Karayilan; Ji Tirkiyê wê hesab wê bê xwestin


2/5/2016 12:00:00
Çapkirin
     kARAYILAN; HESABÊ HEMÛYAN WÊ BÊ PİRSÎN, TOLA WAN WÊ BÊ HİLANÎN!

Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye.

Berxwedana îro li Kurdistanê tê nîşandan, wê êdî bibe goristana wan. Divê her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye...

Bêguman ev ê bêhesab nemînin. Axîna ti ciwanên Kurd wê ne belasebep be. Hesabe hemûyan wê were pirsîn û tola wan bê hilanîn. Divê her kes bi vê zanibe. Gelê Kurd êdî bê xwedî nîne.

Dewleat AKP'ê, ji sala 1938'an û vir ve ya li hemberî gelê me nehatiye kirin, îro dike. Komkujiyên îro dişibin ên Dêrsim, Geliyê Zîlan. Dewleta AKP'ê di sedsala 21'an de li pêş çavên cîhanê, bi awayekî vekirî li Kurdistanê, li Cizîra Botan wehşetê, hovîtiyê dike. Vê wehşetê jî di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de dike, lê van êrîşên xwe yên hovane li hemberî mirovên sivîl dike. Gelê Kurd qir dike. Îro tê gotin jêrzemîneke sêyemîn derketiye holê û mirovên lê bi zindî hatine şewitandin. Ev yek tê wê wateyê ku zilm gihaştiye heta erşê. Ev tiştên AKP tîne serê gelê me, ti mirov li mirovekî din nake.

Ev Ê Wehşet Wê Bêhesab Nemîne

Axîna ti ji ciwanên Kurd wê belasebep nebe. Hesabê hemûyan wê were pirsîn û tola wan bê hilanîn. Divê her kes bi vê zanibe. Gelê Kurd êdî bêxwedî nîne. Qetilkirina mirovan bi tank û topan wê ji AKP'ê re nemîne. Di roja îro de li ti devera cîhanê ti dewletê bi tank, helîkopter, top, doçka û hawanan êrîşî bajarekî nifûsa xwe 130 hezar e, nekiriye. Lê belê dewleta AKP'ê îro li Cizîr û Sûrê vê dike; li Silopiyayê ev kir.

Rast e, mirov dikarin bêjin ku li Sûriyeyê şerekî bi vî rengî heye; yanî li nava bajaran tank û top tên bikaranîn. Lê belê li Sûriyeyê hem dewlet hem jî mûxalefet li hemberî hev tank, top û doçka bi kar tînin. Yanî her du alî jî li nava bajaran li hemberî hev bi çekên giran şer dikin. Baş e; li Cizîrê, li Sûrê, li Silopiyayê di destê ciwanan de çekên giran nîne. Di destê wan de kleş hene; çeka herî mezin kanas e, ew jî çeka ferdî ye. Lê belê dewleta AKP'ê bi tank û topan êrîş dike û malan xera dike. Hin hene radibin dibêjin, 'xendekên berxwedêran bûn sedema van êrîşan'. Baş e wê çaxê; eger leşkerên dewletê jî dizanin şer bikin, wê demê bila bi çekên ferdî şer bikin. Dikarin bi hêsanî bi çekên ferdî li wê derê operasyonê bikin; wê çaxê malek jî xera nabe. Lê belê ji ber ku dixwazin bajarên Kurdan xera bikin û gelê Kurd bi vî rengî bîne ser çokan, li hemberî ciwanên bi kleşan li ber xwe didin, çekên giran bi kar tînin. Ev ne cesaret e, tirsonekî ye, namerdî ye. Eger ew kumik sorên wan, hêzên wan ên taybet ewqasî ji xwe bawer in, bila fermo bi peyatî bikevin nava taxan. Lê na, ew ewilî bi tankan li bajaran didin, malan xera dikin, dûre xwe mîna qehremanan nîşan didin. Ev 2 meh in êrîşî Cizîrê dikin; ev 71 roj in êrîşî Sûrê dikin. Ya ku ev dikin, wehşet e. Pîvanên şer tine dihesibînin. Sivîl, zarok-extiyar êrîşî her kesî dikin.

Mırovatî Bı Van Namerdan Re Nemaye

Li hemberî daxwazên rewa û mafdar ên gelê Kurd, dewleta Tirk bi tank û topan hovîtiyeke mezin dike û li dijî ciwanên bi çekên biçûk li ber xwe didin, rabûye biçekên giran, kobrayan êrîş dike.

Dewleta Tirk hemû hêzên xwe yên taybet dibe Cizîr û Sûrê . Li ti devera cîhanê mînakek weke vê nîne. Lê belê dewleta Tirk îro li Kurdistanê vê dike û bêyî ku li ber xwe bikeve, li pêş çavên her kesî vê yekê înkar dike. Berevajî; radibe siyaseta Kurd û me sûcdar dike. Derewkariyeke bi vî rengî, durûtiyeke bi vî rengî, namerdiyeke bi vî rengî, bêwijdaniyeke bi vî rengî, di vê astê de dûrketina ji mirovahiyê heta niha nehatiye dîtin. AKP'ê berê Kemalîzm rexne dikir; ya ku ew niha dike ne kêmî ya Kemalîzmê ye. Mirovên birîndar bi awayekî zindî dişewitîne û di vê sedsalê de wehşeteke bêsînor dike.

Mînak; navên birîndarên li jêrzemîna mala bi hejmara 23'an asê man berî 15 rojan hatin dayîn, hat gotin bê kî ne. Mirovên sivîl ên xebatên civakî dimeşînin û ji aliyê herêmê ve tên naskirin e. Lê belê, dema navnîşana cihê van birîndaran hat dayîn, çeteyên AKP'ê yekser berê hemû topên xwe dan wê derê; heta ew avahî bi ser wan de biruxe, top lê barandin. Û ew mirov li wir şehîd xistin. Dûre jêrzemîneke din derket holê; niha yeka din derketiye. Cihê vê hovîtiyê di ti ol, exlaq û mirovahiyê de nîne . Yê mirov be vê nake, lê mirovatî bi van namerdan re nemaye.

Gelê Me Careke Dın Bı Durûtıya Ewropayê Re Rû Bı Rû Ma Ye

Ev bêdengiya wan, rûreşiya mirovahiyê ye. Eger li cihekî zilm hebe, neheqî hebe û tu li wê temaşe dike, wê demê tu jî hevparê wê neheqî û zilmê ye. Gelê me careke din bi durûrtiya Ewropayê re rû bi rû ma ye.

Bi taybetî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hiqûq gemarî kiriye . Dadgeha Mafên Mirovan veguheriye Dadgeha Parastina Berjewendiyan. Ji ber ku dadgeh li gorî siyaseta xwe eyar kirine, hiqûq gemarî kirine. Ji xwe, eger Ewropa û cîhana rojava durû nebûya, çeteyên Erdogan nikarîbû ev bikira. Berpirsyariya komkujiyên niha yên li Cizîrê ya wan e; nikarin vê berpirsyariyê ji xwe xwe biavêjin.

Bexwedana Bajaran Êdî Bûye Agır Û Wê Venemıre

Çeteyên AKP'ê dixwazin ji vê rewşa konjonturî sûdê werbigirin, bi vî rengî gelê Kurd tine bikin .

Armanca wan ew e; berî bihar were, berî gerîla bikeve dewrê ciwanên li van bajaran li ber xwe didin tesfiye bikin. Ji ber ku ew ditirsin, bi helîna berfê re gerîla wê bikeve nava tevgerê û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bibe. Ji ber vê yekê, bi kîjan rêbazê dibe bila bibe, hewl didin hemû bajarên berxwedêr bi taybetî Cizîrê tine bikin û di vî warî de her der îqna kirine. Lê wê nikaribin bikin. Divê gelê me bi vê zanibe. Rast e; Cizîr bajarekî hêja û pîroz e; berxwedana li wê derê gelekî watedar e. Lê guhertina rewşa berxwedanê nayê wê wateyê ku dewleta Tirk bi ser ketiye. Vaye şêrên Cizîrê li ber xwe didin, şêrên Sûrê li ber xwe didin, şêrên Amedê, Nisêbînê, Geverê, Şirnexê, Hezexê li ber xwe didin. Berxwedana li bajaran êdî bûye agir û wê venemire. Ev agir wê venemire, di heman demê de axîna mirovên me yên li jêrzemînan şehîd ketin wê li erdê nemîne. Cizîra Botan keleha berxwedanê ye. Berxwedêran taktîk guhertibin jî, ev yek bi vî rengî wê dewam bike.

 

Di nava bêdengî û desteka Ewropayê de, cihê gumanê ye bê ev kîjan çekê bi kar tînin. Mesela; mirovên şehîd dikevin dişewitînin. Her wiha parçeyên çekên xwe ji nava kolanan kom dikin. Agahiyên di vî warî de ji me re tên. Yanî ev hemû cihê gumanê ne. Ev durû ne, ev namerd in. Ev ji însanetiyê derketine û wehşetî li nava van der bûye. Ev ji bo serketinê her tiştî dikin. Lê belê berxwedana îro li Kurdistanê tê kirin, êdî gora wan dikole. Bila her kes bi vê zanibe. Ev berxwedan işaret bi vê dike. Berxwedanên Cizîr û Sûrê ji niha ve bi ser ketine. Ew hatine şikandin. Dibe ku dewlet be, dibe ku wehşetê dike, dibe ku bi bêmerhametî bi ser mirovên birîndar ên li jêrzemînê diçe, dibe ku wan qetil dike, lê êdî mêtîngeriya Tirk têk çûye. Van hemûyan ji ber ku têk çûne û ditirsin, dikin. Halbûkî eger mirovên bi rastî wêrek bûna, wê bi vî rengî mirovên birîndar neşewitandibûna, wê nekuştina. Ev karê tirsonekan e. Yên wehşî vê dikin, dijminên mirovahiyê vê dikin. Wekî din kesekî din vê nake.

Cıwan Dîrokek Nû Dınıvîsînın

Ez hemû şehîdên me yên sivîl û yên şervan bi minetdariyeke mezin bibîr tînim. Ez mesaja wan a bi berxwedanê re didin, bi kûrahî fêm dikim. Ji sedî sed em ê dilsozê soza wan bin. Ji ber şehadetên piştî vê berxwedana lehengiyê, ji tevahiya malbatên me yên hêja, ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim. Ev şehadetên bi hovane hatin kirin, barê me girantir kirine. Haya me ji vê heye. Em ê tevahiya jiyana xwe û têkoşîna xwe li dora vê têgihiştinê bi rêk û pêk bikin û hesabê vê bipirsin. 

Ciwanên li wê derê dîrokeke nû dinîvisînin. Bi rastî jî berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Em vê berxwedanê bi rêzdariyeke mezin pêşwazî dikin û pê re dilsoz in. Berxwedana heta niha hatiye nîşan dan, îspat kiriye ku ev dewlet dikare were şikandin. Bila tevahiya gelê me bi vê zanibe: rast e êşa me mezin e, lê van lehengan bi şehadetên xwe re rêya serketinê nîşanî me dan. Lewma divê em li ser cenazeyên xwe negirîn, li ser şopa van mirovên hêja nîşan dane, bi lehengî bimeşin.

Lı Cızîrê Berxwedan Derbasî Asteke Nû Bûye, Mırovê Lı Gorî Mırov Lı Gorî Wê Tevbıgerın

Berxwedana li Cizîrê êdî derbasî qonaxeke nû bûye . Divê êdî li gorî vê qonaxê tevger bê kirin. Di vê dema ku berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye de, ne rast e ku mîna berê sîng bi sîng li hemberî dijmin were sekinandin. Em jî dişopînin. Sekin, berxwedan û hewldanên wan ên heta niha, bi rastî jî hêjayî wan bû. Lê belê ji ber ku qonax guheriye divê êdî li gorî dema nû tevgerek bê nîşandan. Mînak di hefteya dawî de diviyabû bi vî rengî tevbigeriya. Di dema nû de dikarin hêza xwe biparêzin, parastina xwe esas bigirin. Yanî ji bo vala derxistina dijmin dikarin bi însiyatîf tevgeriyan. Rê û rêbazên vê hene; taktîkên cuda dikare werin bikaranîn. Bi rêbaza berê nabe. Rêbazên weke xwe veşartin, xwe berdana nava dijmin, kom bi kom vekirina rê û gelek rêbazên mîna van dikarin esas bê girtin.

Berxwedêran di nava 2 mehan de dîrok nivîsandin û destnîşan kir, ku ya ji niha û pê ve girîng ew e, hêza xwe biparêzin, serî li taktîkên cuda bidin, dijmin pûç bikin û vê berxwedana xwe ya dîrokî bikin malê dîrokê.

Dem Êdî Dema Serhıldanê Ye

Divê her kes dengê Cizîrê bibihîze û li gorî wê çi ji destê kê tê bike. Êdî dem dema serhildanê ye. Dema axaftinê nîne. Ji bo sekinandina vê wehşeta AKP'ê, tevlî berxwedanê bibin.

Gelê me wê xwedî li xwe derkeve û bersiva pêwîst bide qîrîna Cizîrê.

Endamê Komîteya Rêveber A PKK'ê Mûrat Karayilan Ji Radyoya Dengê Kurdistanê Re Axivî

PUKmedia


 

Hunermend Şaban Sebrî koça dawî kir


Hunermend û sazbendê gelê kurd ê dêrîn Şaban Sebrî koça dawî kir.

Duh roja duşemê 9-9-2019`an, li yekek ji nexweşxanyên...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Dr. Tofîq ji aliyê Komela Pêşmergên Dêrîn ve hat xelat krin
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist


Rojnamevanekî Holasndî  Wladimir van Wilgenburg pirtûkek li ser Rojava derxist.

Rojnamevanê navdar û dostê gelê kurd û Kurdistan ê...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

Karîkator