Hemû pêdewîstiyên kampa Aştî peydabûne

Aborî 02:04 PM - 2021-07-23
.

.

Hemû pêdewîstiyên malbatên ku ziyan ji şewtandina kampa Aştî dêtine peydabûne.

Rêvebiriya kampa Erbet a koçberan a bi navê Aştî Bexşan tekez kir ku êdî hemû pêdewîstiyên nava kampa Aştî a li Erbetê peydabûne û taybet ew malbatên ku ji pêketina agirê duhî roja pêncşemê ziyan dîtine. Li geê wê de jî, hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê jî gihîştin 9 kesan ku tev nêştecihên nav kampa Aştiyê ne.

Di daxuyaniya xwe ji PUKmedia`yê re, rêvebira giştî a Kampa Aştî a penaberan li Erbetê Bexşan Tofîq aşkire kir ku diheyameke kêm û kin de, agirê ku bi konan ketiye hat vemirandin û hemû pêdewîstiyên malbatên ziyan dîtine hatin peydakirin, ew jî bi erk û alîkariya rêvebiriya koçûkoçberan û şaneya aloziyan li Silêmaniyê bû, dazanîn ku konên nû ji wan re hatin li gel hemû pêdewîstiyan  ji wan re hatin pêşkêş kirin.

Tofîq ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku di hundir kampa Aştî a koçberan de, hejmara pêketiyên bi korona gihşte 9 pêketiyan ku ji Rojavayê Kurdistanê ne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket