Nuhtir Pirtûk


Sê pirtûkên nû hatin weşandin

Yek ji van berheman jî pirtûka bi navê "Meşa Jiyanê" ye. Bi kurdî hatiye nivîsandin û nivîskarê pirtûkê Kerem Bîlen e. Ev pirtûka yekem a nivîskar e. Nivîskar Bîlen 18 sal e di girtîgehê de ye û wiha dest bi pirtûkê kiriye û behsa rêwîtiya wê dike: "Heke jiyan tu rêwîtî bî, qet nesekine, bimeşe, di her gav û nefesê de tuyê xwe bibînî."

Pirtûka helbestan  "Daglarin Şarkilari" (Stranên Çiya) a Abdurrahman Çadirci derket. Helbestvan wiha dibêje "Tenê ne firek çay û mirin jî li çiyayan tê parvekirin…" Helbestvan Çadirci pirtûka xwe diyarî kulîlkên gêlazî yên welatê xwe dike. Helbestvan pêşgotina helbesta xwe wek "ferman" bi nav dike û helbestên xwe wek hestên çiyayan pênase dike.

Romana bi navê "Halklarin Zamani" (Dema Gelan) a M. Cihat Çobanoglû jî qala salên 2002-2004'an dike ku PKK ji bo vê demê dibêje "Pêvajoya tasfiyeyê". Pirtûk bi gotina Zerdeştê Kal; "Di dilê xwe cihekî veke, ku bila hezkirina te hezkirinan mezin bike"dest pê dike. Pirtûk di heman demê de pêvajoya rêxistina gelekî û pêvajoya derbasbûna berxwedanê vedibêje.


PUKmedia/Ajansan



 

Heyva Sor a Kurdî beşdarî çalakiyên cîhanî ya mafan kir


Li Almanyayê Heyva Sor a Kurdî beşdarî çalakiyên cîhanî ya mafan kir.

Di wê barê de, Dr. Seuydo Dîko di rûpela xwe ya Face...


»  Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
»  Kekeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator