PYDKS hilbijartina hevserokên YNKê pîroz kir


21/2/2020 00:28:00
Çapkirin
     PYDKS hevserokên YNKê pîroz kir

Bi boneya hilbijartina hevserokên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê sekreterê giştî yê Partiya Yekîtî Ya Demokrat A Kurd Li Sûriyê rêzdar Mihyedîn Şêx Alî hilbijartina hevserokên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê her du rêzdar Bafil Talebanî û Lahur Şêx Cengî pîroz kir û evê li jêr naveroka wê birûskeyê ye:

Pîrozbahî

Ji heval û hogirên Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan ya bira re...
Silav û rêz...
Helbijartina herdu berêzan Lahor Şêx Cengî û Bafil Talebanî bona hevserokatiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) piştî serkeftina lidarxistina kongireya giştî ya 40, ciyê pîrozbahiya partiya me ye.

Bêguman, xebat û têkoşîna Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan û berevanî di ber berjewendiyên xelkê Herêma Kurdistanê bi taybetî xelkê Êraq bi gelemperî, rolekî berz û dîrokî ye.

Careke dî em we pîroz dikin û bêtir gavên serkeftî ji we re dixwazin.

20.02.2020an
Digel ciwantirîn silavan
Birayê we Mihyedîn Şêx Allî
Sekretêrê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

PUKmedia


 

Nivîskarek: Keyo û Yaşar bi Korona jiyan ji dest dan


Nivîskarê kurd Ferhad Cewerî di rûpela xwe ya Twitterê de nivîsî ye ku her du reşenbîrên kurd li Siwîsê bi vîrusa Koronay&eci...


»  YNK beşdarî civîna Dakarê kir
»  Almanya: Konferansa zimanî zikmakî ya navnetewî birêve çû
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

Karîkator