Biradost Mîtanî ji PUKmedia`yê re dipeyive


11/12/2017 16:59:00
Çapkirin
     Dîroknas Biradost Mîtanî

Çend roj berê me wek rêklamek ji bo tevahiya xwendevan û şopêner û bînerên PUKmedia`yê, ya hevpeyvîna taybet ji Rojava ligel dîroknasê kurd mamoste Biradost Mîtanî sazkiriye û wê di roja duşemê de bê weşandin û li bendê bin.


PUKmedia`yê, hevpeyvîneke taybet li gel dîroknas û lêkolînerê navdar yê Rojavayê Kurdistanê mamoste Biradost Mîtanî diweşîne.
Wek li ser kasayetiya dîroknasê kurd yê hemdemî mamoste Biradost Mîtanî tê gotin û naskirin.

Ji bilî ew hemû nivîs û lêkolîn û kar û xebatên wî ên di barê derxistina rastiya dîroka dêrîn û derbasbûyî û yê niha ku gelê kurd tê de xwedî bandor bû ye û doza xwe ya rewa parastiye, Mamoste Biradost Mîtanî rehên wî yên kûr û dûr, di warê welatparêziyê de têne dîtin, ji dema faşistên Beisyande mala wî bi dergehekî fereh û bi rengekî razyarî û veşartî ji hemû çalakyên welatparêzyê re vekirî bû, û roleke wî di warê belavkirina têgihêneyên netewiya Kurd û rewşenbîrî û zimanê Kurdî de pir mezin heye, ji ber wê jî, ew i erkê mamostetiyê hatibû derxistin û  mûçeyê (fon) wî hatine birîn.

Her weha wek me soaz dabû bi xwendevan û şopêner û bînerên PUKmedia`yê ên hêja, îro me wa hevpeyvîna nirxdar ya dîroknas Biradost Mîtanî ji we re weşand û evê li xwerê bersivên mamoste ji bo pirsyarên PUKmedia`yê ne.


PUKmedia - Hûn rewşa kar û xebata rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxîn in...?


Biradoast Mîtanî - Weke îro li Rojava xebata rewşenbîrî şêweyekî piratîkî dixwaze û ev şêweyê piratîkî gerewa wê heye: Dilsozî, westandin, xisar û carinan pakrewanî, lewra dihêle ku sê rengên rewşenbîriyê li Rojava peyda bibin

1- Xwediyên çanda şoreşgerî, bi taybet ên mane pabend bi vê şoreşa ku li dar ve, di berhem û xebata xwe de tevlî bûyer, çalakî, êş û pênasiya berxwedêrên me mîna YPJ û YPG dan û beşdarî lêgerîna çareseriyan ji rewşê re bûn.

2- Yên dijî vê şoreşê rabûn, mixabin dema li keştiya hinek partî siwar bûn û bûne layegir ji tûjkirina nakûkiyên siyasî re, lewra berxwedana wan tekoşerên me berçav nedîtin û xebata pêşxistina civakê paşguh kirin û piraniya van koçber bûn ji Rojava.

3- Rewşenbîrên bê rol, heme tenê carcaran berheminan bi navê serbixwe derdixin û tu pêjin ji wan nayê, û xwe nabînin pabend bi doza şoreşa Rojava re.

Ji layê rêxistinî ve, rewşenbîr jî mîna siyasiyan bûne parçe, yekîtiya nivîskaran ji yekê bûne sê parçe û di nava nakûkiyan de jiyan dikin û carcaran bizavinan li Qamişlo li dar dixin û şaxên wan li bajar û bajarokan rawestiyane, bê xebatin.
Gelek rewşenbîr li ser asta kesayet hev na pejirînin û di nav nakukiyan de ne.
Tevgera çand û huner a xwedî navende di bajar û bajarokan de xwedî bizav û çalakiyên balkêşin.

Yekîtiya rewşaenbîrên kantona CIZÎRÊ heye bi rêxistinî û hevgirtî û rêvebiriya hevserokan di nav liv û tevgerê de ye û pêwendîdar e bi şaxan re , şaxên wê çalakin li gorî kurt û kêmasiyên di nav bizava wan de jî , lê ew zengînin bi xebata xwe , her heyv civînek ji kantonê û hemû şaxan çê dibe , rewşa xwe ya kar gotûbêj dikin û pîlana heyva bê ji xwe re di deynin , her şaxek bi perwerde û semînar û çalekî radibe û carinan pirtûkên endaman jî çap dikin .
Weke wan Yekîtiyan a kantona Kobanê û ya Efrînê jî hene , ew hersê mîna malbatekê ne , xwedî yek rêbazin , lê derfetên pêwendiyan kêmin di navbera wan de, nexasim bi Efrînê re .
Weke beşek ji wan komîta Wêje jî heye û di nav wan yekîtiyan de ya rewşenbîrên Jin jî heye û bi xebateke cida carinan radibe, taybet bi jinê ye.

Dîdargiha Girkêlegê ya rewşenbîrî heye,  ew ji dema Rêjîmê ve ava ye, bi dizî xebata xwe dikir û gelek astengî di dîtin, ser destên min û hevalina min 2006z ava biwe, ew bi serbixwe ye.
Saziyek din a rewşenbîran heye bi navê hevgirtina rewşenbîrên Rojava ve ye, ew jî carinan bi pirojeyan radibe, lê me bizava şaxên wan li bajarên dervî Qamişlo bi balkêşî nediye.
Ekadimiya civaka demuqrat jî heye, xebata wê taybet bilavkirina zanistiyê ye, bi riya perwerdê û bireşor û lêkolînan, li hersê kantonan û vê dawiyê ber bi MINBIC û deverên din ve jî diçe.
Carê navê wê Saziya Nûrî Dêrsimî ya ramanê azad bû, piştre di kongir de navê wê bû saziya zanist û ramanê azad, beriya ku navê wê bibe ekadimiya civaka demuqrat weke îro ew nav lê ye.


PUKmedia - Gelo xebat û liva rewşenbîrî û çandî ji kijan sale ve dest pê kiriye...?


Biradoast Mîtanî - Xebata çanda Kurdî di Rojava bi taybet û li Sûrî bi giştî, ji dema ku Ferensa ew dagirkiriye ve heye, keda wan rewşenbîrên me tomar û balkêş e, mîna S. Cigerxwîn, S.Celadet, Rewşen Bedirxan, Reşîdê Kurd, Nûrî Dêrsimî, Seydayê Keleş, Bêbehar, Xemgînê Xanî, Rizo Osê, Emerê Lalê, Deham EvdilFetah, Konê Reş, Xalis Misewer, Salihê Heydo, Xelîl Sasûnî û bi dehan rewşenbîr di liv û xebatê de bûn li gorî derfetên zehmet ji layî rêjîm û desthilatdaran ve û bi wî şêweyî berdewam kir ta şoreşa Tîrmihê li Rojava.

Di bin siha vê azadiya ku şoreşa Rojava bi xwe re anî, pir derfet çê bûn ji xebatê re, bi şêweyek serbest û dûr ji stemkariyê, lewra em karin bêjin liv û tevgera rast pêk hat, ji ber ku bi dehan rojname, kovar û pirtûk bêyî astengiyên stemkarî tên çapkirin, wilo sazî û komele jî hatin damezrandin, yanî em karin bêjin xebata rewşenbîrî di piratîkê de weke dîrok ji destpêka şoreşa Tîrmehê ev heft sale ji 2011z ve dest pê kiriye û xebat berferhtir dibe.


PUKmedia - Hûn wek lêkolîner û dîrokzanekî kurdê Rojavayê Kurdistanê, çawa dikarin asta xebata rewşenbîrî li Rojava bilintir bi akadîmekirina dirust bikin tako wek tê xwestin cih bigre...?


Biradoast Mîtanî – Rast e, baweriyên min jî hene ku xebata rewşenbîrî bi şêweyê seresere û ser asta kesane û weke dema berê bi wê kilasîkiyê nameşe û wê encamên wê kêm û seqet bin û ne li gorî pîvanên ku tên xwestin ji bo encamên baş û nûjen, lewra pêwîste û pir giringe ku ev xebata rewşenbîrî bi şêweyê ekadîmî be.
 Weke îro rewşa xebatê henekî arîkare, alav, amûr, teknîk û navend çê dibin û karê bi sûde ji wan tê wergirtin.  Jêderên dîrokî yên bê alî û yên kurdî pir bûne, rastiya dîrokê xwe zelal dike, namîne bi hêviya wê dîroka sexte ya ku rêjîm û deshilatdaran ve, ya ku wan dinivîsand li gorî armancên xwe yên xirab.

Pirtûkaxane li seranserî Rojava çê dibin, dîrokzan kar li wan vegere û sûdê ji wan bigire û em berhemên xwe bidne wan. Dibistan azad bûne, ez û hevrêyên min di dîrokê de, dikarin di nav mamoste û xwendevanan de, perwerdeya dîrokî bidin.
 Li Rojava zanîngih û akedemî çê bûne, derfet heye ku lêkolîn û wane û perwerde lê were dayîn.
Navendên lêkolîna dîrokî jî hene, li gorî qelisîtiya wan jî lê bi kedeke wêjeyî û dîrokî radibin, rojname, kovar pir bûne.
Lewra jî, derfet heye ku em lêkolînên xwe bikin, û belav bikin li wan navenend û rojname û kovaran.
Bi vê yekê, asta xebata dîrokî bilindtir dibe, û em dikarin bêjin bilindtir bû ye jî, û bi rengê ekademîk, bi taybet ji layê min ve, di nivîsgihên Yekîtiya Rewşenbîran de, û di dibistanan de, komîne navendên çand û huner û akedemiyan de, û di rojname û kovar û pirtûkan de.


PUKmedia - Kesayetiyên ku rewşenbîr û xwedî rol bûn û koça dawî kirine, ew kî ne û hûn dikarin rola wan di çi warî de bidin nasîn...?


Biradoast Mîtanî - Di van dehpazdeh salên borî de, hijmarek rewşenbîr ji kiştiya çandê peya bûne û ber bi dilovaniya xwedayê xwe bûne, ji wan helbestvan Emerê Lalê, helbestvan Xemgînê Xanî, nivîskar û wêjevan Rizwê Osê, helbestvan û wêjevan Seydayê Keleş, berya du salan rexnevan û siysetmedar û nivîskar û helbestvan Mihemed XelîL Kalo û berya heftiyekê helbestvan Xelîlê Sasûnî.


PUKmedia - Em bi hêvî ne ku hûn Xebata rewşenbîrî û çanda neteweyî ya resen di dema berê û niha de ji xwendevanên me re şirove bikin?


Biradoast Mîtanî -Di dema berê de: Çanda resen bi gelemperî ma bû di gundewarên Kurdan de, wek çîrok, metelok, stran, wêje tev û cilûbergên kevnetor û filklor li ser destên dê û bavên me, ji ber ku bandora kapîtalîzmê û sermeyedariyê lê ne xweret bû.
Wê çandê gelek stûnerên strana kurdî afirandin, mîna Aramê Dîgran, Eyşeşan, Ehmedê Cizrawî, Hesenê Cizrawî, Kewîs Axa, Meyrem Xan, Qerebêtê Xaço, Tehsîn Tata Şemal Sa'ib, Mihemed Şêxo, Leto, Xidirkê Omerî û bi sedan dengbêj û hunermend bi xebateke sade û xwezayî di layê strana kurdî de.

Di layê nivîsandinê de, bi sedan helbestvan û nivîskar hebûn, mixabin di destpêkê de, bi tîpên Qur'na Pîroz dinivîsandin ên Soranî, mîna : Cizerî, Ehmedê Xanî, Herîrî, Feqhê Teyran, Xemgînê Xanî, Mela Nûriyê Hesarê, Pîremêrd û bi dehan ên din, nexasim ên nivîsandina xwe kirin bi tîpên Kurdî mîna S. Cigerxwîn, Sydayê Tîrêj, Dîlewrê Zengî û Salihê Heydo.

Li ser destên dagîrkerên Kurdistan şerekî virtone pêk dihat dijî çanda Kurdî bi navê ola misilmaniyê û di dema dewletên wê de ser destên desthilatdarên Tirk, Ereb û Firs çanda kurdî dihate helandin û çanda kurdî ya resen tune dikirin, bi taybet li bajaran û xebata rewşenbîrî qedexe dikirin, ta asteyekê zimanzanên Kurd di kuştin, mînak di dema Emewiyan de Hecacê kurê Ûsivê Seqefî serokê dîwanê yê Kurd merûxê kurê Zadan kuşt û wan Emewiyan pirtûkê bi tîpên kurdî pêlewanî şewitandin, ji tunekirina zimanê kurdî, bihtir ji 500 salî kurdan bi zimanê xwe nenivîsand ta çerxê (11) z. Di vî layî de, bi dehan bûyer hene, ew babetek taybet jê re divê.

Dema niha bi taybet, di serdema vê şoreşa me de, cîwaza xebata me ewe ku em ne bi şêweyê kilasîk xebatê bikin, bi nûjenî, ji ber kurdê me, di mêjyê xwe de jî, hatiye talan kirin, û ta radeyeke bilind kurdiyetî ji kesayeta wî derxistine û ya biyanî û sexte xistine cihê wê de, yanî xwestine cîneyên fîzîkî ji mêjî û laşên kurd biguherînin. Lewra, weke niha ji me tê xwestin, em koka rast a çanda xwe bigerin û lêkolînan li ser bikin, ji ber ku reseniya çanda me, pir birîndar bû ye û gelek caran jî, li ser destên nifşên me yên nû jî mixabin, dema ku nirxê çanda xwe nas nedikir û ber bi ya biyanî ve diçe, çî Ingilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî ve diçû û li ya xwe xwedî nederdiket, ev diyarde dihêle ku em rerwşenbîr erkê xwe bicih bînin, nexasaim va derfet tê, ji layekî ve niha kurdiyetî geş dibe û nifşê me yê ciwan bi zehfî li hestên xwe yê netewî xwedî derdikeve. Ji layê din ve, toqa stemkariyê ji stiwê me kurdan derdikeve, ji ber vê yekê ez dibêj im ku rewşenbîriya resen vedgere û jê re tê kir in, lê dive bi pabendiyek xwedî rêjek bilindtir be ji layê rewşenbîran ve.


PUKmedia - Hûn hêza xwe ya dîroknivîsî, dîrokzaniyê ji ku digrin, û jêderên we kî û çi ne..?


Biradoast Mîtanî -Berya ez behsa hêza xwe bikim, ezê bêjim çima ev vîna ji dîroka Kurd î re bi min re çê bûye...? Dema min di zanîngiha Şamê de dîrok dixwend, min heme pesnê dîroka Erebî û mezinkirina wê tenê didît bi rengek nejadperestî û pêşberî vê yekê gelên din ê li Sûriye û mezobotamiya kêm û qelis dikirin û di barê kurdan de, tunekirin pêk tanîn, bi demê re helwesteke xweparistina hestên kurdî, di dilê min de çê bû. Ji ber vê yekê, dema min xwe dît dîrokxwend, min ji xwe re got; Çima ez dîroka xwe naxwînim ji ber ez kurdim.
Lewra, di ber a zanîngihê re, ez li jêderan li ser a kurdî digeriham û min dixwendin, û mijarên biçûk, min dinivîsandin, heya ji min re bû bizaveke pispor.

Lewra, ez dikar im bêj im ku, weke bersiv ji pirsa we re, hêza min a yekemîn, ji wê vîna min hat û niha xwertir e.
Hêza min a din ji evîna min ji kurdiyetiya min re tê, dema min di dît û ez di bînim bê çiqas pêkhateyên din di bi raweyetî yan bi çewtî li dîrok û zimanê xwe xwedî derdikevin, min digot çima em Kurd bi raweyetî û mirovahî li dîrok û zimanê xwe xwedî dernakevin, nexasim çanda me radera xwe ji şehrestaniya mirovahiyê tine.

Weke îro, ez hêza xwe digirim ji van Kurdên ku kêfxweş dibin bi berhem û raman û lêkolîn û pirtûkên ku ez çê dikim û di dibistan û perwerde, û di nav rewşenbîr û ciwanan de û di rûpelên pêwendiya civakî de û li cem dilsozên ku di celda kurdî de min dibînin û derbirîna kêfxweşiya xwe dikin ji keda min re.
Hêza min xurttir dibe dema ku bizaveke min tê pêkhatin di amadebûna berpirsên rêvebiriya xweser û pisporên xebata çandê de û ew helwestek kêfxweş diyar dikin.
Ez, hêza xwe, ji van hevrêyên bi min re, ên di van saziyên rewşenbîrî yên ez di nav wan de xebatê dikim, yên girêdayî rêvebiriya xweser digirim.
Hêza min,  ji yên li gor derfetan, û arîkariyên amûreyên lêkolîn û perwerdê û nivîsandin û çapkirinê peyda dikin ji min re.
Ez, hêza xwe, ji va azadiya ku em tê dene digirim. Bi taybet, ji berxwedana tekoşerên me,  YPJ, YPG, HSD û hemû berxwedêrên me yên aramiya civaka me diparêz in.

Ez hêza xwe ji kesên bi wîjdan û dilsoz û welatparêzan digirim, ne ji kesên keysbaz û fêlebaz û revoke, digirim.
Jêderên min di destpêkê de pirtûkên zanyar Mihemed Emîn Zekî yên bi navê Kurd û Kurdistan bûn, bi demê re çi pirtûk yan rojname yan kovar ketibane di nav destên min de ku li ser dîroka kurdî bane min dixwend, ji wam Basil Nêkîtîn, Lazariêyv, Diyakonov, Mêcir son, Sêdnî Simês,Şerefxanê Pedlîsî,Selewat Gulyamov, Cemal Reşîd, Sozdar Mîdî (Dr.Ehmed Xelîl), Sultan Mihêsin,Ronakbîr Serok Ocelan, Hesen Hişyar,Mihemed Herb Ferzat, Can Kilod Morgan, Cewad Elî,Cirnot Vîlhlem, Nazim Kok,Mehmûd Evdilhemîd, Kovara Hîwar, Ibin Esîr, Zinar Silopî, Eyûb Kiran, Mihemed Reşîd Şêx Şebab, Elyekûbî, Hekîm Ehmed Xoşnaw, Mihemed Nasirxo, Wehbiya Şewket Mihemed, S. Cigerxwîn, Elteberî, Emîna Bêtar, Necdet Xemaş, Evdele Qerma û ûgelek malper, Wîkîbîdiya, Serdar Raman û kesên zana 7-Hûn wek akadîmekarekî kurd heya niha berhemên we di bare dîrok û pêşxistina asta rewşenbîrtiya neteweya Kurd de, çi ne B7- Min mîna bûyernameyeke dîrokî ji bûyerê Kurd û Kurdistanê nivîsandiye,  ji 1995 ve ta îro, ji 32 pirtûkan pêk tê, her pirtûkek 75, 100 û henek 200 rûpelin, yên destpêkê dihek bi zimanê Erebî ne û yê din tev bi Kurdî ne, hemû hê destnivîsin, ew ji xeynî yên ku xira bûn di binê erdê de, dema min ji rêjîmê diveşartin.
ji dema şoreşa me ve li Rojava dest pêkiriye û azadî bi xwe re aniye min sê pirtûkên çapkirî çê kirine, yek girêdayî bi rêzmana kurdû ve û du bi dîrokê ve.


PUKmedia - Gelo hûn tenê civîn û semînarên xwe li Herêma Cizîrê saz dik in yan li herêmên Firat û Efrînê jî...?


Biradoast Mîtanî - Na mixabin civîn û semînarên min li kantona Cizîrê ne, tenê carekê çûme Kobanê, ew jî bi rewşenbîrên wê re di kongirê wan de beşdar bûm û axivîm.


PUKmedia - Projeyên we ji bona pêşxistin û parastina destkeftên çanda resen ya kurdî û rastiya vejandina xebata dîronasandina eteweya kurdî heye yan hîn amade dibe...?


Biradoast Mîtanî - Min piraniya dema xwe daye çandê , bi taybet beşê zimzan û dîroka kurdî û di wê bizavê de pirojenan xwenasî hene di wê babetê de, ez lêkolînên xwe xwertir dikim di wî warî de, hêviyên min geştir dibin ku ez lêkolînan bikim û binivîsim û bi weşînim, li pêşiya min heye ku derfet were ez pirûkek dîrokî nû deynim li ser Kurdistan di dema misilmanan de û di qada hişmendiyê de piroja serk û armanca min a herî giring ewe kuştina kesayeta biyanî di hişmendî û zihniyeta KURDÎ de, ya bi hezarên salan çanda me ya netweî talan kiriye, û vegerandina baweriyên bi hêza çanda me, nexasim hêza zimanê me û kevintiya şehristaniya me di dîroka mezobotamiya de, ji ber hezar carî mixabin kurdên me baweriya xwe bi hêza kesayetiya neteweya kurd winda kiriye ji sedema xwendin û perwerda wî bi çanda biyanî û dûrketina wî ji koka çanda wî, ji ber kirasekî sexte lê hatiye kirin, dûrî kirasê kurdiyetê binavê olê û mirovahiyê û demuqratiyê.
Piroja me ya sereke, vegerandina çanda kurdî bi ser rastiya wê, her weha vegerandina me ber bi kesayetiya me ya kurdî de, ya ku gelê me ê kurd jê dûr ketiye.
Ji projên min komkirina pendên kurdî, û wilo jî lêkolîn li ser destan û çîrokên me yên kevnar ji kevnetora me, ev babet bi zengînî di Dîdargiha Girkêlegê ya rewşenbîrî û di yekîriya rewşenbîrên kantona Cizîrê de - Şaxê Girkêlegê de ez û hevrêyên bi min re em bikar tînin.


PUKmedia - Bi nêrîna we rewşenbîrê rasteqîne çi taybetmendiyên xwe hene û pêwîste çawa tev bigere...?


Biradoast Mîtanî- Rewşenbîrê rasteqîne dive weke wateya vî rengdêra xwe be, dive bi rastî rewşen be yanî ronî be, yanî pêşiya miletê xwe ronî bike di taristanê de, yan di tengî, zehmetî, êş û çareseriyan de, nexasim û beriya hemû tiştî di derbarê doza netewî de, ji ber ku gel di aloziyên netwî de be bi taybet bindestî yan di şoreşê de be, dive rewşenbîr li pêşiya gelê xwe be û bibe pênûs û roniya miletê xwe.
Bi ti awayî rewşenbîrê ku ne di nav şoreşa azadiya miletê xwe de be û ne be neynika berxwedanê û ya şehîdan, ew ne rewşenbîrê rastqeîne ye.
Rewşenbîrê ku ne bi bandora erênî be li ser guhertina rewşa miletê xwe ber bi nûjeniya pêşketî û ya azadiyê ve ew nabe rewşenbîrê rasteqîne.
Rewşenbîrê ku dibe zimanê çanda biyanî û dikeve xizmeta wê û ya pirojên dijminan de û li ser masa wan jiyan dike, ew nabe rewşenbîrê rasteqîne, vajî vê yekê ew dibe pîlanên dijminan dijî doza kurdî.
Rewşenbîrên ku di mala xwe de lêkolîner û bizava wî dûre ji şoreşê, ew berjewendîparêze, bi ti awayî nabe rewşenbîrê rasteqîn, ji ber rasteqînî ew jiyana ku gelê wî têde li ber xwe dide û pêwîstiya wî gelî bi pênûs û ramanên wî heye.
Rewşenbîrê rasteqîn ewe bingihên reman û pênûsa wî wijdan, baweriyên netewî, dilsozî, êşên miletê wî û welatparêzî bin.


PUKmedia - Banga we ji bo rewşenbîrên kurd û Kurdistanî çi ye..?


Biradoast Mîtanî -Raman û pênûs û bizava me bi giyanekî wijdanî ji doza me re be, di xizmeta avakirina civaka me de be. Komkirina me li stûna yekîtiyia me ya neterwî be, hevgrtinên me ji bo çanda me ya rast be, helwestên partîperestî û keysbazî û bercewndîperestî em negirin, banga me ji tevgera me ya siyasî re be ku lêvegereke xwe ya netewî bi kongira netewî li dar bixin.
Em, ji çanda xwe ya resen re bik in, ne ji çandeyek seresere. Raste dive em xwe ji zimanên ne kurdî dûr nekin lê beriya wê divê berhemên me bi zimanê dayîka me ya kurdî be.

Em di nivîsên xwe de,  li xwîna şehîdên şoreşên xwe, xwedî derkevin. Em, bi hestên netweyeyî biranimin, bila çand û baweriyên sexte, yên ne ji koka me ya kurd, me dûr nekin ji kesayeta me ya resen a kurdî. Îro doza gelê kurd, pêdiviya xwe, gelek bi xebata me heye.
Bila em, wek netewe, welat û xak, bi dilsozî xwedî lê der kev in.
Em hemû rewşenbîrên Kurd, li çi parçên Kurdistanê û dervî wê, li êş û stemkariya tê serê birayên me yên li parçeyên din, xwedî derkevin.
Hewildanên me hebin ji bo yekirina biryara rewşenbîrî û sazkirina navendeke kurdistanî ji bo zimanê kurdî.


PUKmedia - Gotina we ya dawî?


Biradoast Mîtanî -Em çiqas xebata resen û nûjen û kurdperwer û mirovnasî bikin em ne poşmanin, ji ber ji erkê me ye em zanistê belav bikin û ta ji me were gelê xwe şiyar bikin, nexasim gemara çanda biyanî û kor bi sedên salal em helandine û bişaftine rakin, lewra bi xwertî û lezgînî em bizava xwe pir û zexim bikin di hemû alavên ragihandin û çapkirinê û perwerdê de.

Ez gelek kêfxweş bûm ku vê pencera zanistiyê PUKmedia`yê, ev dîdar bi min re kir, lewra ez xwe dibînim bextewar, ez spasiya we bi giştî û ya mamosteyê hêja û xebatkar Hozanê Efrînî bi taybet dikim ku ev derfet dane min û çawa ew halo serkeftî ne ez wan pîroz dikim û hêviya serkeftinên mestir ji wan PUKmedia`yê û m. Hozan re dikim û hertim hûn li pêş bin.


Derbarê jiyannameya maoste Biradost Mîtanî de zanyariyên giştî...


Hinek ji jiyana Biradostê Mîtanî :Di sala 1960 de, li Rojavayê Kurdistanê li gundê Xirbêcihiwa ku dikeve bakurî Çilaxa, yê bi navçeya Dêrka Hemko ve girêdayîye, ji dayikbûye.
Dibistana seretayî li gundê xwe qedandiye û ya navîn li dibistanên bajarê Rimêlan yê petrolê kutahî kiriye, û bawernameya dibistana kardestî li bajarê Hesekê qezenckiriye, li Dêra zorê jî, ji paymangeha kardestî şaxê mîkanîk derçûye. Piştî derçûna wî ji ezmûna Amadeyî, (Bekeloriya) û bidestxiastina bawernameyê, Biradost Mîtanî xwe di zanîngeha Şamê paytexta Sûriyê de tomar dike.

 Li ji ber hezkirina wî ji zanist û dîroka miletê wî re, vî tiştî hiştiye ku beşê dîrokê di vakolta wêjeyî li zanîngeha Şamê bixwîne – Û piştî derçûna wî ji zanîngehê karê wekîl mamoste li hin gundan kiriye, û bi rengekî fermî li Rimêlan dest bi dana waneyan(dersan) kiriye, ji berya bîstsalan ve û ta roja îro, li dibistanên Rimêlan wane dane şagirtan, tevlî ku hikûmeta Beis ew di sala 2013`an de, ji erka wî ya mamostetiyê derxistiye, ew jî ji ber rol û çalakyên wî yên rewşenbîrî û siyasî, ku karîbû dîroka Kurdî ya rast û ya miletên din yên li herêmê dijîn jî derêxe hole, nemaze Dikarîbû wê xwarî û çewtiyên li ser dîroka me Kurdan bi belgeyan û bi zanebûn rake.

Danerê pirtûkê bi gelek çalakyan çi di ware guftûgoyan de, çi di ware vejîn û zindîkirina helkeftinan, û diyarkirin û eşkerekirina dîroka kurdî de, û di hemû warî de jî bêhawe xwe westandiye û mijûlkiriye.
Bêguman Mamoste Biradost kedeke wî pir di warê zimanê Kurdî de jî heye, û roleke wî giring di van saziyan li jêr de jî bi piranî tê dîtin:
-Avakirina Dîdargiha (multeqa) Girkê Legê ya rewşenbîrî
De li herêma Girkêlegê -Rola wî di avakirina Saziya zimanê Kurdî (SZK)
-Rola wî di avakirina Saziya (Nûrî Dêrsimî) li Rimêlanê de
-Serokatiya hevbeş ji yekîtiya mamosteyên Kantona Cizîrê re 2014m
-Pirtûkek rêzmanê Kurdî bi navnîşana (Gurzek Gul Ji Baxê Zimanê Kurdî).
- Pertûkek dîrokî bi Erebî ji 354 rûpelan nivîsandiye bi navê: Dergihek bo dîroka kurdî ya kevnar, kurdistan ji serdemên kevirî yên kevnar ta hatina misilmantiyê
û pirtûka Kurtedîroka gelên Rojhilata Navîn û têkiliyên wan bi hev re
Û bi sedan gotar û lêkolînên wî yên dirokî hene, ji bilî semînarên ku li piranya bajarên Kantona Cizîrê dane, û civaka milî û rewşenbîrî bi wan xemilandine.
Û beşdarya wî di warê wane yan dersdana dibistanên
penaberên Êzîdî de, li Çadirgeha(Newrozê) ku li nêzî dêrikê bicihbûye.
Ji bilî wilo jî Mamoste Biradost Mîtanî rehên wî yên kûr û dûr, di warê welatparêziyê de têne dîtin, ji dema faşistên Beisyande mala wî bi dergehekî fereh û bi rengekî razyarî û veşartî ji hemû çalakyên welatparêzyê re vekirî bû, û roleke wî di warê belavkirina têgihêneyên netewiya Kurd û rewşenbîrî û zimanê Kurdî de pir mezin heye, jiber wilo jî mîna me gotibû, ji erkê mamostetiyê hatibû derxistin û mûçe (fonên) wî hatin birîn.
PUKmedia-Hozan Efrînî


 

Hunermend Şaban Sebrî koça dawî kir


Hunermend û sazbendê gelê kurd ê dêrîn Şaban Sebrî koça dawî kir.

Duh roja duşemê 9-9-2019`an, li yekek ji nexweşxanyên...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Dr. Tofîq ji aliyê Komela Pêşmergên Dêrîn ve hat xelat krin
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist


Rojnamevanekî Holasndî  Wladimir van Wilgenburg pirtûkek li ser Rojava derxist.

Rojnamevanê navdar û dostê gelê kurd û Kurdistan ê...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

Karîkator