Nuhtir Pirtûk


APORÎA (Roman) H. KOVAN BAQÎ

DI NÊZ DE!!!

Çi romana Heteroglossîa be çi Aporîa be, Baqî dev ji pîvanên qebûlkirî yên rasyonalîzmê/realîzmê berdide û cîhaneke dekonstruktîf diafirîne, an jî dijcîhanekê diafirîne ku rêbazên fikirîn û îdraqê yên tradîsyonel dirûxîne. Li vê dijcîhanê, derfeta têgihîştina demê nemaye lê bi awayekî mecazî û sembolîk roman xwe ji demên mîtolojîk digihîne heta îro, belkî. Cih jî ne ji wan cihan e ku em fêr bûnê, carinan malzarokek e, carinan tiwaletek e, carinan hişek e, carinan betanê laşekî ye, hundirê çavekî ye, ser cismekî sar î hişk e… û ev giş jî li nav hev dikevin, vediguherin hevdu, di hundirê hev de şîn tên, ji hev dizên û li hev vedigerin.

UMRAN ARAN

Aporîa xwe li valahiya hîç ê diqewimîne û ji binehişî dixwaze biherike binehişî. Ev valahî dike ku rêya derî li însên şaş bibe. Çimkî wext û peyv bi vê valahiyê re dibe helezonek û dizivire, hey dizîzike. Zivir dewam e, peyv dewam, wext dewam, deng dewam. Ji bo çi? Ji bo 'hîç'. Naxwe me got ev helezonek e, çiqas jî doş bibe wê vegere nuqteya xwe'y destpêk ê. Ji loma peyv boş e, deng û sewt boş, wext boş. Ya ku talî di destê me de dimîne bêdengiyek e û ne tiştek din.

MESUT KAYA

“Malzaroka jinê, tekane welatê weled e ku jê tê qewirandin.”
Ez jî ne ehmeq im ku bi valahiyê re şerr bikim û bêjim, “binêr pêsîrên jinikê di destên wê de ne û bav û lêw bi hev re şîr didin!”
Na, pêzanîn tirrek e û meriv berdide valahiyê
Fêrbûn min pê ve girê dide. Jibîrkirin min pê ve girê dide. Dêmeg ez berradayiyê pêvegirêdayî me. Lewra pêvegirêdan di xwîna min de heye. Pêvegirêdana min dihêle ku ez li dij azadiyên bêyom serî rakim. Mîzaca min î qereqterîstîk e; heta mirinê jî ez ê koletiya xwe bihefidînim. Rimên xwe yeko-yeko diavêjim pêxîla serhildanên tirsonek. Zirxê min zexim e, nayê qulkirin; ji polayê sebrê hatiye çêkirin; di alaviya agirê hestan de hatiye sorkirin; bi çakûçe aqilê stewiyayî hatiye kutan û sotin. Ma azadî çi ye? Azadî makîneyeke efsûnî ye û miqîm yamyaman diafirîne. Hovîtî û barbariyê li çarnikalê dinyayê belav dike. Wekî din çi ye?

PUKmedia-Weşanên Na



 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

5 saliya serkevtina Kobanê


Îro pêncemîn salvegera serkevtina berxwedana kelhaya Kurdistanê Kobanê ye. Hezar silav li rewanpakiya canfedayên Berxwedana Kobanê û di serî de...


»  Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim
»  Qelengê te buhaye Efrîna min

Karîkator