Nuhtir Pirtûk


E. serkirdeyetî gotûbêja peyrewa navxwe bi dawî kir

Encûmena Serkirdeyetiya YNKê gotûbêjkirina piraniya madeyên peyrewa navxwe bi dawî kir.

Îro roja şemiyê 15-2-2020`qn li bajarê Silêmaniyê, Encûmena Serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê civînên xwe ên ku biryar bû dirêjpêder be paşxist û gotûbêjên xwe ên derbarê madeyên peyrewa navxwe jî bi dawî kir.

Di wê barê de, serpereştyarê civînên Encûmena Serkirdetiya YNKê Mistefa Çavreş ragihand; Civîna îro bi amadebûna serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKê Kosret Resûl Elî ku li ser daxwaza wî bû, civîna îro birêve çû.

Di dirêjahiya axivtinên xwe de, Çavreş aşkire kir ku di civînê de tekez li ser yekrêziya hundir Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hat kirin û dazanîn ku piraniya madeyên peyrewa navxwe hatin xwendin û gotûbêjkirin û wê di rojên dahato de deng li ser wan madeyan bê dayîn bi yekdengî. Her weha derbarê madeya desthilata Encûmena Siyasî û berjewedî YNKê ew madeya li gel hemû madeyên din bê erêkirin.

Tekez kir ku wê peyrewa navxwe yê YNKê piştî dengdanê yekser bikeve kar û bicihkirinê û ew civîn hat paşxistin tako Kosret Resûl Elî ji dervayî welat vedigere û wê li ser desthilata Encûmena Siyasî a Bilind û Berjewendiyên YNKê bi şêweriya bi wî re gotûbêj wê bê kirin.

PUKmedia



 

55 Êraqî bi koronayê ketin


Li welatên derva 55 Êraqî bi koronayê ketin

Peyvdarê wezareta derva ya Êraqê Ehmed Sehaf aûkire kir ku li dervayî Êraqê 2 k...


»  Nivîskarek: Keyo û Yaşar bi Korona jiyan ji dest dan
»  YNK beşdarî civîna Dakarê kir
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

Karîkator