Roja Cîhanî ya Makzimanan pîroz be


21/2/2017 16:41:00
Çapkirin
      Roja Cîhanî ya Makzimanan pîroz be

ji ber bûyerên sala 1952 an ya li Pakistanê, dema ku rayedarên wî welatî biryara sepandina zimanê Ûrdu li seranserî pakistana wî demî day. Komek xwendikar û siyasetvanên bengalî ” Bengiladişî ” li hemberî wê biryarê rabûn û daxwaz kirin ku zimanê Bengala ji bo wan bibe zimanê fermî. Di wê serhildanê de xwîn hat rijyan û çendîn xwendikar û hevwelatî yên Bengladişî şehîd ketin.

Ji sedema wê û tekoşîna gelên xwedî ziman û mafxwarîyên Cîhanê, Saziya Zanist, Çand û Perwerde ya neteweyên yekbûyî (( UNESCO )) piştî 47 salan li ser wê bûyerê da, li roja 17 ê Çirîya Paşîn ya sala 1999 an biryar da ku 21 ê Sibatê ya her sal bibe Roja Zimanê zikmakî ya Cîhanê.

Mixabin! Ji egera bindestiya gelê kurd û parçebûna Kurdistanê. Zimanê zikmakî yê Kurdan jî ji fermiyet û werarê dûr û paşket. Ji ber ku Gelê Kurd zimanê zikmakîyê xwe weke zimanê duwemîn yan bi nepenî bikarîna û zimanê dagîrkeran ” Erebî, Tirkî û Farisî ” bû zimanê yekemîn girt û li xwendingehan perwerde pê bû. Herwesa  li jêr mehkumiyeta fakterên ayinî, civakî, aborî, siyasî û perwerdeyî û htd. bi giştî ew fakterên jiyara Kurdan bûne gef û metirsî li ser man û bi hêzbûna zimanê Kurdî. Lewma yek ji pêwîstiyên herî giring di xebat û tekoşîna rizgariya Kurdistanê  da xebata Ziman û zimanê zikmakî yêye.

Giringiya makzimanî yê ji alîyên civakî, kesayetî û perwerdeyî yê da, bi hêzbûna çand, bawerî, tîtal û adetên xwezayî  û riha welatparêzî ya her neteweyekî ne.

Em di Komîsiyona Ziman, çand û perwerde ya KNK ê roja zimanê zikmakî pîroz dikeyin.

 KNK, yek ji Sitûnên bingehîn yên xebata xwe, Ziman û perwerde kiriye armanc. lewra giringîyê dide parastin, werarkirin û pêşvebirina  zimanê Kurdî û zimanên din yên gelên Kurdistanê.

Zimanê Kurdî yê dewlemend bi zaraveyên xwe û herwesa bi resenatiya xwe ve, bi temamî ev ziman Kepra hebûna Neteweya Kurdan e û zaraveyên cuda ji hev jî bi sitûnên bingehîn yên wê Keprê ne,. Li ser her sazîyeka fermî  û rêveberîyên Kurdistanê, bi taybet li Başûr û Rojava erkekê Neteweyî û nîştimanî ye ku girngî yê bi hemû zaraveyan bide û giringîyê bi parastin û pêşketina wan bide û di warê perwerde û xwendin û mediyayê de bên bikarînan. Her sal jî Roja 21 ê Sibatê wek cejna makzimanên cîhanê bi bîr bînin.

Dîsan em vê rojê pîroz dikin.

Komîsiyona Ziman, Çand û perwerde

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK e

21 ê Sibat

PUKmedia


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim


Ez Salvegera PUKmedia-yê ya 17-emîn Pîroz Dikim:

Tê zanîn ku ev bêtirî 40 salî ye Ragihandina Elêktronîk li cîhanê...


»  Qelengê te buhaye Efrîna min
»   Diktor Nûredîn Zaza Siyasetmedar, Rewşenbîr û Mamosteyê gelê xwe bû

Karîkator