Nuhtir Pirtûk


Kurd û Kurdistan di Serdemên Dîrokê de - Dîlawer Zengî

Ji nivîskar û helbestvanê Kurd Dîlawer Zengî pirtûka nû ya bi navê ''Kurd û Kurdistan di serdemên dîrokê de'' bi zimanê Erebî derket.

Pirtûka Kurd û Kurdistan di serdemên dîrokê de bi çapa yekem ya sala 2015an ku li Qamişlo derket, têkildarî dîroka Kurdan li gor nêrînên zaniest û dîroknasan dibe, ku tê gotin ev navê Kurd 2000 sal berî zayînê derketiye holê, di wê serdema ku gelên derdorê û dîroknasên berê Kurd li gor navên herêmên ku lê dijiyan û zanebûnên xwe û zimanên cuda Kurd bi nav dikirin.

Di belgeyên dîrokî de yên ji despêka şaristaniya Mezoptamyayê bi navên wekî Kardox, Kardo, Kasît û Gûtî û gelek navên din behsa Kurdan tê kirin. 

Ev gel, Kurd, her ji destpêka dîroka naskirî ve li herêma dikeve navbera deryaya Wanê û çemê Dîcleyê û çiyayên Zagrosê jiyaye. Her wiha peyva Kurd jî tê wateya Mêrxasî û lehengiyê.

Di va pirtûkê de bi 4 beşên wê têkiliyên Kurdan bi gelên derdorê re nîqaş dike û dewletên Kurdî di serdema Îslamê de, û rewşa Kurdan di Cega Cîhanê ya Yekem de û peymanên navdewletî, raperîn û şoreşên Kurdan. 

Dîlawer Zengî bi şêweyekî dilkêş û li gor kronolojiya dîrokî va pirsê di nava xelekên pirtûkê de berz dike: ''Ji bo çi Kurd nebûn xwedî welat?'' Û têkiliyên Kurdan bi Ermeniyan û qonaxên guherîna doza Kurd di sedsala 21`an de û avakirina Komara Mehabad û Şoreşa Barzan û koçberiya Kurd, ku Kurd bûn yekem qurbaniyên komkujiyan di dîrokê de.

PUKmedia

 

 



 

Bi wêne, kongireya navnetewê bo Rojava


Konferansa navnetewê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê birêve çû hîn jî dirêjpêdere.

Duh roja 11-12-2019`an, li bajarê Broksil&...


»  Heyva Sor a Kurdî beşdarî çalakiyên cîhanî ya mafan kir
»  Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator