Parlementereke Herêmê: Divê Herêm piştgriya xwendina bi Kurdî li Rojava bike


30/9/2015 12:10:00
Çapkirin
     Parlementereke Herêmê: Divê Herêm piştgriya xwendina bi Kurdî li Rojava bike

Endameke parlemana Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku destpêkirina xwendina bi zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikaranîna mafê rewa yê Kurdan e û bang li hikûmeta Herêmê kir ku alîkariyê pêşkêşî kantonên Rojava di vî warî de bike.

Endama komîteya perwerde û xwendina bilind ya parlemana Herêma Kurdistanê Rêwas Fayiq ji PUKmedia`yê re roja sêşemê diyar kir ku yasayên navdewletî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê pesend dikin, û ya ku li Rojavayê Kurdistanê jî çêdibe bikaranîna wî mafî ye, ku gelê Kurd ji hezar salan ve jê bê par maye. Fayiq her wiha got ku êdî Kurd dikarin perwerdeya astên xwendinê bi zimanê xwe bibînin.

Li ser pirsa ku Herêma Kurdistanê bi çi awayî dikare alîkariyê di vî warî de bide Rojava, endama parlemana Herêmê tekez kir ku pêşkêşkirina alîkariyê bi riya desthilata cîbicîkar dibe ji ber ku ew desthilat berpirsiyariya têkiliya bi kantonên Rojava re ji bo pêşkêşkirina alîkarî û piştgiriya di warê perwerdeyê de dike.

Rêwas Fayiq pêde çû û got ku parlemana Herêmê dikare şêwirmendiyê li wezareta perwerdê ya hikûmeta Herêmê bike û bihêle ku alîkariyê bide saziyên perwerdeyê yên Rojavayê Kurdistanê, her wiha got ku parlemana Herêmê pêştir biryarek derbarê katonên Rojava derxistibû ku hikmeta Herêmê pêbendî hemû cureyên alîkariyê ji Rêveberiya Xweser re dike.

Her di derbarê wê mijarê de Fayiq anî ziman ku li gor biryara parlemana Herêmê divê wezaretên hikûmetê alîkariya lojistî û hunerî li gorî ku dikarin di warê perwerdeyê de pêşkêşî kantonên Rojava bikin.

PUKmedia / Fayiq Yezîdî - wer: Egîd Hesen


 

Ermenistan; Vekirina perestgeha haerî mezin a Êzîdiyan


Li welatê Ermenistanê mezintirîn perestgeha Êzîdiyan hat damezrandin.

Duh li Ermenistan  ji bo kurdên Êzîdî perestgeheke herî...


»  Danîmark; Ciwanekî kurdê Efrînî girîngtireîn xelata mîkînekî wergirt
»  Hunermenda kurd Leyla Zerya dipeyve
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Konferansa Aştî a cîhanê birêve çû


Yekemîn Konferansa Aştî a Cîhanî li Silêmaniyê birêve çû.

Îro roja yekşemê 19-9-2019`an, li bajarê Silêmaniy&e...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye

Karîkator