Pakrwanên me ronahiya doza gelê me ne...


2/1/2015 23:08:00
Çapkirin
     Pakrewan Bahoz Horan

Îro hevalekî min yê pir hêja û delal, Xelîl Cimo Tileranî, agahiya şihadeta heval Bahoz Horan da min û got; Ez pir xemgînim û ezkê dînbibim û nizanim ezê çibikim ku nêzîktirîn hevalê min şehîd ket ku navê wî BAHOZ HORAN E.....

Ev agahî û nûçe ez hejandim û min li rûpelan nêrî, lê mixabin min dît ku nûçe û agahiyên wî hevalî di cihê xwe de ye. Lê dema ku min nivîsa mamoste Helîm Yusif û Hisên Omer li ser wî şehîdî xwend, ez pir xemgîn bûm û min naskir ku Rewşenbîr pêwîste weke pakrewanê YPG`ê Bahoz Horan bin û ne mîna ew kesên ji rastiyan revîne û li cihên germik û nermik li dijî lehengên YPG-YPJê dinivîsin.

Pakrewanê rojnameger û rewşenbîr, rêhevalê nemir Bahoz Horan, wê kok ji bîra me neçe û ew zindî ye û kok namire, ji ber ku xwe kir bi mûma ronîkirina tarîkên şevê ku çîtreşan dixwestin rêka me bê wate bikin.

Ew namire û herdem di dil û hizrê me de ye. Lê yên ku dimirin yên ku di vê dinê de, bi bê wîjdanî û bi awayekî bê rûmetî dijîn û riya wan pakrewanan napejirînin û dijbertiyeke mezin û bê wêne dikin.

Dema ku mirov buyera şihadeta hevalên YPG-YPJ li meydana rûmetê dibîse, wê demê, wîjdana mirovan tev diheje. Lê ji ber ku ew li ser riya rast û ya azadî û rizgariya doza rewa ya gelê Kurd canê xwe dikin feda, wê demê şihadeta wan hevalan dibe bi mafdarî û cihê rêz û pêzanînê û nabe mirov xemgîniyê pêşbixe, lê gereke digermî û xweşî û rastiya resentiya biryarên wan pakrewanan binirxîni û piştgir bin û xwedî lê derkevin.

Min di rûpela wî ya veghîştina civakî de ew dişopand û nivîsên wî pir gerim û rastewxwe bûn. Dudilê li ba wî tune bû, di nûçeyên xwe de, pir rastgo û serbest bû, ji ber ku bi wê karî ku dikir bawer û pêzan bû.

Pakrewanê me yê ronakbîr, wê ti carî ji bîr nebe û wê herdem li ser ziman û pênûs û hizrê me de zindî be û ew wek mamosteyekî rasteqîne xwe nîşandan û wek mûman xwe kir ronahiya riya rast a doza gelê me ya rewa.

Ez di vê nivîsê de, sersaxiyê jitevahî malbat û xizmên nemir Bahoz Horan re dixwazim û ji YPG`ê re jî serkeftin û serfiraziyê dixwezim.

Hozan Efrînî
1-1-2015

efrînî[email protected]

PUKmedia

 


 

Pirtûka nû ya Pîr Ristem derket


Pirtûka nû ya çêrokên Pîr Ristem ji aliyê malpera Sersera ve derket.

Li Ewropayê Pirtûkeke nû ya bi navnîşana "Ç&ec...


»  Almanya; Pêşengeha hunerî hat vekirin
»  Nerwic: Agir bi mlbateke Efrînî ket
 

Xwedî Peyv im


Xwedî peyv im ,pir şêrîn im
Bê te jiyan reş e , ez mirî me
Birîndar im , bê te dilsotî me
Tu heyva li jor &i...


»  Zarokeke Efrînî 13 salî kilpeke bedew derxistiye
»  Şêx Alî: Mam Celal piştgirê me hemûyan bû
 

Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo


Hevalê Nemir Mamoste Xalid Elo
Siyasetmedar , Rewşenbîr û xebatkarekî dilsoz û dilêr bû

Tu ji bîr nabî hevalo
Di gel bilbi...


»  Silêmanî; Yilmaz Guney dibe sersurhênerê 8`mîn ya dunya yê
»  5 saliya serkevtina Kobanê

Karîkator