Şêx Alî; Ji Peymana Sykes-Pîcot Re Kurd, Herweha Turk, Ereb Û Ermen Jî Nerazîbûna Xwe Diyar Dikin!


31/5/2016 16:03:00
Çapkirin
     Mehyedîn Şêx Alî

Rojnameya Newroz- Birêz Şêx Allî, hûn dikarin di destpêkê da, derhekê xwe û partiya xwe da agahî bidin xwendevanê me? 

M.Şêx Allî – Di danasîna partiyê de: partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê – PYDKS – ji ber gelek sedeman, li seranserî herêmên Kurd li bakurî Sûriyê (Cizîr, Kobanî, Efrîn) herweha li bajarên weke Heleb, Şam, Latakiya, Reqa û Hemayê, xwedî hebûneke rêxistinî, dîrokî û berdewam e, herweha rêxistinên partiyê li gelek welatên derve jî cî digrin. Û ji ber hinde egerên sereke, di nav xelkê de bi çavekî rêzgirtî lê tête nirîn. Ji wan egeran evên he ne:

a- Partiyeke antî-şiddet e, aştî, azadî û wekhevî jê re diruşim û bingehin, û di vê çerçewê de, xebat û têkoşîna di ber hebûn û berjewendiyên gelê Kurd û çareserkirina pirsa wî ya netewî bi şêweyên aştiyane di çerçewa parastina yekîtiya Sûriyê de, rê û navnîşan e. Herweha PYDKS xwedî sondeke nivîskî û pirogramek siyasî ye.

b- PYDKS partiyeke serbixwe ye, lewre jî, di xirecir û nakokiyên di navbera partiyên Kurdistanî de, duh jî, îro jî, nebûye berdevkê partiyekê li dijî partiyeke dî. Û di vî warî de hergav hewil daye ku, di riya diyalog û hevdîtinan re, lihevkirin çê bibe, da ku, li ser riya yekrêziyê gav bêne avêtin û şerê navxweyî serî hilnede.

c- PYDKS xwedî xîtabeke siyasî û rewşenbîrî ye. Di weşanên xwe yên fermî de, nemaze rojnama Elwehde-Yekîtî bi erebî, Newroz bi kurdî, malpera (www.yek-dem.com), herweha kovara Elhîwar-Diyalog bi erebî, kovara Pirs bi kurdî, ronahiyê davêjin ser kesayetiya partiyê, bîr û ramanên wê.

d- Bi sedan kadro, heval û hogirên PYDKS di girtîgehên rijîma Baas de hepis pa ne, ji bilî di van pênc salên dawî de ku bi sedan ji endam û hogirên partiyê hatine kuştin û bûne Şehîd.

Di warê danasîna kesayetiyê de:

Mihyedîn Şêx Allî li 1968 tevlî tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê bû ye. Ji ber xwendekarên Kurd ve li Helebê hatiye hilbijartin û li havîna 1972 an li Kurdistana Îraqê beşdarî kongira yekemîn a partiyê dibe, û ji hîngê ve bê rawestan di xebatê de berdewame. Bi kurdî û erebî dinivisîne, û di gelek rojnameyên erebî yên navdar, weke Elnahar, Elsefîr, Elhayat … HWD, di derbarê rewşa Kurd de nivîsî ye. Çi li Helebê di salên 1969 – 1973, li ba nemir Dr.Nûrî Dêrsimî û çi li salên 1980 – 1993 li şamê li gel Apo Osman Sebrî, xwe weke şagirtekî didît.

Li bajarê Efrînê sala 1953 ji dayîk bûye û li dibistanên bajêr û zanîngeha Helebê beşê Edebiyatê xwendî ye.

Di sedsala peymana Sykes -Pîcotê da, li pirsgirêka Kurdîstanê hûn çawa dinerên?

Ne tenê Kurd, herweha Turk, Ereb û Ermen jî nerazîbûna xwe ji Saykis – Bîko re diyar dikin, bi ser de jî gelê Filestînî. Lê bêguman, gelê ku bêtir derd û bela bi ser de herkîne, tar û mar bûye, gelê Kurd û cîwarê wî yê dîrokî Kurdistan e.

Tirajîdîya Kurd û Kurdistanê ji berî çar sed sal, ji şerê Çaldêranê û di pey re peymana qesrî Şêrîn ya ku di navbera Sefewî û Osmaniyan de destpê dike û ta roja îro dikêşe.

Li Rojhilata navîn, piştî têkbirina peymana Sever û bi serxistina peymana Lozan 1923, û di siha tabloya siyaset û berjewendiyên navdewletî yên stratîjîk de yên ku piştî şerê cîhanê yê duwem 1939 – 1945 û damezrandina saziyên Yekîtiya Netewan (YN), pêvajoyên kapîtalîzmê û têkçûna sîstema Sovyêtî û rijîmên dewletên hevpeymana Warsoyê û bandora globalîzmê … Êdî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rewş û pêvajoyên her çar dewletên endam di YN de (Turkiya, Îran, Îraq û Sûriya) hate girêdan, û bû girêkeke dijwar û pirsek serekî ji pirsên wan her çar welat û dewletan. Dikarim bêjim, jinavbirin, binpêkirin û herifandina van sînorên fermî yên navdewletî ku ji hêla dezgeh û zagonên YN ve hatine kolan û neqişkirin, û bi gelek peymanan ve hatine girêdan û pejirandin, ne bi dilhezî, xwezî û hêviya ne, ne jî barê partiyeke siyasî û civaka sivîl e. Pirsgirêka Kurdistanê ne pirsgirêka hinde giravên biçûk di navbera Rûs û Japonan de, an di navbera Turkiya û Yonanîstanê de ye. Lewre, di nêrîna me de, çareseriya li ber me ya erênî û mumkin, cîbecîkirina maf û nasnameya netewî ya gelê Kurd di makzagona (Distûr – Anayasa) dewletê de û di çerçewa sîstemeke demokratîk, nenavendî û Federal de ye, da ku Kurd bi xwe, xwe birêve bibin û ligel pêkhate û gelên dî, bi dostanî û aştiyane bijîn, nirx û pêdiviyên pêkvejiyanê bidine pêş û biparêzin, da ku, mil li mil, li beramber pirojeyên golvedan û hovîtiya Îslamî siyasî ya nijadperest, malxur û faşist rawestin.

Li ser şerê Sûriye ra pênç sal derbas bûye.  Lê hê jî rejîma Baasê hilneweşiya, sedama vîya gor we çîye?

Kirîza Sûriyê bûye navnîşana şerekî navedewletî, ku gelek hêz û dewlet ciyê xwe tê de girtine, û êdî bandora wê ne tenê li derdora Sûriyê dibe û bûye, herweha li berjwendiyên Awropa û têkliyên Rûs û Emrîka dibe. Û ji ber ku opozisyona Sûrî belawela, nelihev û di destên dewletên biyanî de ye, û hêzên îslamî yên tund û tûj, weke rêxistina Da’iş û – şebekeyên El-Qa’îde li welatê Şamê – Enya El-Nusre û biramak û alîgirên wê li ser piraniya xaka Sûriyê xwedî roleke serekene, lewre, Emrîka û Rûsiya naxwezin rijîm hilweşe, da ku derfet ji vê reng opozisyonê re peyda nebe û rewş aloz û kambaxtir nebe, û pirsa aştiya navdewletî nekeve tehlûkê. Lê mirov di wê baweriyê de ye ku pêşeroj ne ji rijîma Baas re ye, ji ber ku kujerê gelê xwe ye.

Bi piştgirîya Rusya û Îranê rejîma Baasê, Helebê jinû ve bistîne, encamê wê ê çawa be?

Çendî di navbera Rûs û Emrîka de nakokî hebin, lê di derheqê rewşa Sûriyê de têgihaştinek hevpar heye, û civînên Cinêv û Viyena, herweha biryar û daxuyaniyên Encûmena Ewlehî ya navdweletî berhemên lihevkirina herdu wezîrên derve Lavrof û Kêrrî ne.

Bajarê Helebê xwedî taybetmendiyeke dîrokî ye, îro nîviyê bajêr ji alî rojava di destê rijîmê de ye, û nîviyê ji alî rojhilat di destê mucahîdînan de ye, û beşek ji alî bakur, tara Kurdan Şêx Meqsûd di destê Yekîneyên parastina gel de ye YPG – YPJ . Vêca, bona cîgeh û taybetmendiya Helebê, Rûsya nalezîne û li gor hinde nêrîn û tektîkên Tehran û Şamê tevgerê nake, ji ber ku Rûsya dawiya dawî, di derbarey Turkiyê û hevalbendên wê yên Natoyê de, xwedî pîvanên zor nazike. Eger Heleb serûber bikeve destê rijîmê, Rûs û Îraniyan, rê li ber siyaseta derve ya Turkiyê teng dibe, û pêlên nû ji koçberiyê berê xwe didine sînoran, û vêca parêzgeha Idlibê, ya ku bi Rayhanliya Turkiyê re bi her hawî vekiriye, û çeteyên El-Nusre tê de desthilatdar e, dê bibe meydana aloziyeke mezin û şerekî berfereh.

Rewşa Rojavaye Kurdîstanê a niha çî ye? Di yekîtiya Kobanê û Efrîn da kîjan hêz/hêzan asteng derdêxin?

Rewşa civak û herêmên Kurd beşek ji rewşa Sûriyê û kirîza wê ya têkilhev e. Gelê me, çi li Cizîr, Kobanê û Efrînê di dorpêçê de ye, û di heman demê de, li beramber gelek hêrişan li ber xwe dide, çi ji alî Da’iş li hêla Cerablus – Kobanê û Girê sipî, çi ji alî El-Nusre û alîgirên wê li derdora Efrînê, çi jî li Cizîrê û gelek kiryarên xwekujiyê yên ji alî Da’iş ve têne pilankirin, û di nav re çavsorî û nijadperestiya hinde kes û giropên girêdayî rijîma Baas li herdu bajarên Hesekê û Qamişlo, û hê bi ser de jî, gelek caran rokêtên ji serxetê (Turkiye) bi ser xelkê me de têne barandin, û gelek însanên sivîl têne kuştin û birîndarkirin, ji bilî ziyanên madî û pêxistina agiran û şewtandina zeviyan û birrîna darên zeytûnê li hêla sînorên Efrînê bi Turkiyê re. Û da ku dorpêçkirin berdewam be, tengasî û zordarî li dijî Efrînê li dar be, û riya Efrîn – Kobanê venebe, gelek hêz û teşkîlatên çekdar di bin perda şoreşa (cîhadî moqedes) bi piştgiriya kwalisyona opozisyona Sûrî (Itîlaf) ya ku li Turkiyê cî girtine, bi hemî hêza xwe nahêlin riya çûnhatinê di navbera Kobanê û Efrînê de vebe. Ji xwe, di vê xalê de, rêxistina Da’iş di serê rê de ye, û ji roja roj de ligel wan teşkîlatên çekdar bona xetimandina riya Kobanê – Efrînê, hevparin.

Li ser deriyê Sêmalkan pir gengeşî çê dibin, bi rastî gor we pirsgirêka derî çî ye?

Bona girtin, şert û mercên jinûve vekirina deriyê Sêmalka ya li ser çemê Decle navbera (Başûr û Rojava), li Hewlêrê di civîneke ragihandinê de daxuyaniyeke fermî bi Kurdî li ser navê serokatiya herêmê hate belavkirin. Em di wê baweriyê de ne ku berdewamiya girtina vî derî, rê li ber jiyana rojane ya xelkê sivîl teng û dijwartir dike, û dibe sersebebê gurkirina nakokiyan, û nakeve warê çareserkirina pirsgirêkan. Hêvî û daxwaz ewe ku veger li biryara girtina derî bibe, û îro berî siba vebe, da ku xelkê Kurd, çi li Dêrîkê û çi li Zaxoyê nebêjin deriyê Sêmalka bûye Xerabmalka.

Têkîliyên TEV-DEM û  ENKS ê  payê diyarkirina federalîzmê çawa ye? Vegera pêşmergeyên Rojavaewê çewa be?

Piştî ragihandina pirojeya Federalîzmê, li Qamişlo bêtirî carekê hewildan çêbûn, ku civînek berfereh ji hemî partî û pêkhateyên siyasî re lidar keve, û piranî beşdardibûn, çi nûnerên parta me ligel Hevbendiya Niştimanî Ya Kurd Li Sûriyê, çi parta Pêşverû, Tev-Dem û partiyên dî. Lê hevalên ENKS beşdar nebûn, bê ku sedeman bidine xuyakirin. Vêca ev nebeşdarî li civîneke weha ciyê nerazîbûna piraniya rewşenbîr, welatparêz û siyasetmedaran bû. Bo me, baş xuya dibe ku berdewamiya endametiya ENKS weke beşek ji siyaset û helwestên kwalisyona opozisyona Sûrî (Itîlaf), rê li ber lihevkirin û yekrêziya Kurd venake.

Beşek ji wan ciwan û ciwanikên Kurd ên Sûrî yên ku ji ber şerê li Sûriyê û bêkariyê, ji neçarî berê xwe dabûne herêma Kurdistana Îraqê û li wir mane û dijîn, bi navê (Pêşmergên Rojava) hatine nasandin. Hin caran bona piropaganda partîtiyê û çalakiyên ragihandinî têne bikaranîn.

Kurd seranser beşdarî civîna Cenevê ne bûn. Sedema wê em karin bêjin ji ne yekîtiya Kurdan bû?

Bêguman, gava tevgera Kurd li Sûriyê, lihev, yekrêz û yek xîtab ba, dê karîba weke şandeke yekgirtî û rêzgirtî li hemî civînan beşdar ba, û nûnertiya gelê xwe bikira. Tevî ku mirov di wê baweriyê de ye ku, çi rijîma Baas, çi jî desthilatdariya AKP û beşek ji opozisyona Sûrî, dê bi her hawî asteng çê bikirina.

DAÎŞ û tevgerên wek wî têkherin, îhtîmala şerê navbera Kurd û Ereban heye?

Rijîma Baas, dê hewil bide ku Kurdan û Ereban bîne hember hev û li ser nakokiyan bilîze, û dijatiyan di nav pêkahteyên civakê de peyda bike û gur bike. Di vî warî de dikarim bêjim, pêkhateya Kurd li Sûriyê bi hemî rêxistin û partiyên xwe ve, aştiya civakî diparêzin, bi dostanî û biratiya gelan re ne, û hişyarin.

Wek hûn jî dizanin  dewleta Tirk nêzîkî 5-6 mehane hember gelê Bakûrê Kurdîstanê  şere kî dijwar pêktîne û PKK jî di bajaran da xweserîya çekdarî  dîyar dike. Hûn di derhekê vê pêvajoyê de karin çi bêjin?

Daxuyaniyên fermî yên desthilatdariya AKP ê ji raya giştî re, bi zelalî gotine û dibêjin (( Em dê şer û hêrişan bidomînin heya em dawiyê li PKK bînin ….)). Li gor şopandin û zanyariyên di destê me de, AKP û dewleta Turkiyê gelek caran pejirandiye ku li gel PKK têkildarî û hevdîtinan çê bike, çi yekser li Oslo, Îmraliyê, Qendîlê, û çi di riya Parlomentoyê re, û di vê çerçewê de endamên komîteyeke aqilmendan li Turkiyê hatibûne binavkirin, ji bo pêvajoya çareseriya aştiyane, û dukomentek bi navê belgenameya (Dolme  bahçe) hatibû holê … HWD. Lewre, etmosfêrek erênî û hêja li seranserî Turkiyê û Kurdistanê cî digirt û belav dibû, û piraniya hemwelatiyên TC şahî û razîbûna xwe ji vê pêvajoyê re didane xuyakirin, ji bilî hinde hêz û kesên nijadperest, sergerm û paşverû, ku hê li serê xwe siwar bûne û dibêjin (Li Turkiyê pirsa Kurd nîne, pirsa Terorê ye û hew).

Xuya dibe ku Turkiyê berê xwe ji zarzimanê diyalog û şêweyên çareserkirina aştiyane guhartiye û paşda vedigere.

Spas, rêz û silav ji berpirsyar û  karmendên NEWROZ ê re.

Efrîn 21.05.2016 an

Hevpeyvînê me ew ê li ser van mijaran berdewam bike!


 

Hunermend Şaban Sebrî koça dawî kir


Hunermend û sazbendê gelê kurd ê dêrîn Şaban Sebrî koça dawî kir.

Duh roja duşemê 9-9-2019`an, li yekek ji nexweşxanyên...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Dr. Tofîq ji aliyê Komela Pêşmergên Dêrîn ve hat xelat krin
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist


Rojnamevanekî Holasndî  Wladimir van Wilgenburg pirtûkek li ser Rojava derxist.

Rojnamevanê navdar û dostê gelê kurd û Kurdistan ê...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

Karîkator