E. Ş- Belê, divabû bê nav bê, ev yek, û tu ne dibûyî endam di wê komîta rêvebir de eger tu ne endamê serkirdayetiyê ba, ji ber wê sedemê bi dihan xortên berî min hebûn, yên ku ji me jîrtir û zanatir bûn, lê ji ber ku ne endamê serkirdayetiyê bûn, lewma mafê wan tunebû di wê komîta rêvebir de beşdar bibin, di kongirê (8)`an de ez bûm endamê serkirdayetiyê, êdî bi rengekî normal bû ji mafê min ez têkevim wê komîtê de û têde bi nivîsim jî, û yekser ez bûme endamê komîta ragihandinî ya partiyê, birastî ew bû qûnaxa serekî ya ku nîşanên nivîsandinê li cem min xurtir û tûjtir bûn, ew komîte bûbû wek hêlînekê em tê de kom bûbûn, û şensê me yê baş jî ew bû ku kesekî weke mamoste Hemîd Derwîş guhdana xwe ya serekî dida yê, em jî hindik bûn di wê komîtê de.

H. Y- Eger meyla te ya ser nivîsandina gotarekê de eger hinekî xurtirba, çima te hewil ne dida ji derveyî çapemeniya partyê gotara xwe ya siyasî derxîne û belav bike?. E. Ş- Mixabin, ew kovarên ser bixwe yên hebûn ew bi xwe jî di nexweşiyek wek nexweşiya mede bûn, ew kovar her yek ji wan ya partiyekê bû, ev yek, û ya diwan jî ew bû ku em bi xwe jî ew imkana nivîsandinê li cem me gelekî tunebû ku em herin wek nivîskar  xwe li ser xeyrî xwe, yanî li ser rojnamekê, yan dezgehekî ragihandinê bi sepênin û feriz bikin, yanê yê me jî em di destpêkê de bûn, me bi dihan car ji hevre di got ku ev komîta me ne tenê belavokê derdixe, û em jî tenê gotaran jêre dinivîsin, lê ew weke medresekê yan qutabxanekê ye ku rojane em têde fêr dibin, yê min bi xwe ez têde fêrbûm bêtir ku ez têde binivîsim, carna gotarek hebû bi dihan carî me sipî û reş dikir ta ku me derdixist, û birastî ne veşartiye ku wî camêrî, mamoste Hemîd Derwîş wek mamostayekî medresê wezîfa me pêncî carî bi mere vedigerand, lewma dema dezgihek ji dezgihên partiyê te himbêz bikê
tiştekî mezine, ya dinê jî ewe ku ciyê serbilindiyê bû kesekî wek mamoste Hemîd, xwedî ezmûn di nav me de bû, û xwedî imkanatê nivîsandinê, ya siyem jî ew bû ku me karîbû komelek xort bînin û di wê komtîtê de bi civînin, ji ber wê çaxê bû ku me karîbû kesên dervî serkirdayetiyê jî yên şareza wan werînin û rê bidin wan ew jî ciyê xwe di komîtê de bigirin û bi nivîsin, û ji wê zêdetir jî me gaveke din jî avêt û me yên ne endam di partiya me de jî anîn û me rê da wan ku ew jî werin ciyê xwe têde bigirin û bi nivîsin, û nimûne jî hene, ta astê ku cara yekem bû ku me rêvebiriya kovara (Gulîstan) siparte kesekî serbixwe mîna hozan û  lîkolînerê kurd mamoste (Salihê Heydo), ji ber ku heta wê çaxê çendî ew hozan û lîkolênerekî mezin jî bû, lê me di got ew ne hevale, ne endamê partiyê ye. H. Y- Tu behsa (Gulîstan) dikê ya ku (Cegerxwîn) di sala (1968)`an de, derxistiye?. E. Ş- Belê, belê ew bi xweye ya ku seydayê Cegerxwîn derxistibû, li vir ez di xwazim bêjim ku di wê qûnaxê de guhertinek çêbû, û rê vebû li ber nivîskarên dervî serkirdayetiyê û heta dervî partiyê bi xwe jî ev yekem bû, diwem ez bi xwe jî derbasî qûnaxeke dinê bûm ku ez bûme endamê serkirdayetiyê, êdî mafê min jî çêbû ez bibim endamê komîta ragihandinê û têde bi nivîsim, û ji wê zêdetir, hêdî hêdî hin karên ragihandinî jî hatin sipartin ji minre û me ew bi rêve birin, mîna kovara (Mûseqef Elteqedumî) û (Gulîstan) û rojnama (Eldîmoqratî), êdî diwarê nivîsandinê de min karîbû xwe têxim nav rêzên nivîsandinê de, û ev jî bi rastî ji wê komîta rêvebir, komîta ragihandinê ya partiya me destpêkir. H. Y- Yanî her di riya siyasetê re bû, di riya partiyê re bû ?. E. Ş- Yê min ji alî min ve, karê min yê siyasî û yê rewşenbîrî tevlî hev bûne, û  gelek caran karê min yê siyasî li pêş bû jî, belkî divê dema dawî de hinek tewazin têde çêbûbê, mirov karibê hinek balans di nav wande ragirê, lê bi rastî me karê hizbî dikir, û  tevî ku em derbasî  komîtê jî bûn, ew bi xwe di dûrbîna ku em karekî siyasî dikin di nav partiya xwe de ji bo miletê xwe, di vê pencerê re em derbas bûn, ne wek nivîskarekî ez hatime ji xwere li ciyekî di gerim.. û weke mi ji tere got em derbas bûn û em di wirde hînî karê ragihandinê, û karê nivîsandinê bûn, em fêrbûn çilo karibin gotara siyasî ya kurt binivîsînin, ya drêj belkî hesantir bû,em fêrbûn çilo sitûnekê di rojnamekê de binivîsin, çilo karibin gotara xwe kin bikin ku bi tenê sitûnek bê, ew kar gelek imkanat û şarazbûn jêre diviya bû, birastî yê min dergehê serekî ku ez têde fêrbûm ew desteya rêvebir bû, û di vî warî de ew kesên me bihevre kar dikirin ciyê rêzêne, û divê navê wan were gotin yên ku me li kêleka hev, mil bi mil, û bihevre di wê komîtê de xebat me dikir, yên serkirdayetiyê ji xwe wek min got: Mamoste Hemîd, Selman Ibrahîm (Selman Hiso), Selah Derwîş, Ehmed Berekat, Ehmed Silêman bûn.. û bi dûde yên ne di serkirdayetî yê de jî, ku me ew anîn nav wê desteyê, wek: Ridwan şêxo, Hesen Cengo û Newaf Hesen (Herdû jî aniha endamên mekteba siyasî ne, wê çaxê ne endamnên serkirdayetiyê bûn)..
H. Y- Ev hemî beşdarî nivîsandinê di bûn?. E. Ş- Belê, kêm yan zêde me tevan wek girûpekê bi hevre kardikir, yanî gotarek derdiket ew birastî ne ya kesekî ji me bi tenê bû, yanî wexta me bê nav belav dikir, ew gotar birastî wilo bû, ji ber me ew ji eyarekî di xiste eyarê dinê de, heta ku dawî derdiket, lê bi rastî di wê demê de wek karekî piraktîkî bû, em fêrî nivîsandinê jî di bûn, yanî ez deyndarê wê desteyê me, eger min karîbû xizmetekê  ji miletê xwere pêşkêş bikim dwarê nuvîsandinê de, begoman ew encamê  xebata wê desteyê bû. H. Y- Ev tiştekî gelekî balkêşe, tu dizanê ku ewqasî sal ez bernaman bi nivîskaran re çêdikim, lê tucarî em li ser ragihandin û karê wan kesan di hundirê partiyan de, yan jî ewên ku di hundirê rêxistinên xwe de dinivîsin, em nesekinîne, belkî ev yekem care wilo bi berfirehî em di axivin, ji zankoyê em hatin heta ku bidawî bû û qediya, û em sekinîn, niha em di xwazin jîngeriya te bi şopînin, piştî zankoyê te çikir?.  E. Ş- Piştî wê min berdewam kir di karê xwede, û hêdî hêdî tecrûba me çêbû.. û ji bo ku ez jibîr nekim hevalin din jî bi me re hebûn: Hemza Cengo, Ebdul Xaliq Erebo, Mihemed Sebîh û Mihemed îsa Revê, ji bo ku ez mafê wan winda nekim ew jî bi mere bûn. H. Y- Tu gelekî bi hevalê xwe re dilsozî, te navê kesekî jibîr nekir. E. Ş- Birastî ez ji wan fêr bûme, em bi hevre fêrdibûn vî karî, wek min ji tere gotiye, em deyndarê wê desteyê ne. H. Y- Ji xwe Mihemedê Revê helbest jî dinivîsî?. E. Ş- Na, ne yê helbestvane, yê muqawile, lê ji yek malbatê ne, niha ew jî endamê serkirdayetiyê ye, yanî vê girûpa hanê karîbû bi sebreke dirêj û bîneke fireh xebat bikê, dîsan ez jibîr nekim, Faris Osman ew jî dewrek wî hebû û heye jî, ev bûn yên di wê komît de. H. Y- Ew bû pirtûkek derxistiye ?. E. Ş- Belê, zêdeyî pirtûkekê derxistiye, Hesen Cengo jî pirtûkek derxistiye, ev ji encamên vê komîtêne, bi rastî karekî ragihandinî baş pêşde çû, û hêdî hêdî em ketin nav warê rewşenbîrî de jî, yê min qûnaxa piştî fêrbûnê, ji sala (1993)`an ve heta sala (2007)`an, ku êdî ez hatim kurdistanê û ez bûme nûnerê partiyê li vir, di wê demê de ez di nav ragihandinê, û di nav nivîsandinê de bûm, û birastî partiya me di warê nivîsandinê de gav avêtin, cenabê te jî agahdare, ku di wê qûnaxê de me rojnama (Eldîmoqratî), kire (15) roj, û ew yekem car bû ku rojnamek du heftan carekê bi kempiyûter û xweşik derkevê, herwiha derketina kovara kurdî (Gulîstan) jî hate rêkxistin bi karîbû rengekî feslî derkevê.  H. Y- Tê bîra min ku li Qamişlo jî em dihatin wan civatên rewşenbîrî, ew civatên kovara (Rewşenbîrên Pêşverû), û em demekê dihatin wan civatan,
nîqaşên dirêj di nav beşdaran de çê dibûn, û gotar jî dinav wan de çêdibû û li hev vedigerandin.
E. Ş- Raste, mangane me kesek tanî, kesekî navdar, kesekî nivîskar, û cenabê te jî têde beşdar û amade dibû, û her kesê dihat ewî weke xwe gotina xwe rastûxo (Mubaşir), di got û kesên rewşenbîr me kom dikirin, ne tenê kurd, aşûrî jî, carnan me ereb jî tanîn, û di wêde karekî kultûrî giring çêdibû, yanî mebesta min ewe ku partiya me ji qûnaxa (1993)`an û virde, gelekî guhdan bi mecala rewşenbîrî kir, û em jî wê çaxê şensê me hebû ku em amade bûn, û derfet jî hebû, û mirovên bixwazin pêşkevin, divê xwesteka wan jî hebê, ew navtêdan jî li cem me baş hebû, û piştgîriya serkirdayetiya me, û di pêşiyê de jî mamoste Hemîd, ev hokar hemî bi hevre di bûne hêzek ku me bidine pêş û têxin nav pêla rewşenbîriyê de, û hêdî hêdî bi riya wan rojname û kovar û nedwatên rewşenbîrî ku me dikirin, êdî têkiliyên me bi wî wesetê rewşenbîrî re jî baş çê bû.. yanî cenabê te jî yekem car me hevdû naskir her di wê nedwa rewşenbîrî de bû û, wilo yên dinê  jî, têkiliyên me bi wî wesetê rewşenbîrî re çêbûn, û me destpêkir êdî bi navê xwe jî gotarên xwe nivîsandin, û me deriyê azad jî di rojnama xwe de vekir, û carna me nerînê xwe jî têde belav dikirin, û ew nerînên me ne (100%) wek nerîna partiya me jî bû, û ew derfet me bi navê (zawiya hur) vekir bû, û belkî cenabê te jî agahdare û têde jî nivîsiye?. H. Y- Belê raste, baş tê bîra min.  E. Ş- ji xwe deryê herdû kovarên (Mûseqef Elteqedumî) û (Gulîstan), her vekirî bû, ew bi navê xwe tê de di nivîsandin, û dest pê bû têkiliyên me bi rewşenbîran re çêbûn, ez bi xwe di (1993) an de bûme yek ji nûnerên partiya xwe di nav desteya bilind ya (Hevbendiya demoqrata kurdî li sûriya)`de, ewê jî wê çaxê kovara kurdî (Buhar) derdixist. H. Y- wan partiyan tevan kovarên xwe sekinandin û (Buhar) derxistin?. E. Ş- Kovara (Elmînber), jî bi erebî derxistin, herwiha rojnama (Hevbendî) jî, ez bi xwe di rêvebiriya van belavokan de jî beşdar bûn, birastî ez beşdar bûm di ragihandina partiya xwe de û di ragihandina hevbendiyê de jî, her wiha piştî çêbûna kurdistana azad êdî pêlek çêbû rojnameyên wan û kovarên wan jî di hatin, û ew jî bûne ciyê balkêşiyê li cem me, me jî hêdî hêdî pêwendî bi wan re kirin, mîna kovara (Metîn), rojnama (Elitîhad), me di wande jî gelek caran di nivîsand, û êdî me sînorê ragihandina partiya xwe derbas kir, bi rastî dawiya dawî û qûnaxa paşî ya ku wek kesa tiyek taybet ya rewşenbîrî li cem min êdî nîşanên wê hinekî zelaltir bûn, ew jî piştî ku ez hatim kurdistana îraqê di sala (2007)`an de bû. H. Y- Ev hatina te di çendê (2007)`an de bû ?. E. Ş- Di roja (21.4.2007)`an de bû. H. Y- Ev hatina hanê jî wek erkekî siyasî bû ku tu hatî kurdistana îraqê , yan jî sedemên dinê hebûn ku tu hatî vir?.
E. Ş- Bi rastî yê min ez xwe ne tenê deyindarê partiya xwe di bînim, ez pê serbilindim jî, ji ber ku weke hatiye naskirin di partiyên siyasî yên sûrî de, ku ew rêgirin li ber rewşenbîran, yê min ez bi xwe bi şahnazî û serbilindayî ez dibêjim ku ez bi rastî ji wê hêlînê derçûme.  H. Y- Bêtir rê li ber te vekirin, jiber wilo ?. E. Ş- Dibe ku şensê min hebû, ez xwe bi şens di bînim ku ev partî bû mîna hêlînekê ji min re, wek barhilgirekê bû ji min re, û ez dame pêş heta roja îro jî wilo navtêdanê didine min ez bikevim nav vî wesetê rewşenbîrî de, ez jî dimînim wefadar bi wê bingehê re, bi wê hêlînê re, yanî ez hatime vir wek nûnerê partiya xwe, wek nûnerekî siyasî ez hatim.   H. Y- Hatina te ya vir çi tesîr li ser aliyên te yê nivîskariyê kir,?. E. Ş- Wek soran dibêjin, yekcar teisîrkir, teisîreke mezin kir, ya pêşî ew derfeta azad bû ku me karîbû dengê partiya xwe bigihînin raya giştî, ku ew dezgehên wê li kurdistana îraqê bêtir peyda dibûn, çi ji rojnaman, û çi ji telvîziyon û sayitan.. û derfeta nivîsandinê jî li vir bêtir peyda bû, bi rastî ez dikarim bi ser bilindî bêjim ku min jî ew derfet zêdeyî imkanatê xwe min qazanc jê kir, yanî min ji (100%) sûd jê wergirt, ev kitêba ragihandinê min (90%) piştî se`et (12)`ê şevê nivîsandiye. H. Y- Ji ber ku bi rojê hemî karê te hebû?. E. Ş- belê, (90%) ji wan pirtûkan piştî seet (12) şevê min nivîsîne, bi rastî min jî zanîbû, û ez tê digihiştim ku derfeteke zêrîne ji kesekî weke min re ku bixwazê di warê rewşenbîrî de, warê kultûrî de xizmetekê bike, min jî ew kar kir, vêce him em ketin nav wesetê ragihandinî de, û him em ketin nav wesetê siyasî de, him derfeta xwendinê zêdetir bû, û him jî jêder û mesadir li vir bêtir di hatin peyda kirin, û li vir derfeta çapkirinê jî bêtir hebû. H. Y- Belê, raste.  E. Ş- Ta niha ev pirtûbê min, yên ku di nav wergerandin û nivîsandinê de, tev jî bê pere hatin çapakirin 6 . H. Y- Ka emê bêne ser van pirtûkan yek bi yek, vaye ev pirtûka (Ragihandin û raya kurdî li sûriya), te di sala (2013) an de derxistiye, û axaftina te ji sibê de diyar dik rola ragihandinê di jiyana te bi xwe de, û derveyî çarçewa partîtiyê, belkî tiştekî wilo zêde tunebû, lê mijara yekem                                                              6 - Pirtûk; Elî şemdîn ku heta aniha hatine çapkirin evn: Berhemên Nivîskar: - Ragihandin û Raya Giş ya Kurdî li Sûriya)/ nivîsandin bi erebî (2014). - Bere ev şer rawes)/ nivîsandin bi erebî (2015). - Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê)/ nivîsandin bi erebî (2016). - Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûn), bi kurdî/ soranî, (2018). - Ebdul Rehman Zebîhî ), nivîsandin bi erebî (2019). - Îmareta Ebdalxanê Bedlîsî/ wergerandin bo erebî/ (2010). - Tevgera Kurdî li Sûriya di bin Roniyê de/ wergerandin bo kurdî (2012). - Şoreşa Şêx Seêîd Pîran / wergerandin bo erebî (2013). - Hejmûna hîlalê Şî`î li rojhilata navîn/ bo erebî (2017). - Ûrpiyek li welatê kurdan/ wergerandin bo erebî/ amadeye ji bo çapê.

pirtûka te bi vî awayî dîsa ragihandin bû, yanî çima te wilo ev mijar hilbijart?.  E. Ş- Weke min ji tere got, hêlîna ku têde fêrî nivîsandinê , û ew pira ku têde derbasî nav nivîsandinê bûm, ew her desteya rêvebir ya ragihandina partiya me bû, û ya ku hişt ez bimînim berdewam û ji wê çarçewê dernekevim, erkê min û berpirsiyaretiya min ya serkirdayetiyê bû, ji wê çaxê de ez di wî postî de mam heta roja îro jî 7 , û piştî ez bûm endamê serkirdayetiyê di (1993)`an de, û yekser partiya me derbasî nav hevbendiyê bû, ez bûme nûnerê partiyê xwe di hevbendiyê de, û ez nêzîkî (15)`salan mam heta sala (2007)`an, yanî heta ku ez hatim kurdistana baŞûr, li vir jî karê serekî yê berpirsê pêwendiyan bêtir ragihandinî ye, çi bi devkî, çi bi civînan, çi bi ragihandin û nivîsandinê bê, mebest jê ewe ku ez dervî wê hêlînê neçûme, ji bo wê ez mam bi wê çarçewê ve girêdayî, ya diwem jî ez dixwazim mijarekê ji tere bibêjim eger derfet hebê. H. Y- Fermo, keremke. E. Ş- Yanî aniha, belkî girêdana min û wefadariya min bi partiya min û bi pirensîpên min re, û baweriya hevalên min, endamên serkirdayetî bi tevayî û bi taybet sekretêrê partiya me, baweriya wan bi karê min yê ragihandinî û yê siyasî, evê yekê hişt ku ez serbest û bê tirs bi xebitim, birastî ew bêtirsî, bere dîsan dûbare bikim, belkî di partiyeke dinê de ew derfet ji kesekî re ne hatibê, yê min jî bandora wê baweriya bê sînor li ser min gelekî diyar bû, ezê ji tere nimûnekê bînim, ez di (hevbendiya demoqrata kurdî li sûriya) 8 `de bûm, û berî demekê mamoste (Nisredîn Ibrahîm) hate vir, ew jî wê çaxê em bi hevre di komîta bilind ya hevbendiyê de bû, û min ev çîrok anî bîra wî, ku ez wê çxê piçûkê wan bûm, û ezmûna min jî ji ya wan hindktir bû, û wê çaxê min xwe ne dihijmart wek nivîskar, û ew hevbendî ji çend partiyan pêk dihat, dema hevbendiyê  dixwest daxwiyaniyekê binivîsê yan her belavokeke din, nûnerê her partiyekyê ji wan di xwest nerîna xwe di belavokê de bi nivîsê û bi cîbikê, rehmetî (Ismaîl ûmer), ku şexsiyeteke welaparêz û mezin bû, em bi hevre di komîta hevbnendiyê ya bilin de bûn, wî di got ku: (eger Elî, vê belavokê binivîsînê, li min venegerin), çima? , wî di got: (Ne ji ber ku ew ji me zanetire di nivîsînê de, em tev jê çêtir di zanin, lê dema ku ew li mal jî wê belavokê binivîsînê, ew me tevan dixe serê xwe de, û hewil didê gotarekê bi nivîsînê ku nerîna me tevan têde hebê, lê ku em bin, her yek ji                                                              7 - Di kongirê (14)`an de, ku di (21.11.2015)`an li QamiŞlo hate li darxistin,ez bûm endamê mektea siyasî.

8 - Hevbendiya dîmoqrata kurdî li sûriya: Di (1/2/1992)êan de hatiye damezrandin, û her paryek bi (3) kesan beşdarbû di komîta wê ya bilin de, ez bi xwe jî li gel mamoste hemîd û hevalekî din em beşdar bûn, û jimareyek partiyên kurdî li sûriya di bin sîwana wêde civyabûn: (Partiya Dîmoqrata Kurdî li Sûriya- Elpartî/ Kemal Derwîş, Partiya Çep ya Kurdî li Sûriya/ Xêredîn Mûrad, Hevgirtina Gel ya Kurdî li Sûriya/ Selah Bedredîn, Partî Dîmoqra Kurdî Sûrî/ Cemal Şêx Baqî), herwiha di (14/1/1994)êan de (Partî Dîmoqrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriya/ Hemîd Derwîş), û di (1998)êan de (Partiya Yekîtî Dîmoqratî kurdî li Sûriya- Elwihde/ Ismaîl Umer) ew jî derbas nav vê hevbendiyê bûn, û çend kesayetiyên kurdî yên serbixwe jî di (2005)êan de bûn endam di komîta bilind de ya hevbendiya dîmoqrata kurdî li sûriya, û rêjeya wan kesayeyên serbixwe zêder bû ji 50%, bi berawird kirin bi rêjeya nûnerên paryan re.
me emê hewil bidin nerîna xwe tenê têre derbas bikin), yanî birastî jî ew hestê miyanrewiyê, nerimiyê û tewazinê, dîsan jî ez dibêjim em di wê desteya nivîsandinê de fêrbûn, û bûsila me ya siyasî di wê tewazin û miyanrewiyê de bû, bûsilek dûr ji tûndrewiyê û dûr ji siloganên beloq, ev yek dîsan jî em ji mamoste Hemîd Derwîş fêrbûn. H. Y- Belê. E. Ş- Yanî birastî ku mamoste Hemîd Derwîş xwe valakiribane ji nivîsandinê re, dibê ku gelekî ji vê mecalê serkeftîtir bane, me bixwe ew di kar de dîtiye, ewî tu istîfade ji keda xwe ya ragihandinî û kultûrî nekir, me jê sûd wergirt, wî gelekî xwe bi mere di westand, weke me got carna (50) carî me gotarek sipî û reş dikir û me dinivîsand û di dawî de me di qetand, dîsan di got herin bi vî rengî binivîsin, ez dixwazim bêjim ku em deyndarê van hokar û faktera ne.   Di hevbendiyê de jî ezmûneke zengîn û têr min derbas kir, ezmûna nûnerê partiyekê di nav nûnerê nêzîkî (10) partiyan de birastî ezmûneke gelekî giring û ne hesanî bû, carna  serkirdayetiyê dixwest, ku di vê viçin civîna komîta bilind û divê Helîm Yûsif yan herkesekî din bibê berpirsê filan komîtê, û di gotin de here tu û xwedayê xwe, ew nûner wê herê nav nûnerê wan partiyan tevan, ku her yek ji wan jî hatiye bi hêviya ku berbijêrê xwe destnîşan bikê û bidê qeûlkirin, êdî tu wek nûnerê partiya xwe tê çawa û çilo karibê raya xwe bidê meşandin û bibê serî ne bi zorê, lê bi riya li hevkirinê û tewafiqê, û raya xwe bidê meşandin bê ku kes bi xeyidê, evê ezmûnê, êdî bi rastî bandoreke serekî li ser min kir, weke ku tu herê li Zanîngeha Sorbon fêrî siyaset û nivîsandin û tefkîr û mentiq bibê, birastî kesatiyên mezin hebûn di desteya bilind de, mîne bi rehmet bê (Kemal Ehmed Derwîş), û bi rehmet bê (Ismaîl Umer), û yên dinê. Ew tev têde bûn 9 , şensê min jî baş bû ku ez yek ji wê komîtê bûm, dema ez çûme wê desteyê, bê guman ne ji ber imkanatê min yê pir bû, ji ber ku ez di qiyada partiya xwe de hîna nûbûm û piçûkê wan bûm, ez nû di sala(1993)`an bûbûm endamê serkirdayetiya partiya xwe, û ezmûna min jî ji ya hemiya hindiktir bû, lewma ez çûm wê desteyê ji ber ku ez hîna gênc bûm û negirêdayî bûm bi tu karan ve, û hîna ez ne zewicî bûm jî, û tu erkê malê di sitiwê min de tune bû, her wiha mana minî li Qamişlo jî hokarek bû, dibê ku hevalan wisa guman dikirin ku ez ji wan bêtir valame, û hevalan ez şandim nav hevbendiyê wek nûnerê partiyê, birastî êdî ez nêzîkî (15) salan di wirde mam weke ku tu di Ekadîmiyekê de bixwînê, yanî em fêrbûn çilo nîqaş bi rêve diçin, çawa diyalog tê meşandin, çilo mentiq tê bi karanîn, ev hemî bandora wê bi rengekî yekser li ser astê cultûrî û yê nivîsandinê li cem min kirin.
9 - Ji bo dîrokê baştire werê gotin ku ji wan kesên di destpêka avakirina hevbendiyê de, têne bîra min û di wê komîtê de me bi hevre demeke dirêj  karkir, evin ku ji her partiyekê (3) kes bûn, yan jî sekretêrê her pariyekê li gel du hevalên serkirdayetiyê: Hemîd Derwîş li gel (Elî şemdîn, û Fêsel Yûsif), Kema Derwîş li gel (Nisredîn û Si`ûd Mela), Isma`îl Umer li gel (ş;x Alî, û Zeredeşt Mihemed), Samî li gel (Beşar Emîn, û Miş`el Temo), Cemal şêx Baqî û Mele Dawid, Mihemed Mûsa û Salih Ebdo û şêxmûs Mûsa), Xêredîn Mûrad û Nûredîn ..t.d.

H. Y- Aniha te aliyekî vî babetî nîşanda, bi rengekî ku mirov gelek di keve etmosfêreke pir erênî û posetîv de ji aliyê vê ragihandina ku di hundirê partiyê de, yanî miletek wek miletê kurd û di demeke wek niha de, dinav çar welatan de parçe parçe bûye, hijmara wî jî di ser (40) meliyonî re ye, dewleta wî tuneye, ew bi hewceyî ragihandinekê ye ku karibê hinekî wî bi miletê dinyayê bide naskirin, û hêzên wî xwe bi xwe nêzîkî hev bikin û.. h.d. gelo ev ragihandina ku tu behsa wê dike, ev ragihandina partîtî jî aliyekî wê yê nerînî û nîgetîv jî tuneye ?, ku hinekî rêga li ber ragihandinekê digre, ragihandina neteweyî ku wilo berfireh bê, û kurd hemî ciyê xwe têde bibînin, ne tenê alîgirên vê partiyê yan wê partiyê?. E. Ş- Kak Helîm, aniha ciyê rexna di tevgera me ya siyasî de bê pîvane, û geleke, lê bi taybet rexnên ku ji aliyê rewşenbîran ve têne tevgerê, bere ew qisûrê nenerin, ez jî xwe yek ji wan di jimêrim, beşekî mezin ji rexnên wan ne di ciyê xwedene, û bi dehan xelk û xortan xwe ji nav tevgerê dane alî, ji nav rêxistinan xwe dane alî bi behana ku rê li ber wan tê girtin, weke min got belkî şensê min wa bû, lê ez di bêjim ne tenê şense, vaye hevalên me yê din jî hene, ne ez bitenê ew derfeta nivîsandinê li pêşiya wan jî hebû. H. Y- Aniha tu basa partiyekê dike, lê partiyên kurdî pirin. E. Ş- Raste, partiyek ji partiyekê cudaye, yanî belkî ku ez di partiyeke din de bame, ev derfet ji min re tune bane. H. Y- Yanî em bêjin bere hemî bibin yek partî, û bere nivîskar tev di vê partiyê de bi civin?. E. Ş- Na! ne xêr, ezê berevaniya partiyên din jî bikim, gelek nivîskar ji nav partiyên dinê jî derketine, belkî ne bi vê himbiz bûna li cem partiya me, lê hin kes li vir yan li devera dîtir derketine, mebest ewe ku beşek jê girêdayî ye bi hebûna hêlînekê ve ku mirov hembêz bikê, belkî li her ciyî û di her partiyê de ew hêlîn tune bû, vaye partiya me bi hezaran heval têde hene, lê ku tu bijmêrê em tenê bi dihan yên ku di nav partiya me de di warê rewşenbîriyê de dinivîsînin, gelo çima ?, mane eynî partiye ?, birastî ev yek di mîne li ser hokarê diwem, yanî her mirovek divê navtêdanek li cem wî bi xwe jî hebe, yê min ez ji tere di bêjim ku em gelek bi hevre xebitîne, ez bawer nakim ku kes ji wan bêtirî min xwendibe, lê ez nikarim bêjim ku ez weke filankes nivîskarim, ev xwendin bi xwe xwezayî ye yanî zatiye, qet partiyek nikarê ji tere bernamekî deynê ji bo ku tu bixwîne û xwe bike rewşenbîr, yan rajê destê te û bêjê were bibe rojnamevan, raste bingehek rêxistinî pêwiste hebe, û di vî warî de em bi şehnazî dibêjin ku ev yek me di partiya xwe de dîtiye, belkî hevalekî din ev derfet ne dîtibê lê min bi xwe dîtiye, ya din jî ewe ku bi bawerî ez dibêjim ez xwendevanekî başim, ez pir dixwînim, û ev xwendin bi xwe xwezayî ye û bi kesayetiya mirov ve girêdayî ye, pêwendiya wê bi mirov bi xwe ve ye. H. Y- Başe, bi dîtina te hîna dem nehatiye ku ragihandinek netewî çêbibe, ne ya partîtî ?, bere telîviziyon li ber çavê tebê, ne tenê belavokên partiyan?.
E. Ş- Em vegerin babetê (Ragihandin û raya giştî ya kurdî li sûriya), bi rastî li gor derdê ku min bi xwe azar jê dîtiye, ne tenê partiyan em kirine goşeyên teng de, yan jî rê li ber me girtine ku em nikaribin wê ragihandina netewî û serbixwe avabikin, eger tu bala xwe bidiyê, çawa yek partî bû û ji azmana ve du`a lê hate kirin ku divê parçe bibê û bibe Mehmûdikî û Etmankî, wek ku te jî di gotara xwe de behis kiriye, yanî ne ji azmana nifir li me hatiye kirin em bibin du bere, dest ketin nav de, û dest jî ne bitenê em bixwene, em hêzek gelekî piçûkin di bin bandore gelek hêzên mezin dene, di qûnaxekê de ku dirûşim û siloganên marksî û tebeqî hebûn, û di qûnaxekê de yên kurdistanî û diruşma (Rizgar kirin û yek xistina kurdistan) hebûn, û yên dîtir jî hebûn, mebest jê raya giştî kurdî li sûriya ya bê çek û destevala, tenê  rojname û belavokên ku (2- 3) mihan carekê bi diktîlo der di ketin, ku nîvê wan ne dihatin xwendin, ev di destên wê raya giştî kurdî de mabûn û bi van belavokan beramberî ragihandina dewletê û navçeyê û duniyayê disekinê û bergirî dikir, birastî evan hokaran ew derî li ber me girtiye, ne ji ber ku xwedê nifir li me kiriye û nizanin ji xwere ragihandineke netewî avabikin û çêbikin, em zanin, eger em bi xwazin em zanin, ez dibêjim ew ne bitenê partî berpirsin diber vê yekê de, rewşenbîr bi xwe jî berpirsin, yanî rewşenbîrên me her yekî di got ez serbixwe me, lê nikarîbûn du rojan serbixwe bimîne, ji xwe mirvov neçare , û nikarê xwe ji siyasetê dûrbixe, ew dikarê ne di partiya de be, lê nikarê siyasetê ne şopîne. H. Y- Belkî hinekî ev rewş girêdayî be bi bandora tunebûna dezgeh û saziyên rewşenbîrî û çandî ve, yanî ta ku rewşenbîr jî bê dezgeh bin, ez bawer nakim karibin ragihandineke netewî avabikin, yanî sazîbûn rola wê gelekî giringe di vî warî de. E. Ş- Belê, dibê ku ev tişt rastbê li pêşiya sala (1990), lê piştî vê salê êdî dîwarên ragihandinê yên navdewletî û navçeyî û yên Kurdistanî hilweşiyan û sînor li pêşiya ragihandin û pêwendiyan nemane, yanî ez li vir nûnerê partiya xwe me, saytekî me jî tuneye, lê wek min ji tere got, derfetek heye ku qazancê ji dezgehên kurdistanê tevan weregirtin, yanî ku rewşenbîr her li benda dezgehekî taybet bi mîne, ez dibêjim ku ew rewşenbîrekî nîgetîve, û hêviyek nerînî dike, birastî dezgeh hene ku dikarin qazancê jê bikin, kêşa me di sûriya de, di tevgera kurdî de li sûriya serxwebûna gotara siyasî ye, ne kêşeya serxwebûna dezgehaye, aniha ez dikarim gotarekê bi nivîsim, sed sayit hene ku wê belav bikin, eger saytê filan partiyê, filan dewletê yan fian aliyî belav nekin jî, lê telîviziyonek yan saytek heye ku yekser belavbike û bere dezgihên te  tunebin jî, ez dibêjim aniha behane tunebûna dezgehan ne maye, behane serekî ya nivîsandinê û gotara siyasiye, yê min ez dibînim ya rast ewe ku tevgera me ya siyasî nikarîbû ser bixwe bimîne, çi ji ber bandore kurdistanî, û çi bandora tebeqî û ya siloganên leşkergihê iştîrakî yê berê. û çi jî bandora dezgehên ewlekariyê yên dewletê, û hokarên tirsê û birçîbûnê û derxistina pariyê devê xelkî ji devê wan ji aliyê istixbaratên dewletê ve, ev hemî dibûne sedemên serekî ku gotareke siyasî serbixwe tunebê, lewma eger gotarek hebê wek ku ew rewşenbîr dibêjin ji xwe giya dibin keviran de namîne, ew gotar jî wê her li ciyekî were belavkirin, ez dibêjim dezgih hene,
lê kêşeya me ewe ku nivîskarê serbixwe (100%) tuneye.. ez dibêjim ku tevgera me ya siyasî bi giştî heta roja îro nikarî bû bi rehetî ser bixwe bi mîne, û eve babetê vê pirtûkê ye (Ragihandin û raya giştî ya kurdî li sûriya). H. Y- Dema me gelekî bilez di çê, ezê pirsa pirtûka te ya bi navê Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê di sed salî de (1916- 2016), ji te bikim, eger bi kurtayî bêjî çi sedemên hilbijartina vê mijarê bûn, eger tu karbê di çend hevokan de bibêjî?. E. Ş- Hokarê serekî ji pirtûka (Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê)`re 10 , vedgere wê dema ku min pirtûka xwe ya pêşî bi navê (Ragihandin û raya giştî ya kurdî li sûriya) di nivîsandin, ji ber ku babetê wan nêzîkî hevin, min wê çxê min pêdaçûn kir, û jêder û çavkanî jî peydakirin, zaniyarî  jî çêbûn û ketin nav destê minde, û wek min di pêşiyê de ji tere gotiye ku ez bi xwe jî ji destpêkêve di nav karê siyasî de bûm, gelek zaniyarî li cem çêbûn, û ya ji wê giringtir ew bû ku xezîneyek ji zaniyariyan berdest bû ku (24) se`etan, li sûriya û li vir, em bi hevrebûn, ew jî mamoste Hemîd Derwîş bû, birastî bandora wî serekî bû di van zaniyariyan de, destpêka çîroka vê pirtûkê ewe ku carekê ez û mamoste Hemîd bi hevre ji Silêmaniyê em di çûne Hewlêr ji bo başdarbûna wî di civîna komîta amadekar ya kongirê neteweyî ya yekem de 11 , û li vegerê wî birêde behesa wê civatê ji min re kir û got ku dicivatê de wî ji beşdaran got: (berî em kongirê netewî li darbixin ji bo yekxistina tevgera kurdî, pêwiste pêşî em li hev rûnin û em ji hev bipirs: gelo çima em wisa ji hev belav bûne û hokarê vê parçebûnê çine?), birastî ev gotina wî bi xwe yekser bû navtêdaneke serekî ji navnîşana kitêbê re, û yekser min jêre pêşniyar kir û min jê pirsî: (Mamoste babetek bi vê navnîşanê di serê min de heye, lê hîna bi temamî zelal nebûye, tu çi di bêje ku ez li ser vê diyardeya parçebûnê binivîsim ?), ewî yekser erê kir û piştgîriya xwe nîşanda weke hercar, û got: (hertiştek, yan her zaniyariyek pêwîst bê ez hazirim), û ez jî li vir sipasiya wî dikim ku êdî pêşgotina vê pirtûkê jî wî bi xwe nivîsiye, birastî ev bû destpêk ji vî karî re, ji xwe aliyê din jî ewe ku ez bi xwe jî zû ketim nav karê siyasî de û zû bûm endamê serkirdayetiyê jî, tevî ku ez wê çaxê piçûktirîn endam bûm di serkirdayetiyê de, lê ez ketim nav komîta bilind ya (Hevbendiya demoqrata kurdî li sûriya)`de, ku ji nêzîkî dih partiyan pêkdihat, ewên ku berê yektir bi xiyanetê gunehbar dikirin, û hatibûn bihevre di yek Hevbendiyê de bi hevre kar hevbeş dikirin, ez (15) salan di komîta wê ya bilind de mam heta ku ez hatim vir, li vir jî li Hewlêr min di komîta
10 - Ji bo xwendin û daxistina pirtûka (Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê), bi çapa wê ya Eliktironî ya (PDF), veger ser vê lînkê:
hps://drive.google.com/file/d/0B_ZrkjCjYut6MHVubmIteTAwbnM/view

11 - Ew civîn di (23.7.2013)`an de bû, Partiyên Kurdî û Kurdistanî li Hewlêr civiyan, li ser bangewaziya Mesêûd Berzanî ku bi navê Celal Talbanî û Ebdule Ocelan ev civîn li darxistibû, û têde Komîteyek amadekar hatibû destnîşan kirin ji bo li darxistina (Kongirê Netewey yê Kurdistanî), di nêzîktirîn demde, lê mixabin weke hercar ew civîn jî neçû serî.
nûneratiya (ENKS)de, me bi nûnerên partiyên din re karê hevbe (5- 6) salan berdewam kir, di encamp de ev karên hevbeş hemî bûne wek semyanekî ji min re kete xizmeta vî karê min yê nivîsavdinê de, êdî ew biriyar li cem min hate sitandin ku vê lêkolînê bibim serî, di seranserê vî karî de tirsek di hate nişandan dema ku min ji kesekî ji dervî hevalan, bi vî karê xwe agahdar dikir û min raya wan disitand, her yekser ewan di gotin: (tu karekî başe dikê, lê tê deriyê kulmozan li xwe vekê..), birastî ew tirsandin ji min re bû handanek û navtêdaneke giring ku ez bêtir li naverûka vê pirûkê vegerim û bi wirdî li ser bisekinim, û bêtir riyalist û babetî bim, ew tirsa pêşwext ku di got wê deriyek werê vekirin, di gotin ku ezê tiliya xwe di kulmozê rakim û tiştên din yên ji vî şêweyî, ev metirsî bûne navtêdan ji min re ku ez bêtir bi pirsiyaretî û bi hûrbînî babetê xwe bibim serî, û bêtir xwe bavêjim ber mentiq û dîkoment û zaniyariyên rast û riyalist, birastî di vî warî de jî pêwîste ez bêjim ku ev pirtûka min ya bi navê (Tevgera kurdî li sûriya û diyardeya parçebûnê), her di bin bandore kitêba (Hisên Miriwê)`de, ya bi navê (Elneziat Elmadiye...) û li ser şêwaza wê min hûnaye û nvîsiye, şêweyê ku ez aliyên nakok û dijber bi xwe bi dim axavtin di beramberî hevde, ne ku ez li şûna wan bi axivim, û min mesadir û jêderên wan anîne ne yê xwe, ku bi dîkoment çi li ser hev gotine ?, û çilo gotine ?, û tiştê balkêş û şensê baş ku tu bersivdan û rengdaneweyên nîgetîv û nerênî çênebûn li ser vê kitêbê, û ew tirsa ku dihate gotin ku wê deriyê kulmozê were vekirin, bi berûvajî wê bû, û ji wê bêtir di xwazim bêjim ku ev karê min yê pêşî bû ku tu nerazîbûn û bersivdanên nîgetîv li ser rû nedan, û ev yekê jî nîşanda ku wek mirêkê ez xwe têre bibînim, ku min karîbû ta astekî baş riyalist û babetî yan jî (mewdû`î) bim di vê nivîsandina xwede.

H. Y- gelek sipas mamoste Elî Şemdîn  ji bo hatina te ya bernamê me, mixabin dema me nema ji bo em li ser pirtûkên te û wergerên te yê din jî bi axivin, emê wê ji bo carek din bihêlin, gelek sipas ji bo hatina te ya bernama me, û sipas ji were jî temaşevanên hêja, û ta bernameyekî din hûn bimînin di xêr û xweşiyê de..
Bi xatirê we.

Têbînî...Hûn dikarin di vê linkê de jî tevayî hevpeyvînê bişopînin û bixwînin...

PUKmedia



 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator