Naveroka civîna politburoya YNKê


3/4/2020 18:15:00
Çapkirin
     .

Naveroka civîna Politburoya YNKê ya ku duh roja pêncşemê birêve çûye.

Duh roja pêncşemê 2-4-2020`an, li bajarê Silêmaniyê, Civîna politburoya YNKê bi serokatiya hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê Lahur Şêx Cengî li girê Dabeşanê bi rawestandina xwelek bêdeng li ser giyana pakrewanên kurd û Kurdistan û rewana Mam Celal û rewana dest pê kir.

Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine ku duh roja pêncşemê 2-4-2020`an wê di civîna politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de rewşa tenduristiyê û piştgiriya YNKê ji aliyên ku li hemberî vîrusa Korona dicengin bike.

Her weha wê di heman civînê de derbarê rewşa siyasî li ser asta Êraq û Herêma Kurdistan û navçeyê bi giştî gotûbêj bikin.

Di aliyeke wê civînê de, pabendbûna gel bi biryarên hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî vîrusa Korona û erkên hêzên navxweyî û polîs û asayîş bi girîng hat nirxandin.

Di civînê de tekez li ser parastina daxwazên gelê kurd ên rewa li gorî destura Êraqê û pabendbûn bi destura bingehîn ya Êraqê ye ya parastina mafên pêkhatan li Êraqê.

Her derbarê erkên hizbî û rêxistinan de jî, di wê civîna poltburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê de, amaje bi wê hat kirin ku wê di hemû bingehên rêxistinan de biryara pabendbûna bi rênmayên tenduristiyê pir bihêz bikin û kara bikin û piştgiriya karta tenduristiyê bikin.

Her wê civînê de seroka parlemana Kurdistanê Dr. Rêwaz Fayiq jî amade bibû û beşek ji tîma YNKê di hundirî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî.

PUKmedia


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator