Rojnamevanekî Tirkî ji Mam Celal re;"Bijî Mam Celal"

Nêrîn 12:30 PM - 2021-07-21
.

.

Di nêrînên rojnamevan û ronakbîrêê navbdar Tirk de berî û piştî koça dawî jî Mam Celal wiha bû...

Nameya rojnamevanekî navdar ê Tirkî ji Mam Celal re;"Bijî Mam Celal"…

Nameyek ji rojnamevan û nivîskarê mezin ê tirk Cengîz Candar “Hevalê minî xweşewîst Mam Celal”

25/4/2014

Cengîz Candar: "Binêre ez jî fêrî Kurdî bûme û min ev nameyê bi Kurmancî bo te nivîsiye…"

Hevalê Minî Xweşewîst

Berêz Mam Celal

Ya Hebîbî, Ya hebîbna, Ya Hebîbûllah

Fexameta serok

Yor Êkslansî

Mam Celal Al Fazil

 

Bi rastî min bîra te kiriye. Mam Celal, hevalê hêja, ez gelekî bîra te dikim , tu nizanî ez çend dilxweş bûm  dema xebera te ji aliyê kak Behroz ve gihêşte min, ku bi hêviya Xwedê di van nêzîkane de tiyê ji nexweşxaneyê derkeve. Şukur ji xwedê re, dilniyame tê vegere bo welatê xwe Kurdistan.

 

Eve 15 mehin dilê min lib ate ye, bê fikir û xeyalê te rojek min derbas nebû, kêlîkekê jî tu ji bîra min neçûyî… Hevalê hêja , Mam Celal… Hemû roj , hemû kêlîk, bîr û hişê min û hevalên te her lib ate bûn, Xwedayê mezin tu jib o min û hevalên te parast. Niha hêviya min ewe temen dirêj be û hertim laşê te sax bê.

 

Keça min li Berlînê dijî, gelek caran ez hatime Berlînê û min serdana keça xwe kiriye, mala wan nêzîkî wê nezxweşxaneya ku tu lê bû, heya du mehên din ez jî dibim bi bapîr, wate dive ez carek din biçim Berlînê, lê belê bi min gelek başe ku tu heya hingê li wir nema bê û li silêmaniyê em hevdu bibînin.

Mam Celalê xweşewîst, binêre ez jî fêrî Kurdî bûme, û ev nameye min bi Kurmancî bo te nivîsiye, ez kêm diaxivim , eve du sê salin min dest bi fêrbûna Kurdî kiriye, kengî tu vegeriya Kurdistanê ez jî têm Silêmaniyê û serdana te dikim û pêkve diaxivin.

Hevalê te

Bijî Mam Celal !

Şoreş heta Serkevt

Serdana Cengîz Çandar ji Silêmaniyê re…

Ji aliyê rewşenbîr û nivîskarên Tirkiyê ve jî, wiha li ser Mam Celal hatiye axivtin ku di roja 10/2/2016 di merasîmeke pir gireîng û bi coş hêja de ku jibo rêzgirtin li nivîskarê navdar û meszin yê Tirk Cengîz Çandar li bajarê Silêmaniyê di hola Tawerê de birêve çûbû, Çander gelek pesna serok Mam Celal dabû..

Candar derbarê naskirina destpêkê di navbera wî û serok Mam Celal de aşkire kir Serok Mam Celal yekek ji wan kesên cîhanî yên mezin û siyasetevanên mezin yên cîhan û navçeyê bû û bi sadeyî û bi rêzgirtin tê naskirin û her di destpêka naskirina min ji wî re, her xwedî taybetmendiyên rast û sade û pir xweşdivî bû û pir zîrek bû, ew serok Mam Celal bû ku ez maliq kirim.

Çandar di wê merasîmê de, got; "Ji biliî ku ez nivîskar û rojnamevan bim, min li ser karên serok Mam Celal di şoreşê û siyaseta wî ya berfereh xwedî rolim û min wek Cengîz Candar ji dîrokê ve her ligel serok Mam Celal û hevalê nêzîkî wî bûm e". 

Di axivtineke xwe ya din de, Çander dibêje; "Kurdên Bakûrê Kurdistanê wê ti çarî rola serok Mam Celal ji bîr nekin".

Rojnamevan Cengîz Çandar bal kişand ser bi wê yekê ku prosa demokrasiyê li Tirkiyê berve pêşve gav davêje û rola serok Mam Celal ji bo prosa aşiyê serkeftî li Tirkiyê û Kurdistanê bi encam bibe di nêzkirina nirîna aliyan ji hev  berz nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku; " Wê Kurdên Bakûrê Kurdistanê ti carî rola girîng a Serok Mam Celal ji bîr nekin û dê navê serok Mam Celal her dem di dil û wijdana wan de jiyan bike".

PUKmedia-Pirtûka Mam Celal Sembola Netewî ya Kurd e

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket