Nuhtir Pirtûk


Pirtûkek nû bi navê “Strana Şev û Rojekê’’

Berhema nû ya Ciwanmerd Kulek, “Strana Şev û Rojekê”  di nav weşanên Avesta de derket.

Strana Şev û Rojekê Ciwanmerd Kulek di vê berhema xwe de me dibe destpêka gotinê û qelema xwe di rengên dî ên edebiyatê dadike. Gotin vedigere deng û bi kilam, nihurandin û dûrikan durr û mirwariyên dengên edebiyata devkî û gelêrî cardî li ber çavên me radixîne. Dema ji tûrikê zargotinê bi temayeke wê ya herî takekesî û cawîdan, ango bi evînê, li ber guhê me dipistîne, ji wê yekê jî namîne ku hem silavekê bide şêweyê ezelî ê vegotinê, ango helbestê, hem jî xatireke derengmayî jê bixwaze ku weku di destpêka edebiyatê û kêm zêde a her nivîskarî de hebûye, di qonaxa wî ya yekem a nivîskariyê de jî ciyek girtiye. Vê berhevoka ku dengên Kurdî tê de wek ava kaniyan ji bin tebeqeyên kevnar ên mêjû û wêjeya me diherikin, dê bi muzîkalîteyeke resen û rengîn kitêbxaneya me bixemilîne.

Strana Şev û Rojekê

Ciwanmerd Kulek

PUKmedia



 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

5 saliya serkevtina Kobanê


Îro pêncemîn salvegera serkevtina berxwedana kelhaya Kurdistanê Kobanê ye. Hezar silav li rewanpakiya canfedayên Berxwedana Kobanê û di serî de...


»  Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim
»  Qelengê te buhaye Efrîna min

Karîkator