Nuhtir Pirtûk


Mîr Abdulrezaq Bedirxan û Kovara Kurdistan.

Mîr Abdulrezaq Bedirxan kurê mîr Mihemed Necîb Paşa Bedirxan e. Mîr Abdulrezaq tê naskirin ji pêşengên dîplomatên kurd û yek ji rewşenbîrên bejin bilind di împeratoriya Osmanî de. Di sala 1906an de, digel mamê xwe mîr Alî Şamîl Paşa, Mihemed Axa, (Bavê Simko axayê Şikakî) û çend kesên din, li Stenbolê, bi gunehê kuştina Ridwan Paşa, serokê emniyeta Sultan Abulhemîd, hatine girtin û di encam de sirgûnî Afrîqyayê, bajarê Terablûsê bûne.. Di salên 1912 û 1913an de, wî û Simko Axayê Şikakî dibistanek kurdî, li bajarê Xoyê, bi alîkariya Rûsan vekirine û di eynê wan salan de, li Urmiyê kovarek bi navê (Kurdistan) weşandine. Di sala 1916an de, mîr Abdulrezaq Bedirxan, li Mûsilê ji rex waliyê wê Silêman Nezîf ve hatiye girtin, bidavekirin û di goristana biyaniyan de hatiye veşartin. 

Kovara Kurdistan: 

Kovareke kurdî û tirkî bû, cihê weşandina wê li Urmiya bû, xwedî û berpirsyarê wê şehîd Mîr Ebdirezaq Bedirxan bû; hejmara (1) ê di sala 1912an de çap bûye; ya dawîn di sala 1914an de; di sala 1913an de piştî ku Mîr Ebdirezaq Bedirxan çûye Saint Petersborgê, Simko Axayê Şikakî bi berpirsyariya kovara (Kurdistan) rabûye.

Konê Reş, Qamişlo, 20.04.2016

Vîviyan Fetah

PUKmedia



 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

5 saliya serkevtina Kobanê


Îro pêncemîn salvegera serkevtina berxwedana kelhaya Kurdistanê Kobanê ye. Hezar silav li rewanpakiya canfedayên Berxwedana Kobanê û di serî de...


»  Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim
»  Qelengê te buhaye Efrîna min

Karîkator