Newroza 2720 li we pîroz be


20/3/2020 22:42:00
Çapkirin
     .

Bi hatina salvegera cejna Newrozê, germtirîn pîrozbahî yên xwe araste ya tevahî ya gelê kurd û Kurdistan û Arî yan li Kurdistan û Cîhanê dik im.

Di dîroka gelê Kurd û Kurdistan ê de rastiya roja Newroz ê, bi nirxeke bê wêne hatiye zindî kirin û her sal di 21ê Adarê de tê pîroz kirin.
Newroz, bi wate ya rojeke nû tê şirove kirin ku wek şoreşeke mezin li hemberî sitem û bindestî ya desthilatî ya Împeretoriyeta Aşurî ya dema borî ku 612 li pêş zayîn ê ku bi seroketiya xebatkarê dîrokî ê mezin Kawa yê Hesinkar pêkhatibû û bi awayeke berçav ji aliyên gelên herêmê ve hatibû pîroz kirin.

Roja21-03- ji bo gelê Kurd li Kurdistan û li cîhan bûye bi rojeke xweşî û lihevî û hevparî, û serfirazî di wê rojê de gelek bûyer û pirsgirêkên cur bi cur yên nav civakî û yên têkçûna pêwendiyên dost û yar û bira û xizimeyetî ku vedigerin mîna berê û aşitî û lihehatineke baş çêdibe û hevgirtin û li hevnêzîbûn di nava rêzên gel de pêşdikeve, ew jî ji ber girîngî û pîrozî ya wê rojê ye.

Ew roj weke tava rojê û tava heyvê derketiye holê. Ji bo wê yekê, hatiye selmandin ku roja Newroz ê, bûye roja yeketiya rêzên gelê Kurd li Kurdistan û cîhan, di heman dem de jî, dê bibe cejneke giştî.

Hevkariya gelên Rojhilata navîn û bi taybet yên ku li Krdistan ê dijîn bi hev re, dê bi roja 21ê Adarê(Newroz) bê kirin, ji ber ku ew roj bû bi sedema şikandina zor û sitema desthilatdariya ku ji aliyê Îperetoriyeta Aşurî ve birêva diçû. Tê zanîn ku bi berdewamî, neheqî li rastiya hebûna gelên ku di wî welatî yan cih û warî de dijîn û nikolî û cînosayidek mezin li dijî wana pêk dihatin.

Bi salvegra roja Newroza pîroz, ez salvegera roja 21 ê Adare ku bi roja Newroz tê naskirin, germtirîn pîrozbahî arasteya sercem gelê Aryanî li Kurdistan û cîhan bi giştî û gelê Kurd bi taybetî û berxwedanvanên me li hundirî Efrîn a dagîrkirî û li Şahbayê di bin kona de dikim û hêvîdarim ku hemû rojên gelê me û ya cihana Aryanî yên dost her cejin û xweşî bin û ew roj bibe roja azadî ya gelê Kurd û tevahiya gelên blindest li cîhan û bone tev gets rizgarkirina Efrînê û Serêkanî û Girê Spî û tevahî navçe yên Kurdistanê.

Ez bawer im wê Efrîn ji bîra ti kesî neçe û ez bawerim ku wê vegere ji xwediyê wê yên bingehîn ku ji dîroka levin ve li ser wê axê dijîn .Her çiqad di roja 18/3/2018’an de em xemgîn bûn û Efrîn ji me hat standin û gelê me bi darê zorê der bi derkirin lê ez Newrozê bi awayekî serfiraz dinrxînin ji ber ku ji bo cihê serfirazî yê ye û ji fujmin re cihê serşûrî yê ye û hêvîdarim ku cejna Newroz, ne tenê ji aliyên Kurdan ve bê pîroz kirin. lê belê dibe ji aliyên gelên din ve û bi taybet ew gelên ku mîna gelê Kurd sitem û ne rihetî û ne rewayî lê hatine kirin û bi coşeka mezin bê Pîroz kirin .

Efrîn ji nîr na be û wê her vegere û Efrîn a me ye.

Careke din Newroza We Pîroz Be 🔥

Li gel silav û rêzên min

Hozan Efrînî
Newroza 2720
20/3/2020


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator