Nivîskarê Kurd Xelîl Kalo koça dawî kir..


15/9/2015 19:00:00
Çapkirin
     Nivîskarê Kurd Xelîl Kalo koça dawî kir..

 Nivîskarê Kurd Xelîl Kalo piştî nexweşiyeke demdirêj û jiyana 57 salan, çû ser dilovaniya xwe.

Nivîskarê Kurd Xelîl Kalo yek ji kesayetên navdêr ên welatparêz û niştîmanî yên Kurd e, sala 1958’an li gundê Dêrûna Qulingan ê bajarê Tirbespiyê yê herêma Cizîrê jidayîk bûye.

Kalo xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe û xwendina navîn jî li bajar qedandiye, piştî xwendina amadeyî dest bi xwendina beşê Jiyolojya yê Zanîngeha Şamê kiriye û sala 1980 xwendina xwe bi dawî kiriye. Bi sedan gotar û nivîsên Xelîl Kalo yên derbarê doza gelê Kurd de hene, her wiha gelek berhemên wî yên hatine çapkirin û yên nehatibûn çapkirin hene.

Nivîskarê Kurd Xelîl Kalo li mala xwe ya li gundê wî Dêrina Qulingan piştî nexweşiyeke demdirêj îro danê nîvro jiyana xwe jidest da û çû ser dilovaniya xwe.

li gorî agahiyên ji malbatê hatine wergirtin, sibe cenazeya Xelîl Kalo li bajarê Tirbespiyê tê oxirkirin.

Beriya niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji ber helwestên wî bi biryardarî yên di xizmeta gelê Kurd û şoreşa wî de, endamtî wekî xelat pêşkêşî wî kiribû.

PUKmedia / ANHA


 

Dageha Ewropayê Tirkiye şermezar kir


Dageha bilind a mafên mirovan a Ewropayê Tirkiye bi tundî şermezar kir.

Dadgha mafên mirovan ya Ewropayê hewldanên Erdoxan bi girtin û toqandina we...


»  Bijîşkekî kurdê Kerkûkê bi Koronayê jiyan ji dest da
»  Keçkeke kurd bi Koronayê jiyan ji dest da
 

Helîm Yûsif : Elî şemdîn û (Deriyê Din) 1


Di (13/8/2017)`an de, li bajarê Silêmaniyê, Helîm Yûsif (Nivîskar û pêşkêşkarê bernama Deriyê Din, di kenala Ronahî.tv de), e...


»  Xwedî Peyv im
»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
 

Ziman nasnameya gelan e


Di serî de, ji bo vê roja pir pîroz û watedar, ez we tevahiyan bi zimanê zikmakî ya Kurdî û Kurdistanî silav dik im û çavên ...


»  Di bîranîna 122 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de
»  COVID-19 guhertina sîstema gerdûnê ye

Karîkator