PUKmedia zanyarî derbarê dabeşkirina mûçeyê diweşîne

Aborî 05:09 PM - 2021-07-24
.

.

PUKmedia zanyariyên girîng derbarê lêbirîn û dabeşkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kuridstanê diweşîne.

Biryare ku hikûmeta Herêma Kurdistanê sibê roja yekşemê 25-7-2021`an dest bi civînekê bike û tê de lêbirîn û çawaniya dabeşkirina mûçeyên fermanberan bike.

Di wê barê de, endamê encûmena nûneran ê Êraqê Şêrwan Mîrza ku ser bi koma Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê ye ji PUKmedia`yê  ragiahnd ku wê sibê roja yekşemê derbarê 200 milyar dînar gotûbêj bikin û aşkire kir ku wê destpêkiya 200 milyar dînarê Êraqê ku ji aliyê hikûmeta navendî a Êraqê ve hatiye şandin ku ji mafê Herêmê ye, ew girîngtire ji silfaya aborî.

Her weha jêdereke agahdar li wezareta darayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragiahnd ku piştî gihîştina 200 milyar ji aliyê hikûmeta Êraqê ve ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê li wir hinek guhertin di sîstema dabeşkirina mûçeyên fermanberan de bê kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket