COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye


1/4/2020 18:49:00
Çapkirin
     Hozan Efrînî

Nexweşiya destpêkê Taon (Atra Mors) bû...

Coronavirus an jî nexweşî û pete û her tiştê ku jiyana mirovan xistiye metirsîdariyê û jinav birî ji kevin ve heye, lê nav û çêwaz û biçîm û derektina wê bi awayekî cudatir bû ye û xwe dighure. lê piştî pêketina piraniya cîhanê di navbera salên 1347-1352`an de êdî piştre jî bû bi çêwazeke sîstemîk ku her sed salî hatiye belav kirin. Wek di salên 1720/1820/1920 û 2020"an nexweşî bi awayên metirsîdar hatiye belav kirin.

Di salên  1347 -1352 zayînê de li sertanserî Ewropayê nexweşiya Taonê derket û bi wê re jî birçîbûna mezin jî derket holê ku hêdî hêdî li piraniya welatên cîhanê belavbû ku ewên herî zêde ji ber Taonê jiyana xwe ji dest dane li welatê Çînê bû ku 1-3 ji asta hejmara nîştecihên Çînê jiyan ji dest dan. Taon angê (Atra Mors) bi wateya mirina reş ku ji aliyê Danîmarkiyan û Swêdiyan ve dihate bi nav kirin. Piştî pêketina Ewropa bi giştî Rojhilata Navîn jî pêketin û heya Asya û Çîn bi giştî di bin de man. Bû bi peyeke cîhanî.

Di sala 1720 li Mersîliya Firansayê vîrusa (Taon) dîsan serê hilda wek 1347 û 1352`an derket Û di çend rojan de 100 hezar kes kuşt. Di 1820"an devîrusa Kolêra derket û li Endonsiya û Tayland û Filipînê ku bêhtir ji 100 hezar kes kuşt. Di sala 1920'an de jî vîrusa înflonza ya Spanyayê derket ku û sedema kuştina. Bhtir ji 100 milyon kes

Di sala 2020'an de Coronavirus (COVID-19) derket ku pir lezgîne û wê bi sed hezaran mirovan jinav bibe, lê wê bi sûd be Ziyanên Korona jî hene ku metirsiya me desthilatiya peêwîst bî Ser rewşê de û bikaranîna VOVID/19 ji bo meramên sermayedarî û dirêjpêdana cenga buyolojîk.

Sûdên COVID-19 ji ziyanan pirtirin û tiştên ku di van demên dawiyê de ango di sala 2020`an de hatine holê, wê rastiyê bi zelalî didin xuyakirin û selmandin.

Rojek wê were ku emê hemû spasdarê Korona bin, Coronavirus xwedî taybetmendiya navnetewî ye, ango ti kes û çîn û netewe û xwedî hêz ne bihêz nas nake û ji hev cuda nake. Her kesên ku pabend bi rastiya jiyanê nebe, ew dibe armanca COVID-19 bi vê rengî mirov dikare bibêje ku ev vîrus xwedî taybetmendiyên navnetewî ye.

Berê her tiştî vîrusa Korona cîhan û gerdûn bi darê zorê fêrî serşûştin û pak û xewenî û rêkûpêkî jiyanê kir. Gerdûn fêrî dûrketin ji derew û qorxkarî û zordariyê kir. Gerdûn fêrî parastina jiyana malbatî û yekrêzî û hevkarî û hezkirina civakî kir. Her weha gerdûn fêrî sîstem û rêkûpêkiya jiyana rojê kir. Gerdûn fêrî kêmkirina xerckirina pere û benzîn û mazot û zêtê û her tiştî di jiyanê de kir.

Bi hatina Korona çîna Ozun a di metirsîyê de bû, hat parastin, jînge hat pakkirin, ji ber ku firîna firokeyan li ezmanan pûir pir hat kêmkirin û hatûçûna otombîl û çûmanan li sertanserî cîhanê hatin rawestandin û kêmkirin, vêxistina kargehên neftê û gazê û yên hemû kelûpelan hatin kêmkirin û derketina xelkê li derva jî hat kêmkirin, ji ber wê jî hem çîna Ozun û hem jîngeh hatin parastin û ji metirsîdariyê hatin dûrketin.

Her di aliyê kultûra êl û hozan de jî di nava civakê de tiştekî nû çê kir ku ew qerbelexa berfereh ku dibe sedema nexweşî û têkçûna tenduristiyan hast rawestandin ku êdî wek caran di mizgeftan de û di Lalaşan de û di dêr û kilîsen de komcivînên mezin nabin, her weha di dema mirina kesekî de jî ew komcivînên mezin ku bi 3 rojan dirêjpêder bûn namînin û ew tewqe û hev du maçkirina mirovan ji hev du re namîne, pak û xewenî dibe bi sîstema jiyana wan. Tê wê wasteyê ku êdî civak ji ne sîstemî kete hundir rewşeke sîstemîk. Ev yek wê rastiya jiyana civak û êl û hozan bi pileya yekê ji belavbûna nexweşiyan biparêze.

Her weha ji bo kêmkirina hejmara mirovan li gerdûnê ku gelek mezin û zêde bû ye, eger mirovên temendar kêm nebin, wê Ewropa bi taybetî zirarmendê aborî bin û wê nikaribin wek dixwazin di rêzbendên pêşkevtin û veguhdartina aboriya navnetewî de cihgir bin. Ji ber wê jî hinek ji welatên Ewropî xwezyarê belavbûna wê vîrusê ne.

Korona di yekemîn derketina xwe li ser qada cîhan û gerdûnê, xwe bi awayekî dadwer û tendrust û yeksan û wekhevî nîşan da û di warên kirdarî de jî wiha pêk tîne û çewtiyan jî bi rêkûpêkî saz dike, Cudabûnê nake navbera ti çîn û neteweyan. Korona dermana derewcî û bê wîjdana ye.

Coronavirus kesên xwe kiribûn padîşah û wezîr û axa û beg mela û şêx û serokên êl û eşîretan û hozan û her weha ew kesên din ku bi riya naskirina hikûmetan û hebûna pere û aborî xwe li ser gelên hejar û perîşan kiribûn koledar, serê wan li zevî da û ew stem û zordariya bi yekcarî ji holê rakir. Her di heman demê de jî mirov dikare bibêje ku Vîrusa COVID-19 berpirsên partî û hikmetan tev kir bi bê vîn û bê desthilat. COVID-19 wê şer û ceng û wêrankariyên li Kurdistan û navçeyê rawestîne.

Di dema dagîrkirina Efrînê de, ew welatên ku niha ji ber vîrusa Korona dikin zirzir û barbar, ji bo Tirkiye çepik lêdixistin, Almanaya tank zirîpûşên xwe ji bo dagîrkirina Efrînê rewa kir, Amerîkayê jî firokeyên f16 ji Tirkiye re rewa kir û Birîtanya bi mafê Tirkiye zanîn û Berazîl û Endonosiya û Çîn û Papayê Vatîkan û hemû Mislimanên cîhanê nemaz ji bo ketina Efrînê û piştgiriya Erdoxan dikirin. Wê demê kalekî Efrînî bang û hawar dikir digot ey Xweda tu li kuyî ku îro hemû Mislimanên cîhanê li dijî Efrînê xwîna zarokên me li neyarên me rewa kirine û Papayê Vatîkanê jî piştgiriya wan e, em kuda herin em çi bikin ..?

Îro tola Efrînê ji wan welatên zilhêz û zordest û desthildasrên kojer tê vedan û wek çawa ew firtene bi serê gelê kurd li Efrînê de anîn îro bi xwe bi serê xwe de jî anîn.

COVID-19 wê jîngeh û qata Uzon biparze û wê hejmara mirovan jî kêm bike û sîstemeke nû ji gerdûnê re saz bike û serok û serwerên welatên cîhan perwede bike. COVID-19 wê jîngeh û qata Uzon biparze û wê hejmara mirovan jî kêm bike û sîstemeke nû ji gerdûnê re saz bike û serok û serwerên welatên cîhan perwede bike.

Lê derencam jî, pêwîste mirov bi çavekî biçûk an jî vîrusê normal nebîne, eger kesek xwe jê neparêze û li gorî tenduristiya welatê xwe pabend nebe , wê demê wê xwe wunda bike. Ji ber ku ev vîrus ne kêmtire ji nexweşiya Taonê. Metiersiyên wê jî pirin, eger sûdên wê pir hatin zelalkirin, ger mirov bi rênmeyên tenduristiyê pabend nebe, wê demê rewş wê pir aloz û metirsîdar be û wê mirov jiyana xwe ji dest bide.

Hozan Efrînî

1-4-2020


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator