Newroza we pîroz be


20/3/2020 23:21:00
Çapkirin
     Nivîskar Hişmend Şêxo

siba herkesê bê cem te şêrînê
Pîroz bike imrê xwe û imrê me dijînê
Destan bihejîne qedehan xweş xweş bigerîne
Şîrê qedeha destê te dermanê evînê

Birayên delal
Xuhên dilovan
Dema we xweş be
Dilê we şad be
Em li ser van helbestan fêrî kurdperweriyê û Hezkirina welêt dibûn , Lê îro jî em di welatê xwe de dîl û sêwî ne.

Gelî camêran

Heyva Avdarê bi şahî û Şehyanên xwe heyveke awarteye ji gelê kurd re.

Îsal Newroza 2020 / 2632 li me dibe mêvan û qeyrana Sûrî derbas sala xwe ya Dehem dibe ji kavilkirin , koçberî û derbideriyê...
Di heman demê de êş û birîna me li şûna xwe ye û hîn qeşmaq negirtî û çênebûye ji ber ku du sal di ser bêtar û dagîrkeriya Efrînê re derbas dibin û hîn jî êş û Azariya gelê me li wê herêma kurdî berdewame ji guherîna demoxrafî , darwerkirina bi darê zorê Dizî , birçîkirin , talankirin, girtin û kuştinê.

Ji destpêka damezrandina tevgera netewî ya kurdî de û heya bi roja îro niştimanperwerî , cefakêşî û kedkariya vî bajarî ji her kesî ve xuyaye , Lewre pirsek xew davê meydanê : Kurdistaneke bê Efrîn be wateya wê çiye gelo?

Bi hatina vê roja şadî û bi hestên hevalê Cegerxwîn ez cejina gelê Efrînê û cejina hemî gelê Kurdistan pîroz dikim , Herwiha bi vê babetê Ez bejina xwe li hember giyanê xebatkarê cefakêş damezrener û sekreterê partiya me Mamoste Ebdilhemîd Derwîş ditewînim , Ew kalemêrê hişmemd , xudiyê pênûsa parkir ewê bi hevalên xwe re li sêsid û şêst gundî Kurdaxê agirê Newrozê gur kiriye , Herwiha ez cejina netewî ya kurdî li hemî hevalên xwe yên nivîsgeha rêzanî û komîta navendî û li hemî xebatkarên Partiya Pêşverû pîroz dikim û dibêjim : Hûn her bimînin pêşeng ji gelê Kurdistana Sûriyê re.
Hêvîdarim di newroza bê de heyamek erênî were peyda kirin û gelê Efrînê yên li Kurdistanê û li derveyî welêt vegerin ser xaka xwe da ku em hemî bi hevre karibin birînên bajarê xwe derman bikin.

Bimînin di xêr û xweşiyê de
Hûn tev bijîn di evîna welatê xwe de

Bijî Newroz nîşana Aştî û Azadiyê

Pêşketin ji gelê kurd re

Serkeftin ji doza kurdî re

20 / 3 / 2020

Birayê we : Hişmend Şêxo
Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator