Nuhtir Pirtûk


Merasîma pirtûka Mam Celal birêve çû

Merasîma dabeşkirina pirtûka Mam Celal di salona Kurdsitanî New de birêve çû.

Îro roja pêncşemê 3-10-2019`an, li bajarê Silêmaniyê di salona Kurdistanî New de, merasîma debaşkirina pirtûka rojnamevan û nivîskar Hozan Efrînî birêv çû.

Di destpêka wê merasîmê de, sernûserê PUKmedia`yê Karwan Enwer dest bi xêrhatina mêvanan kir û hemû beşdarvanên merasîmê ji bo rawestandina xwelek bêdeng ji bo rewanpakiya pakrewanên kurd û Kurdsitanê vexwend û piştre jî derbarê naveroka nivîsandin û amadekirina pirtûk a derbarê serok Mam Celal de şirove  kir û piştre jî derfet da bi nivîskar û rojnamvan Hozan Efrînî tako li ser pirtûkê axivtinên xwe pêşkêş bike.

Naveroka pirtûkê eve ku nivîskar Hozan Efrînî bi riya vê pirtûka bi navnîşana (Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd ) rola serok Mam Celal di xizmeta doza gelê kurd û parastina destkevtên gelê kurd ku wek endazyarê proseya aştî ji Bakurê Kurdistanê re û alîkariya damezrandina  yekemîn partiya kurdî li Rojavayê Kurdistanê aniye ser nivîs.

Her weha di axiftina xwe de, Efrînî gelek nimûneyên derbarê rastiya tekoşîn û xebatên Mam Celal anî ser ziman ku ji aliyê kesayetiyên mezin û xwedî xebatên dêrîn jê re hatine veguhtin û wî jî di pirtûka xwe de bi cihkiriye ku kesayetiya Mam Celal wek kesayetiyeke karîzme hatiye naskirin û bi navkirin.

Her weha, name û nêrînên siyasetvan û nivîskar û ronakbîrên kurd, Erebî, Êranî, Tirkî, Amerîkî, Rûsî û Ewropî jî derbarê kesayetiya karîzme yê Mam Celal de hatine ser nivîs, û rola ragihandina YNKê ji piştîvaniya gelê kurd û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê di pirtûkê de  cih digre.

Hêjayî gotinê ye ku çap û weşandina pirtûkê ji aliyê PUKmedia`yê ve hatiye kirin û dîzayîna pirtûkê jî bi destê kak Herêm Şêx Osman hatiye dîzeyînkirin ku bi awayekî pir girîng hatiye amadekirin.

Hûn dikarin di vir de bişopînin..

PUKmedia



 

Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket


Duh Çalakvanan li ser Tora Civakî wêneyên xweşkên ku şewitîne belav kirin.

Her weha çalavanan ragihand ku li bajar&e...


»  Şêx Alî serdana Komeleya Piştgiriya Gelên jêr Gefê kir
»  Bi wêne, kongireya navnetewê bo Rojava
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Diktor Nûredîn Zaza Siyasetmedar, Rewşenbîr û Mamosteyê gelê xwe bû


Dost , Heval û xwendevanên hêja bi babeta bîranîna 31 saliya koçkirina serokê partiya me Diktor Nûredîn Zaza , Ez vê kurte nasîn&e...


»  Vejandina fermanên binpêkirina mafên mirovan
»  Dildarê Ey Reqîb bû semol

Karîkator