Nuhtir Pirtûk


Pirtûka ‘Destpêka felsefeyê’ derket

Xebata felsefî ya nivîskar-civaknas Alî Gurdilî ya bi navê “Destpêka Felsefeyê” ji hêla Weşanxaneya SORAN hate weşandin. Ev berhema hêja niha li benda xwendevan û felsefehezan e… Pirtûk, bi rêya sed gotarên felsefî-zanistî felsefeyê rave dike. Xebata Alî Gurdilî xwerû bi kurdî ye û felsefeyê li xwendevanan bi kurdî dinasîne…

Ali Gurdilî, civaknasekî kurd e. Di sala 1966-an de , li navçeya Gurdilan/Misircê, a ku girêdahîyê bajarê Sêrtê ye, hatîye dinyayê. Piştî, di sala 1980-an de tevî malbata xwe koçî bajarê Îzmîrê dibe, dikeve beşa civaknasiyê ya Zaningeha Ege-yê, û piştî çend salan jî zaningehê diqedîne. Nêzîkî pazdeh sal in hewl dide ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Taybetmendîya mamoste Alî Gurdilî ev e ku, hemû ked û xebatên xwe yên felsefî-zanistî bi zimanê daykê, bi kurdî pêk tîne…

Heta niha gelek gotarên wî ên zanistî û felsefî di kovarên wek Kovara W, Tîroj û Kovara Ajda de hatine çapkirin. Niha li Tirkiyê dijî, mamostetîya beşa felsefeyê dike û bavê du zarokan e. Xwedî û berpirsiyarê malpera felsefeyê ya bi navê www.felsefevan.org ê û xwedî û edîtorê Kovara Felsefevan e.

Berhemên wî yên ku heta niha hatine weşandin;
1-Dengê Felsefeyê – Weşanên Doz – Rêbendan 2006
2- Rewîtiyeke Zanistî – Weşanên Doz – Gulan 2007
3- Jiyan û Felsefeya Mensûrê Hallac ‘Enel Heq’-Weşanên Evrensel. Stenbol 2015

PUKmedia / Rewanbej



 

Bi wêne, kongireya navnetewê bo Rojava


Konferansa navnetewê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê birêve çû hîn jî dirêjpêdere.

Duh roja 11-12-2019`an, li bajarê Broksil&...


»  Heyva Sor a Kurdî beşdarî çalakiyên cîhanî ya mafan kir
»  Keçeke kurd markeya kincan bi navê xwe kir
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator