Hunermend Bengîn Efrînî jî sersala PUKmedia`yê pîroz kir


23/1/2015 09:56:00
Çapkirin
     Hunermend Bengîn Efrînî jî sersala PUKmedia`yê pîroz kir

Di 13`mîn salvegera damezrandina PUKmedia`yê de, gelek birûske û peyamên pîrozbehiyê ji kesayetî û rêxistinên cir bi cur hatin pêşkêş kirin û yek ji wan kesayetiyên naskirî, hunermendê şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, Hîkmet Cemîl ku bi Bengîn Efrînî tê naskirin peyameke pîrozbahiyê arasteya PUKmedia`yê kir û ev jî naveroka wê peyamê ye:

"Ez wek hunermendekî Kurd, salvegera 13`mîn ya damezrandina PUKmedia`yê di serî de li serok Mam Celal û li tevahiya sernûser, rojnamevan û karmendên wê pîroz dikim û serkeftinê ji hemûyan re dixwezim.

Ez bi hêvî me ku PUKmedia û rojnamevan û rêveberên wê di serkeftinên pênûsên xwe ya netewî de, berdewam bin û bi awayekî çalaktir kar û xebata rojnamegeriya Kurdî ji bo her çar aliyên Kurdistanê ber bi pêş ve bibin û bi taybet Rojavayê Kurdistan ku îro bi semboltiya berxwedana Kobanê û şehîda dozê (Arîn Mîrkan) bûye sembola berxwedana tevahiya cîhanê.

Careke din ez sersala PUKmedia`yê pîroz dikim û serkeftin û berdewambûnê ji karê wê re dixwazim û hêviya pêşketinên zêdetir ji tevayî karmend û rojnamevanên wê re dikim".

Birayê we yî silsoz; Bengîn Efrînî

Kantona Efrînê-22-1-2015

PUKmedia-Hozan Efrînî


 

Almanya; Pirtûka Dr. Mihemed Zeyno hat dabeş kirin


Li bajarê Oberhausenê ya Almanyayê civaknasê kurd ê Efrînî û naskirî Dr. Mihemed Zeyno pirtûka xwe ya bi navê El-Îndîma...


»  Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket
»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Rewşa zimanê kurdî di roja zimanê dayîkê yê cîhanî de


Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê...


»  Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê
»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

Karîkator