Bafil Talebanî teqîna bajarê Sadir şermezar kir

YNK 12:14 PM - 2021-07-20

Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî derbarê teqîna li bajarê Sadir ku ji aliyê çeteyan ve pêk hatibû de belavokek derkir,têde got:

" Em sexweşiyê arastey malbatên qurbaniyê teqîna li bajarê Sadir dikin û cansaxiya birîndaran dixwazin . em bi tundî vê bûyerê şermezar dikin ku bi sedema ketina ziyaneke mezin.

Destnîşan kir ku ev êrîş nîşana hereşeya terorê  dike û pêdivî ye ku bi yekrêzî vê pirsgirêkê çareser bikin , hevkarî û hevrêzî di navbera hêzên Êraqê û Pêşmerge de ji bo çareserkirina vê yekê û vegerandina ewlehî û ewlekariyê girînge.

YNK ji bo hevrêzî û hevkariyê amade ye ku dawî li çeteyên DAÎŞê bîne û bighîjin danûstandinên neteweyî ji bo aramiya siyasî , civakî ji hemû pêkhat û olan re .

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw