Mekanîkarê û endazyarê Kurd yê ewil kiye?


30/5/2015 10:15:00
Çapkirin
     Mekanîkarê û endazyarê Kurd yê ewil kiye?

Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cezîrî el Kurdî di sala 1153’yan de li taxa tora Cizîra Botanê hatiye dinyayê. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî di qada zanista sîbernetîkê de wek hosteyê herî mezin tê pejirandin. Ev hosteyê ku wek bavê sîbernetîkê tê dîtin di heman demê de hosteyê fizîk, robot û matrîksê ye jî. Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî di sala 1233’yan de li Cizîrê çû ber rehma Xwedê.
 El Cezerî perwerdeya xwe ya ewil li medreseyên Kurdan kuta kir. Li van medreseyan bêtir li ser fizîk û sîbernetîkê sekinî û heta roja me jî gelek îcadên hêj ne hatine dîtin kişfkirin û di dema xwe de xistin xizmeta mirovahiyê.

Ebûl Izê ku di bin desthilatdariya Zengiyên Kurd e dijiya, piştî demekê li ser vexwendina Artûkluya çû Amedê. Li vê derê pirtûka xwe ya bi navê ‘Kitáb fí ma’rifat al-hiyal al-handasiyya’(Pirtûka bi marîfetên yekbûna teknîk û xeyalan) nivîsand. Nusxeyeke pirtûka xwe pêşkeşî hikûmdarê Abbasiyan Ebûl Ahmed, Nusxeyeke din jî pêşkeşî hikûmdarê Artûkiyan Mehmûd bîn Mihammed kir.
 
Nusxeya ku şand Bexdayê di dema dagirkeriya Moxolan de wenda bû. Li ser Nusxeya Amedê jî dibêjin ji koşkê hatiye dizîn lê gelek îcadên Mihammed bîn Yusuf bîn Osmanê Heskîfî ji hin beşên ku ji ber pirtûka wî girtine hatiye heta roja me. Di Koşka Topkapiyê de jî kopiyeke wê berhemê heye. Li dinyayê jî bi tevahî 16 jibergirtinên wê hene.
 
Bikaranîn, derfetên sûdwergirtinê bi xêzkirina wek pêşnûmayan bi awayekî bêhempa û pir nuwaze ya 50 cîhazî şanî mirovan kiriye. Ji ber vê yekê El Cezerî El Kurdî di riya zanist, zanyar û îcadan de dibêje ‘’Her teknîk û ilmê ku bi sepandinê neyê ceribandin di navbera rast û çewtiyê de ye’’
 
Alema Rojavayê Ismaîl Ebûl Iz Bîn Rezzaz el- Cizîrî el Kurdî wek Al-Jazarî nasdikin. Norbert Wiener, Andé Mari Ampére, James Clerk Maxwell, Szolem Mandelbrojt ev endezyar û zanyarên ku li ser zanista fizîkê navdar bûne, El Cezerî ji bo wan bûye wek çavkaniya bestê û mamoste.

Di nav îcadên El Cezerî de cûreyên saetan, deriyên otomatîk, amûrên sifreyên otomatîk, amûra xwîn girtin û berhevkirinê, pestopîva xwînê, termûz, fiskiyeyên avê, otomatên mûzîkê, hewzên nayên valakirin, tilûmbeyên avê, pergalên pompekirinê, mifteyên şîfrekirî, muslix, maşîneyên kar û amûrên ku barên giran radikin.

Di nav wan de ya ku herî zêde balê dikişine ser xwe û di dawiya sedsala 20’emîn de hêj nû hatiye kişfkirin muslixên otomatîk in. El Cezerî ew muslix bi pergaleke wek ya robotan saz kiriye û ji bo destnimêjê xistiye xizmeta mirovan. Ew robot wextê ku kesên destnimêj bigirtana destê xwe dirêjî bin muslixê dikirin û bi awayekî otomatîk av ji muslixê dihat. Pergala wî robotê otomatîk, bi hesabê wek ‘0101’ tê zanîn hatiye damezirandin.

Jixwe îcadkarê vî hesabî jî El Cezerî ye. Ji ber vê yekê jî wek pêşengê fikra pergala kompîturê jî tê qebûlkirin.
Çawa ku wextê mirov dibêje tib Îbnî Sîna, wextê mirov dibêje matematîk Harezmî, wextê mirov dibêje felsefe Farabî; tê hişê mirov, wextê mirov bibêje sîbernetîk jî Bedîuzzaman Ebul Îz Ismaîl er-Rezzaz el-Cezeri el-Kurdî tê hişê mirovan.

Zanista sîbernetîkê navê xwe li sedsala me kiriye. Ev peyv rayeka xwe ji grekiya kevn ji peyva ‘Kubernetes’ an jî ji latînî ji peyva ‘Gobernare’ya di sala 1948’an de ji aliyê Norbert Wiener ev nav sitandiye. Wiener, ji bo wateya sîbernetîkê dibêje; sîbernetîk, ji bo hemû pergalên organîzekirî(zindî an ne zindî), ajal û maşîneyên wek pergala raçavkirin û rajihandinê ye. Ango sîbernetîk; zanista ragihandin, damezrandin û eyarkirina mîhengê ye. Ji bo mirov û maşîneyan li danûsitandina agahiyan, rewşa kontrol û mîhengê lêkolîn dike.
Binyadê vê zanistê ji aliyê Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî ve hat avêtin û îro bi pêşveçûnê, derfetên çêkirina kompîturên ku ji jiyana me bûne perçeyek derxistiye holê.

Li ser mijara despêka pergalên otomatîk û sîbernetîkê Fransewi Descartes û Pascal; Elmanî, Leibniz; Îngilîz jî, Bacon îdia dikin. Lêbelê beriya van hemûyan bi 600 salî Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî rêgezên zanista sîbernetîkê bi dinyayê ve dabû naskirin.

Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî ne tenê pergalên otomatîk damezrandibûn, di heman demê de di navbera pergalan de ku otomatîk dixebitin mîheng jî sazkiribû. Ev pergala ku Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî sazkiribû encax piştî wî 800 salî Profesorê Norolojiyê yê Îngilistanê Ross Ashbyê ku wek bavê sîbernetîkê tê zanîn di sala 1951’ê de hêj nû kişf kiribû. Hêj nû di wê sala navborî de qala mîhenga di nav pergalên otomatîk kiribû.

Her wiha binyadê keşfkirina regulatoran jî dîsa digihêje El Cezerî el- Kurdî. Tê zanîn ku cara ewil J. Watt di sala 1780 de regulator kişf kiriye. Lêbelê wextê ku mirov li pirtûka El Cezerî dinihêre di rûpela 171’ê de pergaleke hema hema wek a J. Watt heye. Ango Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî beriya J. Watt 500 salî regulator jî kişf kiriye. Heta ev regulator di pirtûka xwe de wek şiklê çûkekî çê kiriye.

Dîsa Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî beriya Leonardo da Vîncî bi 300 salî li ser hêmanên çerxê bi diran, tiştên ku Da Vîncî zane û nizane di pirtûka xwe nivîsandine.

Ev tişt îro zana û zanyarên me hemûyan matmayî dihêle û xeyala kişfkirina van tiştên giranbûha jî nikarin bikin.
Bedîuzzaman Ebu`l Iz el-Cezerî el-Kurdî wek bavê zanista robotan jî tê zanîn. Di mijara teknolojiya robotan de jî, gelek sepandin û pêşniyazên ku pir di pêşiya dema xwe de ye hene. Di çaxa navîn de hêj beriya Emerîka bê kişfkirin û Ewropa di serdema tarî de bû, Kurdistan gihiştibû lûtkeye zanistê. Wê demê teknolojiyeke ku nedihat aql û xeyala li Kurdistanê dihat bikaranîn. Di dîrokê de zanîngeha ewil Zanîngeha Haranê pêşengiya van pêşketinan dikir û gelek bajarên Kurdistanê jî wek çira şevê bi roniya van zanistan ronî bibû.Bi taybetî jî paytextê wê demê Amîd/Amedê di hundirê Koşka Kelehê de teknolojiyeke îro jî em nikarin xeyal bikin dihat bikaranîn.
Di hundirê koşkê de gelek robotên ku El-Cezerî el-Kurdî çêkiribûn xizmeta mêvanan dikirin. Her wiha ji bo destmêjgirtina Paşe jî robotê avê jî çêkiribû. Her wiha ji bo Paşe û mêvanên wî kêfxweş bikin robotên li saz, def û erbanê dixin, maşîneyên di şiklê teyrê tawiz de ku di hundirê koşkê de digeriyan, mifteyên bi 24 şîfreyên ji hev cuda, demjimêrên avê, robotên kelekkar ên di hewzê koşkê de digeriyan, hewzên ji aliyekî tije dibûn ji aliyê din ve dihatin valakirin, maşîneyên destmêjê yên otomatîk û hwd. Di nava bedena navdar ê  Amedê de dihat bikaranîn. Em dikarin vê yekê pir rehet bibêjin ku qeyda robotê herî kevn û ewil li Kurdistanê ye. Her wiha robotê ewil li Amedê hatiye çêkirin û bikaranîn. Ev yek tiştekî pir girîng e, em dikarin bi vê yekê pir şanaz û bextewar bibin.

Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî di heman demê de ew kes e ku di dîrokê de cara ewil bi maşîneyên otomatîk mijûl jî bûye. Ji ber vê yekê wek mekanîkkarê ewil tê qebûlkirin. El Cezerî di xebatên xwe de ji teoriyê bêtir li ser pratîkê ango li ser sepandinê sekiniye. Wextê ku li ser îcadekê dixebitî berê bi hisabê endazeyê ango geometriyê ji kaxizan makêta wan çê dikir. Berîya maşîneya hisap a ewil çê bibe bi 600 salî berê mekanizmayeke bi heman rêgezê dixebitî îcad kiribû.

Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî gihaştibû lûtkeya zanista kontrolê ya otomatîk. Hemû dinya qebûl dike ku ev alim, deha û îcadkarê bêhempa yê Kurd El –Cezerî bi tevgera avê û enerjiya wê jî gelek maşîneyê din jî îcad kirine. Lewra di pirtûka xwe de ew bixwe dibêje; ‘dema min nû dest bî çêkirina maşîneyan kir, ez ewil li gor rê û rêbazên Arşîmed dixebitîm. Lêbelê min ew dît ku maşîneyên min îcad dikirin li gor qanûnên wî nedixebitîn. Ji bo xebitandina maşîneyên xwe min jî bi hêmanên xwe ew îcadkirin û xebitandin’.

Dema Bedîuzzaman El-Cezeri El-Kurdî de ceyran, hêza manyetîk, fîşara fotonê an jî hêzên elektromanyetîk tune bûn. Wî jî derfetên di destê xwe de bikar anîne û ji hêza avê û tesîra pestoyê sûd wergirtiye. Her wiha îcadkarê ‘mîlê krank’ ku îro di wesaîtên bimotor de tê bikaranîn jî Bedîuzzaman El-Cezeri El-Kurdî ye. Bi van derfetên pir kêm ev îcadên pir giranbuha çêkirine. Ev jî cih û nirxê wî yê zanista sîbernetîkê şanî dinyayê hemûyan dide.

El-Cezerî el-Kurdî bi van îcadên payebilind ne tenê mirovên serdema xwe îro jî gelek zanist û zanyaran matmayî dihêle. El-Cezerî el-Kurdî di dîroka înformatîkê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandiye. Ew jî û pirtûka wî jî hêj jî eleqeyeke mezin dibîne. Di gelek kovarên înformatîkê de wek ‘Bavê Otomasyon û Robotan Ebûl Iz El-Cezerî el-Kurdî’ tê zanîn. Bedîuzzaman El-Cezerî El-Kurdî ne tenê çavkaniya şanaza Amediyan e, bi taybetî yê Kurdan û bi gelemperî jî yê alema Îslamê hemûyan e.

Îro gora wî îcadkar, mekanîkkar û dehayê bêhempa li Cizîrê ye. Tam li hemberî turbeya Hz. Nuh e. Gelek mirov wextê tên ser turbeya Hz. Nuh di ber gora Bedîuzzaman El-Cezeri El-Kurdî jî derbas dibin û fatîheyekê ji wî re jî dixwînin. Lê mixabin ew kesên ku fatîhê dixwînin nizanin ku ew kesê di wê gorê de ye, mirovekî çiqas hêja û mezin e.
 
PUKmedia/ Kovara Zanko


 

Hunermend Şaban Sebrî koça dawî kir


Hunermend û sazbendê gelê kurd ê dêrîn Şaban Sebrî koça dawî kir.

Duh roja duşemê 9-9-2019`an, li yekek ji nexweşxanyên...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Dr. Tofîq ji aliyê Komela Pêşmergên Dêrîn ve hat xelat krin
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist


Rojnamevanekî Holasndî  Wladimir van Wilgenburg pirtûkek li ser Rojava derxist.

Rojnamevanê navdar û dostê gelê kurd û Kurdistan ê...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

Karîkator