Telefona destan ambara baktirya ye


18/1/2015 12:33:00
Çapkirin
     Telefona destan ambara baktirya ye

Mîna hemû teknolojiyên bûne parçeyek ji jiyana rojane, zerara telefonên destan a li tenduristiyê tê zanîn. Li gorî lêkolîneke nû ya hatiye kirin, li ser rûyê telefonên destan, bakteriyên xetere yên ku bikarhêner bi hêsanî pê nahese, kom dibin.

Xwendekarên biyolojiyê yên Zanîngeha Surrey a Îngilîstanê, ji bo bakteriyên li ser telefonên xwe yên destan lêkolîn bikin, dest bi lêkolînekê kirin. Di vê lêkolînê de perçeyên mîkrobiyolojîk ên li ser telefonên destan, li laboratûvarê bi 37 dereceyan hatin mezinkirin û di encamê de derket holê ku li ser rûyê telefonê (ekran) gelek bakterî kom bûne.

BAKTERIYÊN XETERE KOM DIBIN

Li gorî lêkolînê, li ser rûyeê telefonên destan bakteriyên ku piraniya wan bê zerar in û li ser çerm, li dev, pişik û rûviyê mirovan tên dîtin, hatin tespîtkirin. Lê belê li ser hin telefonên destan bakteriyên ji cureyê Staphylococcus aureus hat dîtin ku mîna îltihaba pişikê dikare rê li ber nexweşiyên xetere vekin.

Ji Hîndekarên Zanîngeha Surreyê Dr. Simon Park da xuyakirin ku di lêkolîna xwendekaran de hatiye dîtin bakteriyekî bi cureyê Bacillus mycoides ê bi tenê li nava axê tê dîtin hatiye tespîtkirin, ku ev bakterî bi giranî li nava xêzikên ji ber derizîna cama telefonê rû dane, bicih bûne.

Dr. Park her wiha ragihand ku bi sala van bakteriyan tê tespîtkirin ku telefona kesa ya kê ye.

DIVÊ BI PAÇEKÎ ŞIL BÊ PAQIJKIRIN

Di xebateke Dibistana Bilind a Furtwangen a li Elmanya de jî, tedbîrên li hemberî bakteriyên di telefonên destan de hatin destnîşankirin. Di xebata ji aliyê Profesorên dibistanê Markûs Egert ve hat meşandin de, telefonên nayên nehatine paqijkirin û yên bi paçekî şil an jî paçê şil ê pê berçav tê paqijkirin hatin rûberkirin.

Li gorî encamên derket holê, li ekranê telefona destan a bi paçê şil hatiye paqijkirin ti bakterî nehat dîtin, lê li telefona bi paçê ziwa hat paqijkirin bi tenê yek ji çar parê bakteriyan jê çûye.

PUKmeida / Ajans 


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Rewşa zimanê kurdî di roja zimanê dayîkê yê cîhanî de


Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî dibe.
Hêjayî gotinê...


»  Yên dengê berxwedana Şêxmeqsûdê gihandin cîhanê
»  Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo

Karîkator