Bejna çiyayên Hîmalayayê kurt bûye!


13/5/2015 13:20:00
Çapkirin
     Bejna çiyayên Hîmalayayê kurt bûye!

Bilindahiya çiyayê hîmalayayê ku li cîhanê rêzeçiyayên herî bilind û mezin e, mîtroyekê ket. Hat ragihandin ku daketina bilindahiya çiyayê hîmalayayê ji ber erdhêja Nepalê pêk hatiye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Emerîkayê ragihand ku ji ber erdheja Nepalê li hin herêmên Çiyayê Hîmalayayê bi qasî mîtroyekê nizm bûne.
Ev rastiya ku mirov pê şaş dimîne, piştî dimenên herêmê yên ji peykî,  derket holê.

Hat daxuyakirin Çiyayê Everestê ku bilindahiya wî 8 hezar û 848 mîtro ye û li dinyayê wek lûtkeya herî bilind tê qebûl kirin jî 2 santîmîtro û nîv nizm bûye.

Navenda Ezmangerî û Fezayê ya Elmanyayê NASA’yê jî rahihand, ji dîmenên peykê tê fahm kirin ku bilindahiya çiyayên herêma bakurê Katmandûyê jî bi qasî mîtroyek û nîv ketiye bin erdê.

Hat ragihandin ku li der dora Katmandûya ku li başûrê Rêzeçiyayan e jî bilindahî zêdetir bûye.

Hat gotin, erdheja ku mezinahiya wê 7,8 bû tesîra xwe li ser Çiyayê Hîmalayayê kiriye û ji ber vê yekê aşît û hezaz pêk hatine. Gelek çiyager jî ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha bi saya wê bejnkurtbûnê dê çiyager xwe mîtroyekê zûtir hilkişînin lûtkeyê.

PUKmedia/natgeokurd.com


 

Hunermend Şaban Sebrî koça dawî kir


Hunermend û sazbendê gelê kurd ê dêrîn Şaban Sebrî koça dawî kir.

Duh roja duşemê 9-9-2019`an, li yekek ji nexweşxanyên...


»   Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist
»  Dr. Tofîq ji aliyê Komela Pêşmergên Dêrîn ve hat xelat krin
 

Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye


Di hevpeyvîna PUKmedia`yê de ku bi hunermenda nûbuhar a Efrînî Firîşte Zekeriya Dawud re êkhatiye me hinek ji rist û peyvên nirxdar ên ku...


»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
»  Karwan Enwer; YNKê şerî ragihandin nekirî
 

Wilgenburg pirtûke li ser Rojava derxist


Rojnamevanekî Holasndî  Wladimir van Wilgenburg pirtûkek li ser Rojava derxist.

Rojnamevanê navdar û dostê gelê kurd û Kurdistan ê...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Dûr ji nakokiyên kesayetî werin yekrêziyê

Karîkator