Rastî zelal bû ku hunermendê Rojhilatî hatiye terorkirin


9/12/2018 19:32:00
Çapkirin
     Rehîmî Zebîhî hat terorkirin

Hunermend Rehîmî Zebîhî di buyereke ne diyar û gumnkirî de ligel birayê xwe jiyana xwe ji dest dabû.

Di roja înê 7-12-2018`an, li navçeya Bane ya Rojhilatê Kurdistanê, Hunermendê navdarê Kurdistanê Rehîmî Zebîhî û birayê xwe Keywanî bi buyereke gumankirî jiyana xwe ji dest dabûn, lê di dawiyê de, hat aşkirekirin ku kesekî xelkê Tebrîzê ew her du bira kuşûtine.

Wek dabûn ragiahndin ku hunermendê navdarê gelê kurd Rehîmî Zebîhî bi buyereke hatûçûnê jiyana xwe ji dest daye, lê di rastiyê de, ew buyer gumankirî ye û ne zelal e. Li gorî hinek jêderên nêzîkî malbata her du qurbaniyan ku jiyanjidestana her du birakan karekî gumankirî û destên qirêj têde ye û wê di demên pêş de bête zelalkirin.

Di wê barê de, ajansa Mihrî ya Êranê ragiahand; Rehîmî Zebîhî û birayê xwe Kewywanî ji aliyê kesekî xelkê Tebrîzê ve hatine kuştin.

Li gor wê ajansê ku rêvebirê giştî yê polîsê bajarê Sineyê aşkire kirî ku kojerê her du bira Rehîmî û Keywanî ji aliyê wan ve piştî 24 demjêran hatiye girtin.

Her di wê çarçoveyê de, ajansa ÎRNA`yê jî daye ragihandin ku rêvebirê polîsê bajarê Bane Serheng Resûl Keremî jî di barê her du biryên ku hatine kuştin de ragiahnd; Ew her du kesên ku hatine kuştin, ji aliyê kesekî xelkê navçeya Merexeyê li parêzgeha Tebrîzê bi navê Ekber Abas Por ve hatine jehirkirin û piştre jî bi otombîlê biriye dervayî bajarê Baneyê û tev otombîlê agir berdeye û her du biryan jiyana xwe wiha ji dest dane..

Derbarê sedema kuştina her du biryan Rehîmî û Keywanî , rêvebirê polîsê Bane vedigerîne ser wê yekê ku kêşeyeke aborî di navbera wan de hebû, di encamê de, ew her du bira bûne qurbanî. Lê çalakvanên kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî dibêjin buyer siyasî ye û ne aborî ye.

PUKmedia

 


 

Siyasetvanê Kurd Bangi Haco koça dawî kir


Siyasetvanê Kurd cîgirê serokê KNKê Bangi Haco koça dawî kir.

Îro roja şemiyê 29-6-2019`an, li Ewropayê, siyasetvan û n...


»  Nadya Murad li Amerîkayê ye
»  Dêra Ancîlî; Biryara derketina Tirkiyê ji Efrînê da
 

Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî


Endamê mekteba ragihandina YNKê Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin  nekirî.

Di derbarê rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê &ucir...


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Zimanzanên kurd; Tîpên zeraveya Soranî ya herî resen in
 

Gelo çire te bi telefonekê dagîrkirina Efrînê ranewesatnd?


Di nûçeyeke Demgê Amerîka ya Kurmancî de wiha hatiye weşandin ku Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Erdogan û Kurdan çi got?


»  Bernameya Ji Rojavayê guhdar bikin
»  Roja Rojnamegeriya Cîhanî ya Azad


Karîkator