Stêrkeke din yê Efrînê li ser axa Kobanê rijiya...


23/1/2015 16:48:00
Çapkirin
     Pakrewan Xemgîn Efrînî

Pakrewanê doza gelê Kurd Xemîgîn Efrîn, di berxwedana Kobanê de şehîd bû, tevlî karwana nemir û rewanpakên parastina doza rewa ya gelê kurd û Kurdistanê bû.

Weku ku min ew hevalê şehîd nas dikir û em şevekê û rojekê bi hev re li Kobanê bû

derbas kir û bi hev re jî ji Pirsûdê derbasî bo nav Kobanê bûn, min gelek tiştên sêr di kesayetiya wî hevalî de dît û taybetmendiyên pir cuda jî di kesayetiya wî hevalî şervanê azadiyê û berxwedana Kobanê de naskir .

Ew heval, gelek hêja û rêkûpêk bû, disozê parastina nirx û bihayên doza gelê xwe bû, pir rûgeş û mirûzxweş bû, ziman xweş û pir rûken bû, dilê kesî ji xwe nediêşand û te çawa ew fişar bikireya di hevalê xwe nediçû û hevaldostê hevalê xwe bû.

Ji xwe hevalêŞehîd Xemgîn Efrîn temenê xwe bi çûk bû û ji biçûkuya xwe ve ji deyîk û bavê xwe bêbeşbûye û ew sêwî ye. Min dema wî dît, min nizanî ku ew sêwî ye, ji ber ku pir bi digerim û dilgeş bû, rêheval û xweş dost bû. Ji hevalên xwe hez dikir û xizmet dikir.

Her dem hêviyên naskirina tiştên nû bû. Lê min ji wî hevalî re got, tu ji ku derê yî, got ez ji Kantona Efrînê me û ev demeke ez şervanê YPG`ê me û ez hatim Kobanê, ji bo berevaniyê li axa welatê xwe bikim, ez li ser daxwaz û pêşniyara xwe hatim.
Îro jî min ji hinek hevalên ku wî nas dikin bihîst ku ew jî tevlî karwana nemiran bûye.
Şehîd Xemgîn namire û ew ê herdem di dil û hizrê me de zindî bimîne.

Hozan Efrînî...
23-1-2015

PUKmedia


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo


Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo
Siyasetmedar , Rewşenbîr û xebatkarekî dilsoz û dilêr bû

Tu ji bîr nabî hevalo
Di gel bilbi...


»  Silêmanî; Yilmaz Guney dibe sersurhênerê 8`mîn ya dunya yê
»  5 saliya serkevtina Kobanê

Karîkator