Fermandariya YPG ji bo koça dawî ya Xelîl Kalo peyamek weşand


16/9/2015 15:49:00
Çapkirin
     Fermandariya YPG ji bo koça dawî ya Xelîl Kalo peyamek weşand

 Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel ji bo koça dawî ya nivîskarê Kurd Xelîl Kalo peyamek weşand. Fermandariyê ji tevahiya rewşenbîr û malbata Kalo, û gelê Kurd re sersaxî xwest.

Daxuyaniya Fermandariya YPG wiha ye:

Bi Dilekî xemgîn agahiya cuyîna nivîskar û rojnamevan Mamoste Xelîl Kalo ser dilovaniya xwedê piştî demekî dirêj bi nexweşiyê re me wergirt.Em jî wek YPGê ji malbatê, rêheval û hogirên wî, hemo rewşenbîr û tevahî gelê Kurd re sersaxî dixwazin.

Mamoste Xelîl Kalo mînakek herî balkêş bu wek rewşenbîrek welatparêz xwedî gotinek rast derbarê pirsgirêk û êşên gelê wî. Bi nivîs û gotarên xwe yên parastina berxwedana YPGê û YPJê li dijî hêzên terrorîst û tarî li Rojava Mamoste Kalo bi endamnameya bilind a YPG ji aliyê reveberiya giştî a YPGê ve hatibu xelatkirin.

Carekî din em ji mamostê Kalo re sozdidin ku rêya berxwedanê emê berdewmbikin bi hêviya ku tevahî rewşenbîr û nivîskarên Kurd şopa Mamoste Kalo bigrin bi armanca pêşerojek azad bi rûmet ji gelê Kurd re.

PUKmedia


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator