Serkirdeyekî Efrînî; Tirkiyê bê destura Natoyê newêre derbasî Efrînê bibe


15/1/2018 18:07:00
Çapkirin
     Serokê şaxa HNDS Ebdurihman Murşid

Serkirdeyekî Efrînî dibêje ku dewleta Tirkiyêbi bê destura Natoyê û Rûsiyayê  newêre leşkerên xwe bi piyadeyî derbasî Efrînê bike.

Li gorî hevpeyvîneke malpera Hevpeymana Nîştimanî ya Demokrata Sûrî ku îro roja duşemê 15-1-2018`an de hevpeyvîneke xwe de, endamê Desteya Cêbicêkar yê Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî Ebdurihman Murşid ragihand ku dewleta Tirkiyê bi bê çireya kesik ji Nato û Rûsiyayê newêre leşkerên xwe bi riya piyade derbasî nava axa Hherêma Efrînê bike.

Murşid di dirêjahiya gotinên xwe de, amaje bi wê yekê kir ku Tirkiyê baş hêza me û vîna gelê me nas dike ku em ne wek xelkên Celeblus û Udlib û Bab û Ezazê ne ku pêşwazî lê bikin û Kobanê û Reqayê û Munbicê wek nimûne ne ji wan re ku çawa DAIŞ tê de şikest xwerin û hêza wan tev rûxa. Eger Tirkiyê êrişekî wiha bi bê piştîvaniya Nato û Rûsiya bike, wê çarenivîsa wan jî wek DAIŞê be. Her weha tekez jî kir ku gelê Efrînê wê pêşwazî li artêşa Tirkiyê neke û wê li ber xwe bide û mafên xwe yên xweparastinê bi kar bîne ji ber ku em aştîxwazin û şer naxwazin û ti armancên me li dijî Tirkiyê nabe eger ew rêz li yasayên navneteweyî yê parastina sînoran bigre.

Derbarê helwest û biryara xelkên Efrînê û hêzên wê de, serokê Şaxa Hevpeymana Nîştimanî ya Demokratîka Sûrî dazanîn ku biryar û helwesta wan ya niha û ya dawî, her berxwedan e, ji ber ku ew xwedî armanca parastina gel û doza xwe ne, ne li dijî ti welat û aliyan e. Ew êrişî bo ser berjiwandiyên ti hêz û welatên cîran in. Efrîn herdem cihê aştî û rêz li gelên din ên Sûrî girtine ku berê xwe dane Efrînê û armanca wan parastina aramî û ewlehiya xelkên Herêma Efrînê ne.

Derbarê banga wan ji civaka navneteweyî  û ji gelê Efrînê re, Ebdurihman Murşid da xuyakirin ku ew bang li civaka navneteweyî dike ku li hemberî destêwerdan û hewlên dagîrkirina Tirkiyêji Efrînê bê deng nebin û xwedî helwest bin. Eger na, wê demê milmilaniyên nûh û dijwar di herêm û navçeyê de peyda dibin û wê ne tenê Tirkiyê be jî, wê berjewandiyan gelek alî û welatên cur bi cur bixwe metirsiyan, her weha wê komkujî li dijî sivîlên Efrînê bên kirin û wê binpêkirina maf û azadiya mirovan bêne binpêkirin û wê demê şermezarî ye ji civaka navneteweyî re. Ji ber ku em bi xwe li dijî şer û ceng û milmilaniyan e, ji ber wê jî, pêwîste civaka navneteweyî fişar bixe ser Tirkiyê û bêdeng bikin û bi taybet Amerîka û Rûsiya ku Nato jî di nav de, ji ber ku Tirkiyê endamekî Nato ye û li gorî yasa û xalên rêkevtinên Natoyê bi endamên xwe re, nabe ti welatek bi bê razîbûna Natoyê êrişî welatekî bike an biryarên cengê bide.

Derbarê xelkê Efrînê jî, Murşid got; Xelkê Efrînê pêwîstiya wan bi name û rênmeyan tune ye, ji ber ku ew xwedî dîrokeke berxwedanê ne. Ew her dem ligel keç û lawên xwe di heman sengerê de ne û ez dibêjim ku em bi vîna gelê xwe bawer in ku em ê bi serkevin. Gelê kurd li Efrînê aştîxwaz û ne cengxwaze. Daxwaza aramî û ewleya jiyana xelkê xwe dikin destpêka her karekî û ewê razî nebin ku êrişên neyartî li ser herêma xwe bipejirînin û wê tenê bersiv aştîxwazî û aramxwazî be.

PUKmedia-Hozan Efrînî


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê


3 rojnameger, sê kesên ku berxwedana dîrokî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê ragihandin cihanê. Ew berxwedanek dîrokî ya taxek biçû...


»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo
»  Silêmanî; Yilmaz Guney dibe sersurhênerê 8`mîn ya dunya yê

Karîkator