Hişyarî ji bo tevgera çeteyan di navbera Nînewa û Selahe Dîn de

Êraq 12:48 PM - 2021-07-17

Berpirsekî herêmî hişyarî da kir liv û tevgera çeteyên rêxistina DAÎŞê lideverên di navbera Selahe Dîn û Nînewayê de zêde bûye bi taybet navçeyên sînorî bi Sûriyê re.

Berpirsê Ragihandina Navendên  Rêxistinên Nînewa yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê  Giyas Sorçî di daxuyaniyeke taybet de jiPUKmedia`yê re ragihand ku li pişt agahiyan piştrast bû ku tevgera çeteyan li navçeyê zêde bûye û Hêzên ewlekariyê oparesyonan li dijî wan pêk tîne otombêl ûçekên wan û hejmareke mezin ji çeteyan jî girtine .
Amaje bi wê yekê jî kir ku di vê qonaxê de rêxistina terorîst bingeha jêrzemîn û bircên kerebê armanc digre û rewşa ewlehiyê têk dibin, sud ji valahiya ewlekariyê werdigrin , pêdivî bioparesyonên berfirehtir heye ku dawî lê bên ,aşkire kir jî ku tevgera çeteyan metirsî liser welatiyan û hêzan çêdike.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw