Enfal birîneke bê dermane naye ji bîr kirin


13/4/2019 18:58:00
Çapkirin
     Birîna Enfalan naye ji bîrkirin

Berî 31 salan, gelê kurd li Başûrê Kurdistanê rûbirûyê mezintirîn û metirsîdartirîn êrîş û operasyonên qirkirina regezî ya bi komî ku bi nave ”Enfalan” bû, di encamê de, 4500 gundên Kurdnişîn hatin kavilkirin û wêrankirin hem bi lêxistina çekên kîmyawî li Helebçe ku 5000 welqatiyên kurd ên sivîl şehîd bûn, bêhtir ji 10 hezar jî birîndar û gazî bûn û piştî mehekê jî bi awayekî din rengên opersyonan hatin guhertin û bi navê Enfalan bêhtir ji 182 hezar ji welatiyên kurd zarok, jin û kalan bi zindî hatin bin axkirin û Enfalkirin.

Pîlana Sedam û Elî Kîmyawî ya qirkirina gelê kurd

Sedam Hisên dîktetorê xwînmij ê Êraqê ku di sala 1968`an dem lawê apê xwe tawankar Elî Hesen Mecîd ku piştî kîmyabarankirina Helebçeyê ji aliyê nemir serok Mam Celal ve bi Elî Kîmyawî hat bi navkirin, ji pileya Erîf di artêşa Êraqê de ji bo pîlana jinavbirina gelê kurd bilind kir û hêdî hêdî tako di sala 1987`an de, bi wajoya dîkteorê Êraqê Sedam Hisên, Elî Hesen Mecîd pismaê xwe kir bi hakimê yekemîn û wek desthilata xwe li ser Êraqê desthilat da bi pismamê xwe li Başûrê Kurdistanê.

 Her weha dema ku Elî Kîmyawî wek hakimê Başûrê Kurdistanê hat destnîşankirin, projeya jinavbirina gelê kurd li ser sê xalên pir metirsîdar wek pîlannameyke regezperestî şovenîst pîlankirin, ji xwe re kir armanc û dest bi bi cihkirina wa projeya qirkirina regezî bi komî kir li dijî gelê kurd li ser 3 qonaxan kir, bi cî bi cihkirina pîlan û projeya qirkirina gelê kurd bi van 3 qonaxên metirsîdar ên li jêr re derbas bûn.

 Qonaxa pîlana qirkirinê…

Di qonaxa yekemîn de Elî Kîmyawî dest bi amadebaşiyên leşkerî û sîxwerî pir bi hêz kir û bêhtir ji 48 fewcên caşên kurd komkir û dest bi cihkirina artêş û caşên kurd ku bi nave Fewcên sivik dihatin naskirin di wan navçeyên ku derdora navçeyên azad ku di bin kontirola hêzên pêşmerge de bûn. Wek tê gotin ku ew tawankar di wê pîlana qonaxa yekemîn de, tev bi cih anî û ew navçeyên azad tev dorpêîkirin û ji bo qonaxa duyemîn jî dest bi amadebaşiyê kiribûn.

Her weha wek em tev dizanin ku armanc ji wan êrîşên hovane, ew bû ku êdî gelê kurd ji hole rakirina û nasnameya neteweyî ya gelê kurd bi yekcarî wunda bikin, tevî kavilkirina bi hezaran gund û deverên Kurdistanê, zêdetir ji 182 000 welatîyên sivîl ên kurd bûn ku piraniya wan bi bihaneya ku alîgirên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ne bûn qurban û şehîd bûn ku tev li deverên hişik û çul û baniyên biyabana başûrê Êraqê bi bildozer û tireksan bi zindî binax kirin.

Bêhtir ji 100 keçkên kurd ji wan malbatên Enfalkirî firoştin bazirganên kerxaneyên regezî li Misrê û hejmarek jî firoştin bi malên şah û mîrên welatên Kendavên Erebî(Farisî).

Di her salê de, di rojên mîna vê rojê de, salroja operasyonên enfalan yê di bin navê ji tawanên tawanên enfalande, ku ji aliyê rêjîma dîktetor ya rûxawî ve pêkhatiye, merasîmên bîranîn û vejandinê birêve diçin. Di hemû salvegereke karestata Enfalan de, gelê Kurd dîsan nefretê li kirdarên rêjîma Sedam Hisên yên şovenîst û malwêranî bînin.

 Enfalan rûreşia rêjîma Be`esî ya Êraqê aşkire kir û bûye mora reş li ser dîroka rêjîma xwînvexwer.

 Di hemû salekê de, ew rûreşiya rêjma rûxyî ji aliyê gelê kurd ve tê bibîranîn û bi tundî jî şermezar dikin û nefert wê dîktetoriyetê tînin.

Ew operasyonên ku pêkhatine Genocaid in

 Munzir El-Fedil ku yekek ji yasanasên herê navdar û naskirî yê Êraqê ye di derbarê karesta Enfalan de wiha dibêje,; Ew tawanên ku bi nave Enfalan li Kurdistanê li dijî gelê kurd di navbera salên 1987-1988`an de pêkhatine, ew tawanên qirkirina bi komî ye ango Cînosayide (Genocide).

 Munzir dibêje ew tawan li dijî mirovahiyê ne û ew ji tawanên cengê ne, ango ew tawan ne tenê tawanên navxweyî ne, lê di rastiyê de ew tawanên navneteweyî ne û tawanên navneteweyî metirsîdartirîn tawane û ne tenê ziyan bi wê wealtê ku tê de hatiye kirine dibe, lê ew ziyan jib o civaka navnetewayî bi giştî ye.

 Helwesta Herêma Kurdistanê ji Enfalan re

Hikûmeta herêma Kurdistanê tevî ku bi berdewamî ji bona dîtina gorênbikom û anîna termên enfalkiriya bo cîyê bav û kalan, di heman demê de ji bona baştirkirina jiyana malbatên qurbaniyên Enfalan dixebite û ji bona bicîhanîkirina dosyeya jonosîdaya Enfalan kar dike. Yek ji pêngavên girîng ew bû ku roja 14-4-1988 wek roja Enfalan destnîşankir ku di hem salekê de, di wê rojê de, bîranîna kereseta Enfalan birêve diçe.

 Di dema borî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya projeyên xwe xizmetekî berbiçav ji bo kesûkar û warisên enfalkiriyan hatiye kirin. Ji niha ve jî aliyên peywendîdar mijûlî amadekirina yasaya maf û imtiyazatên enfal û her weha kar jib o pesendkirina yasayeke bo zîndaniyên proseya enfalê tê kirin û bi cîbicîkirina wê yasayê jî xizmeta herî başe bo kesûkarên enfalkiriyan.

 Civata wezîrên herêma Kurdistanê

 Ji b o xwedî derketina li mafên malbatên Enfalkiriyên Germiyanê, pirsa derxistina biryarnemayên girtin derbarê rêwijakrên fewcên sivik ên beşdarî operesyonên enfalkirinê bûne di dema rêjîma Sadam ya têk çûyî de, Wezîrê Karûbarê Şehîd û Enfalkiriyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja pêncşemê 5 / 6 / 2014`an de, li gel serok û nûnerê dozgerê giştî li qeza Kelar civiya bû.

 Li gorî serdozgera giştî yê Germiyan Nîzar Hesen ku di civîna roja 5-6-2014`an pêkhatiye de, destgîrkirina ew kesên ku rêwijkariya fewcên sivik ên rêjîma Ba`es kirine ku hejmara wan 257 kese hate gotebêj kirin ku berê derheqê van kesan de biryara girtinê ji aliyê dadgeha ceza ya giran a Êraqê ve derketiye û da xuya kirin ku ji bo girtina van kesan bê ku cudahî di navbera bajarên Herêma Kurdistanê bête kirin perspektîfên pêwsît derketine rê.

 Her weha hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bilî mijara Enfalan jî, komîteyek ava kiriye tako ew komîte hemû dunya û cîhan bi operasyonên jinavirin û qirkirina kurdên Êzîdî û pêkhatên din bide nasîn ku di vê demê de, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve birêve diçin.

Her wiha di civînê de gilî û dawayên malbatên enfalkiriyan û rêxistinên peywendîdar bi dosaya enfalkiriyan ve derbarê ew tewanbarên û beşdarî operesyonên enfal bûne di dema desthilatdariya dîkteror Sadam Husên de hatine gotebêj kirin û nirxandin.

 Her weha ew tiştên ku hatine biryargirtin tev di 14-4-2018`an de û di biryarê serokatiya Herêma Kurdistanê de ya jimare 13- ya sala 2008`an de ku li ser biryara jimare 2 ya sala 2018`an ku ew biryara nasandin û pejirandina Enfalan bi (Genocide). Û tawanên li dijî mirovahî û tawanên cengê ne

 Enfal li gorî dadgeha bilind ya Êraqî

 Di sala 2009`an de, derbarê hinek ji wan kesên ku destên wan di pêkanîna Enfalan de hebûn ku ew tawanên ku kirine di çarçoveya qirkirina bi komî tê (Genocide). Her weha di meha nîsana 2008`an de jî, Encûmena Nûneran ya Êraqê biryar da ku ew kiryarên Enfalan ku li Kurdistanê li dijî gelê kurd pêkhatine de, dikevin çaçoveya qirkirina bi komî (Genocide).

 Her weha encûmena serokatiya Êraqê jî di biryareke xwe de ya jimare 26 ya sala 2008`an ku roja 10-9-2018`an hatiye derxistin ku tê de wiha hatiye nivîsandin; Ew kokmkujî û qirkirinên ku di derheqê gelê kurd li Kurdistana Êraqê de pêkhatine, bi hemû pîvanên xwe ve her qirkirina bui komî ye ango (Genocide).

 Helwesta sazî û aliyên siyasî û mirovî navneteweyî ji Enfalan re

 Helwestên navneteweyî derbarê pêkanîna siyaseta qirkirinê li Herêma Kurdstanê û bi taybetî kiriyarên pir qirêj ku bi Enfal têne naskirin, ji aliyê gelek wealtan ve jî helwest hatiye nîşandan û bi taybetî piştî ku rêjêîma Sedam Hisên hat rûxandin û bi hezaran belgeh û tiştên ku diselmînin ku rêjîmê li Kurdistanê komkujî û qirkina bi komî li dijî gelê kurd birêve biriye û (Genocide) pêkaniye.

 Piştîgiriya navnetweyî bo nasandina qirkirinê li Kurdistanê

 Perlemana Skutlanda`yê komcivîneke teybet lidarxist bo, danasîna komkuija “cînosayd” a, ku li dijî gelê Kurd bi destê rêjîma Baas a têk çûyî pêk hatiye guftûgo bike.

Komcivîn li ser daxwaza Partiya Nîştimanî a Skutlandî (SNP) li darket,yê ku di perlemantoya Skutlanda a ku ji 129 perlementerî pêktê ye, xwediyê 69 perlementerî ye.

Di komcivîa perlemantoyê de, komkuijya ku rêjîma Baas, a têk çûyî li dijî gelê Kurd kiriye hate gotbêj kirin, her wiha xebat tê kirin ku ev komkujî bi fermî ji aliyê perlemana Skutlandayê ve, bi Cînosaydê bête nas kirin.

Di vê derbarê de, çalakvanê Partiya Nîştimanî ya Skutlandî Şexewan Setar, a ku li bajarê Kilasko dimînê diyar kir , ku komcivîna perlemanê, a teybet di derbarê komkujiya ku bi ser serê gelê Kurd de hatiye, bi destê rêjîma Ba`es ê têkçûyî de, serkeftî derbas bû û gelek mijarên dananasîna vê komkuijyê weku qirkirina regezî bi komî (Genocide) gotebêj kirin.

Her wiha çalakvanê Partiyê tekez kir, ku ew ê her tevger bikin e ta ku, her du tewanên Enfal kirinê û bombebarana Kîmyawî ya bi ser bajarê Helebçe ya Şehîd, weku tewanên cînosayidê (Genocide) di perlemantoya Skutlanda yê bêne naskirin.

 Helwesta YNKê derbarê Enfalan de

 Gelê kurd ti carî wê siyaseta ku operasyonên enfalan li dijî gelê Kurd pêkhatibû kok ji bîr neke, her weha çiqas nelihevî û zehmetî û xembarî hatibû holê, gelê kurd di hemû salvegerên Enfalan de û bi taybetî bi alîkariya rêxistinên YNKê tekez dike ku ew karê ku rêjîma rûxayî ya Sedam Hisên li dijî gelê kurd pêkaniye, di dîroka mirovahiyê de, pir kêm heye û ew kiryar bi qirkirina komî didin nasandin û ev jêî li gorî yasayên mafên mirovan ên navneteweyî her tawana (Genocide)ê ye..

 Her weha YNKê di hemû salvegerên Enfalan de helwest nîşan dide û soza xwe jî dubare dike, YNKê amaje bi wê yekê dike ku ew operasyonên enfalan ku li dijî gelê kurd pêkhatine, xeraptirîn tawanên di dîroka mirovahiyê de ne, di wan qirkirinên bi komî de, tevayî pîvanên jinavbirin û qirkirinê hene ku ji aliyê dadgeha tawanan ya Êraqê ya bilind wek cînosaid (Genocide) bi nav kiriye û ev vejandina bîranîna enfalan, wefadarî ye ji xwîna şehîd û rêzgirtine ji berxwedana xwedî û malbatên wan re.

Her di gelek caran de, YNKê, tîşk xistiye ser ew qirkirin û jinavbirina ku gelê Kurd ji Feylî û Barzanî û Enfal û bombekirina gund û bajarên Kurdistanê û di serî de, bajarê Helebçeyê, lê tekez dike ku ew tev bi cînosaid (Genocide) hatine binav kirin û hem ji aliyaê Parlemana Kurdistan û hem jî ji aliyê parlemana Êraqê ve hatiye pejirandin.

 Helwesta Rojavayê Kurdistanê derbarê Enfalan de

Kareseta Enfalan wê her di bîrê gelê Kurdistanê de bimîne, bi vê navnîşanê Serokatiya Rojavayê Kurdistanê derbarê salvegera Enfalan de şermezar kir.

Di belavokeke xwe ya derbarê salvegera kareseta Enfalan de ragihand; Kareseta Enfalan wê her di bîrê gelê Kurdistanê de bimîne û ew tev tijiye li nelihevî û xembarî ku gelê me li dîrokê rastî hatî tev ji fedekarî û berxwedanî ye.

 Serokatiya hersê Encûmenên Cêbicêkar yên Rojavayê Kurdistanê, belavokeke di barê salroja Enfalan de weşand ku wêneyek ji wê gihîştiye destê PUKmedia`yê ku têde hatiye ku nîştimana kurd di 14-4-2015`an de, di her salê de, dest bi vejandina salvegra ew kersatê ku bi navê Enfalan hatiye naskirin dike, ku yeke ji mezintirîn operasyonên bi tawan li dijî mirovahiyê ye di vê serdema nûh de ku rêjîma Ba`es yê Êraqê li dijî gelê me di dawiya salên heştiyan de pêkanî bû.

Her weha di wê belavokê de, dibêje; Em wek Kordînasyona Giştî ya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, vê karesetê û karê nemirovî û şovînî ku li dijî gelê me li başûrê Kurdistanê pêkhatiye, Kareseta Enfalan wê her di bîrê gelê Kurdistanê de bimîne

 Hêjayî gotinê ye ku Enfal ji Qurana Pîroz sûreyek e û li gorî baweriya îslamê di dema Medîneyê de, li sala duyan yê hîcretê (koç kirinê) û piştî şerê Bedirê hatiye danin. Ji 75 ayetan pêk tê û navê xwe ji ayeta yekemîn girtiye. Peyva Enfal bi kurdî tê mana xenimetên şerê. Di sûreyê da ji bona misilmanan tê vegotin ku bi çi awayî û ji kê ra xenimetên şeran tên parvakirin.

Qonaxa Êrişên DAIŞê

Lê mixabin di 3-8-2014`an de, dîsan careke din gelê kurd kete aloziyeke din ê bê wêne ku derbasî qonaxa rûbirûbûneke çarenivîsas de ye dijî êrîşên mîna êrîşên Enfalan ku ji aliyê terorîstên DAÎŞ ve hatin pêkanîn û dîsan bi ser herêma Kurdistanê û her derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê jî bûn.

Ji ber vê yekê gelê Kurdistanê bi hemû pêkhate û aliyên siyasî ve, ji hemû deman zêdetir pêwîst bi yekdengî, yekrêzî û xweragiriyê heye, ji bona berhingarbûn û jinavbirina xewnên terorîstan û enfalçiyan û dijminên azadî û mirovatiyê.

Li Şengalê 5000 jin û keçkên kurdên Êzîdî revandin û tev li bazarên nehesê ya Mûsil, Til Hemîs, Holê, Şedadê, Munbic û Reqa û Baxoz û Hecînê didan firotan.

Her weha di roja 15-9-2018`4`an, dest bi êirşa mezin li dijî Kobanê jî kirin û li hemberê berxwedaniyek mezin ji aliyê şervanên YPGê û YPJê ve pêkhat û bi alîkariya hêzên pêşmerge û hevpeymana navneteweyî, ew êriş têkçû.

Lê hezar carî mixabin ku piştî têkçûna paytexta DAIŞê li ser destên şervanên ku piranî ji keç û ciwanên Efrînê bûn, opozisyona Sûrî û dewleta Tirk xwestin ku tola DAIŞê ji Efrînê rakin û di bin navê hebûna PKKê rewabûna dagîrkirina Efrînê ji xwe re saz kirin û di 18-3-2018`an de, Efrîna kurdan ku girîngtirîn cîgeha stratîjî ji bo gelê kurd bû hat dagîrkirin.

 Gelê kurd di wê baweriyê de ye ku, terorîstên DAÎŞ jî di eynî çarenivîsê berpirsên Basê û encamderên Enfalan be, lê îro me ew rastiya li Rojavayê Kurdistanê dît ku çawa terorîstên DAIŞê li Baxozê li ser destên keç û lawên gelê kurd têkçûn û riswa bûn.

PUKmedia-Hozan Efrînî



 

Nerwej; Rojnamevanekî kurd hat xelatkirin


Li welatê Nerwejê Rojnamevanekî kurd ê Rojhilatê Kurdistanê hat xelatkirin.

Ji bo derxistina rastiyên heyî li ser rewşa Rojhilata Nav&icir...


»   Kurdekî Sûrî li Pêş UNHCR li Cenevrê Xwe Şewitand
»  Ermenistan; Vekirina perestgeha haerî mezin a Êzîdiyan
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Dildarê Ey Reqîb bû semol


71`mîn salvegera helbestvanê şoreşgerê gelê kurd Dildar Koyî ku di nava gelê kurd de wek sembola parastina hestên netewî kurd û xwedan merşa ne...


»  Îsraîl ji bo me xwe nake neyarê gelên navçeyê
»  Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû

Karîkator