Îro nûneriya Rojava li Holandayê vedibe


8/9/2016 14:46:00
Çapkirin
     Îro nûneriya Rojava li Holandayê vedibe

Biryar e ku îro li li Yekîtiya Benelux nûnertiya Rojava bi merasîmekê bê vekirin. Tê payîn ku di merasîma vekirinê de, aliyên siyasî yên ji Ewrupayê jî beşdar bibin.

Nûnertiya Rojava dê li bajarê Lahay ku  weke paytexta siyasî ya Holandayê tê  naskirin, bê vekirin. Li vê derê navendên Parlemento, hikûmet û Melikê (Padîşah) Holandayê hene.

Biryar e ku navenda Nûneriya Rojava saet  17.00’an li gorî dema Rojava û saet 16.00’an li gorî dema Ewrupayê were vekirin. Di merasîmê de dê nûnerên partiyên siyasî, Parlemento, partiyên Kurdistanî û Rojava, amade bibin. Navenda nûneriyê li Kolana Jan Peter Con Son dikeve.

Beriya niha Nûnerê Rojava li Yekîtiya Benelux Şêrwan Hesen, derbarê mijarê de ji ANHA’yê re axivîbû.

Hesen diyar kir ku aliyên fermî yên Yekîtiya Benelux û bi taybet Holanda jî kêfxweşiya xwe ji vê pênganê re anîn ziman û piştgirîya xwe ji vekirina Nûnertiyê re nîşandan û ev tişt anî ziman:“ Berî ku em dest bi pêkanînên yasayî bikin, me bi gelek aliyên siyasî yên Holanda û Komîteya têkliyên derve di Parlementoya Holandayê de û bi wezareta karê derve re kordîne kirin, aliyên Siyasî û parlementoya Holanda, kêfxweşiya xwe ya bi vekirina nûnertiyê kirin.”

Hesen derbarê giringiya vekirina nûnertiyê de jî ev tişt gotin: “ Ev pênganeke girîng a li ser rêya xurtkirina têkliyên bi cîhana derve re û pêkanîna têkliyên diplomatîk di pêşerojê de.”

Yekîtiya dewletên Benelux, yekîtiyeke aborî ye. Di sala 1944’an de di navbera 3`ê şaneşînên Ewrupa ya Rojava de pêkhat, Balçîka, Holanda û Luxembourg. Di serdema şerê cîhanê ya duyemîn de 1944’an li Londonê ev lihevkirin çêbû û di sala 1947`an de hat ektîvkirin û heta sala 1960’an berdewam kir. Piştre wek Yekîtiya Benelux a aborî hat naskirin û navê wê jî ji tîpa yekemîn a nave dewletan pêkhatiye.

Yekîtiya Benelux wek bingeha avakirina Yekîtiya Ewrupayê hat destnîşan kirin, ji ber ku ew yekemîn Yekîtê bû di navbera çend dewletên Ewrupayê de di serdema şerê duyemîn a cîhanê de hat pêkanîn.

PUKmedia / ANHA


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator