QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn


7/6/2018 11:07:00
Çapkirin
     QSD: di 3`rojan de 46`çete hatin kuştin û 3`gund rizgar bûn

Şervanên QSD'ê di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê de pêşve çûna xwe didomîn in. Şervanan sê gund û 7 mezree rizgarkirin. Di şer de 4 jê serçete bi giştî 46 çete hatin kuştin.

Navenda Ragîhandina ya QSD'ê derbarê hemleya bagera Cizîrê di malpera xwe ya fermî de got ku hêzên QSD'ê 3 gund û 7 mezreyên nêzî bajaroka Dişîşa ya stratejîk a başûr-rojhilatê Hesekê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Navenda QSD'ê da zanîn ku şervanên QSD'ê şervanan ji 2 baskan ve dest bi tevgerê kirin û got ku ji aliyê navçeya Şedadê ve şervanan karîbûn 7 kîlometreyan pêş ketin. Di vê herêmê de şervanan gundên El-Mercan, Kilêb Tehtanî û El-Xoyre, her wiha 7 mezreyên li derodra wan rizgarkirin.

Navenad Ragîhandina QSD'ê her wiha destnîşan kir ku di şerê giran ku li gundê Kilêb di navbera şervanên me û çeteyên DAIŞ'ê de rû dan, hejmarek çete hatin kuştin, her wiha motorsklêtek ku çeteyan bikar tanîn hedef girtin.

Hêjay gotinêye ku li gundê Mircan jî şervanên QSD'ê  tureyek fireh a mayînan dîtin. Her wiha Ekîbên QSD'ê  yên pspor dest bi bê bandorkirina wan mayînan kirin. Di heman gundî de şervanan tureyek tunlên ku çeteyan bikar tanîn dîtin.

Di şerê rû da de 4 jê serçete (emir) bi giştî 46 çete hatin kuştin. 2 şervanên QSD'ê  jî birîndar bûn. hate gotin ku rewşa şervanên birîndar başe.

Navenda Ragîhandinê ya QSD'ê derbarê eniya Holê de jî ev agahî dan: "Şervanên tevlî hemleyê bûne di heman demê de ji herêma Holê jî ketin tevgerê. li vir jî şervan ên me 7,5 kîlometreyan pêş ket. Li vir çete zêde liber xwe nadin, lê çete dixwazin bi hawanan hewl didin pêşketina şervanên me asteng bikin."

Navenda Ragîhandina QSD'ê derbarê şerê sê rojan ê hemleyê de got ku Koalîsyona Navdewletî di aliyê ezmanî de piştgiriya şervanan dike û ev agahî dan." Koalîsyona Navdewletî 21 caran tevgerên çeteyan bombebaran kirin, he wiha bi topêa giran 47 caran çeperên wan topbaran kirin, her wiha sê caran jî bi fûzayên Erd-Erd çete topbaran kirin."

PUKmedia/Navenda QSD


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim


Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim:

Tê zanîn ku ev bêtirî 40 salî ye Ragihandina Elêktronîk li cîhanê...


»  Qelengê te buhaye Efrîna min
»   Diktor Nûredîn Zaza Siyasetmedar, Rewşenbîr û Mamosteyê gelê xwe bû

Karîkator