Lahur Şêx Cengî Newroz pîroz kir


21/3/2020 17:29:00
Çapkirin
     .

Hevserokê YNKê Lahur Şêx Cengî bi riya peyamekê Newroza 2632`an li gelê kurd û Kurdistanê  pîroz kir.

Di peyameke taybet bi Newroza 2632 ya kurdî, hevserokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî Newroz li tevahî gelê kurd û Kurdistanê pîroz kir.

Di peyama xwe de germtirîn pîrozbahî ên Newrozê li malbatên pakrewan û kadroyên YNKê û hêzên pêşmerge Kurdistan û ên wezareta Navxwe ya Kurdistan û saziyên xizmetkarî û ragiahndinê kir.

Di peyamê de aşkire kir ku gelê Kurdistan ji ber belavbûna nexweşiya vîrusa Koronayê rewşa gel nerihet kirî bi taybet rewşa jiyanî yên malbatên hejar û xwediyên pêdewîstiyên taybet. Ev ji erkê me ye ku em li ser wê mijarê rawestin û alîkariya wan bikin û em rêvebiriyên navxweyî û navendên nîştimanî û rêxistinên navxweyî agahdar dikin ku alîkarî û hevkarî pêşkêşî wan bikin û xwedî li erkên xwe derkevin.

Newroz taybetmendiyeke xwe taybet li cem YNKê heye bi taybetî dema bi serokatiya serokê rewanşad Mam Celal ku berî 29 salan biryar da Kerkûkê ji dagîrkeriya rêjîma Sedma Hisên rizgar bike li ser destên şoreşgerên çekdar ên rêxistinên YNKê û hêzên pêşmerge yên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ku di roja cejna Newrozê de, bajarê Kerkûkê bi giştî rizgar kirin.

weha aşkire kir ku piştî pirsa rapisê em wek YNKê emê tekoşîna xwe dirêjpêder bin tako rewşa giştî li Kerkûkê wek berê vedigerînin û hemû navçeyên Kurdistanê aram dikin û aloziyan çareser dikin.

Her weha di dawiya peyama xwe de got; Bi boneya pîrozkirina Newrozê em serê xwe ji bo rewanpakiya pakrewanên Kurdistan û rewanşadê gelê kurd Mam Celal ê ku li hemberî stem û zorê tekoşînek bê sînor kir ku tevahî jiyana xwe terxan kirbû ji bo mafên gelê kurd û gelên bindest.
Newroza we pîroz be û hêviya aramî û cansaxî ji we re dixwaz im.

PUKmedia


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator