Hevpeyvîn bi xebatkarê Kurd Ehmedê Asîno re


27/12/2016 19:10:00
Çapkirin
      Hevpeyvîn bi xebatkarê Kurd Ehmedê Asîno re

Beşa -1-

" Berî her tiştî, bibin yek, paşê hay ji zimanê xwe hebin, lê xwedî derkevin.!.
"
Hevpeyvîn bi xebatkarê Kurd Ehmedê Asîno re
Bi saya kar û xebata têkoşerên Kurd ên dilsoz, ewên ku di dema
tirsê de, dema reş û tariyê de barê Kurdewariyê hilgitibûn ser milên
xwe û ji bo azadî û bexteweriya gelê xwe yê bindest zend û bendên
xwe  vemaltine,  ala  xebata  aştiyane  hildane  jor  û  dane  ser  rêya
dijwar a tev rêl û kelem, ku gelek westan û azarên bi êş li ser dîtine,
xewa şevan li wan çûye, birçî razane. Di zivistanên sar û keklkela
germa  havînan  de,li  malên  xwe  ne  hêwirîne...  Bi  saya  wan
comerdan,  îro  gelê  me  yê  Kurd  li  Sûriyê  xwe  bi  ziman,  nijad  û
kultûra  xwe  payebilind  dibîne.  Yek  ji  wan  xbatkaran  jî,  apê  me,
heval
Ehmedê Asîno
, ji gundê Babasiyê ye.
Wefadarî  ji  xebata  demdirêj  a  vî  xweşmêrî  re,  weşana  we
NEWROZ, li gundê Babasiyê lê bû mêvan û ev hevpeyvîn pê re kir:
Li destpêkê, em bi hêvî ne ku  tu  xwe  ji  xwendevanê Newrozê re bidî naskirin?. B:Navê min Ehmedê Asîno, ji
gundê Babasiyê me, temenê min 89 sal e. Li gundê Xirabê reş ji dayik  bûme.  Paşê,  mala  Haco Axa  gundê  Babasiyê  dabûne kuramê  min  ê    bihuştî  Hecî Hesen.  Em  çend  malên  ku kuramên  hev  in  lê  dijîn.  Dema em  hatibûne  vî  gundî,  temenê
min dora 10-12salî bû.2- Dema  te  dest  bi  siyasetê kir û tevlî rêzên rêxistinê bûyî, temenê te çend sal bû?. B:Berî  ku  ez  hevjîna  xwe biguhêzim,  temenê  min  nêzîkî 20salî bû, rojekê, Sebriyê Hecî Hesen  ê  ku  li  bajarê  Helebê
dixwend, hate mala me û ji min re  got:"  Nêzîk,  dê  partiyeke Kurdî  were  damezrandin.  Ji  bo tu  tevlî  wê  rêxistinê  bibî  û  em
komikekê saz bikin, pêwist e tu du-sê  hevalan  ji  xwe  re  bibînî.
Ev  partî  ji  bo  kurdan  û serxwebûna  Kurdistanê    ava bûye". Min Têkilî bi Xelef ê Xelîl û Hisênê  Hemedê  ji  Babasiyê  re
kir, ewan ji bo tevlîbûna partiyê erê  kirin  û  li  benda  min  man.
Piştî demekê, Sebrî ji min pirsî: " Ka, te çi kir, çi bi te re çê bû?". Min jê re got: "Tenê em sê nefer
in,  navên  me  jî  ev  in...".  Piştî çend rojan, wî ji min xwest ku filan rojê, bi şev, ne bi hev re û her her yek di cihekî cuda re, em
herin gundê Maşoqê. Û got: Berî  hûn  bighin  gundê  Maşoqê,  dê zilamek bê pêşwaziya  we  bike, we  bibîne.  Ew  ê  ji  we  re
bipeyive,  ew  berpirsiyarê  we ye". Em gihane cihê soza xwe, mirovek hat pêşiya me û got: " Bê guman, hûn hevalên me yên
nû ne?". Me got: Belê. Rabû wî jî  xwe  bi  me  da  naskirin.  Ew, Fayiqê mala  Ebdirehmanê  Unis axa bû....Bi dirêjî ew ji me re li ser Qadî Mihemed, Şêx Se`îd û şoreşa Seydayê Mele Mistefayê Bezanî peyivî. Herweha wî ji me re diyar kir, ku kurdayetî çi ye û çi ji me tê xwestin.. Li dawiyê, wî ji me xwest ku her yek ji me navekî nehênî li xwe bike.
Piştî demekê, li sala 1957an,  ji  me  re  rêkirin  ku  ji  bo pîrozkirina  cejna  Newrozê  divê em  herin  gundê  Maşoqê  civînê bikin.  Her  du  hevalên  min  ne berdest  bûn.  Rabû,  ez  û  Hecî Selîm  bi  hev  re  çûn  gundê Maşoqê.  Gelek  kes  hatibûn,  li ser  newrozê  û  kar  û  xebata partiyê ji beşdaran re peyivîn.

Li dawiyê,  gotin  ku  du  xwîşk  wê helbestina ji we re pêşkêş bikin. Du  qîz  hatin,  milên  xwe  dane hev   û   helbesta   Seydayê Cegerxwîn (Herne pêş ) ji me re gotin: Birayên delal win werin kurdinobuhişta welat em herin merdino eger win neyên vane keç em
meşîn bes e koletî serfiraz her bijîn...
Bi  rastî,  wê  ahenga  xweş
bandoreke mezin li min .......
PUKmedia-


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator