Herêmê amadebûna xwe ji bo piştgirkirina Zîqarê pişt rast kir

Êraq 10:16 AM - 2021-07-13

Wezareta Tenduristiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî şewata ku li Nexweşxaneya Îmam Hisên  derket amadebûna xwe ji bo peydakirina piştgirî, alîkarî û alavên pijîşkî ji bo Parêzgeha Zîqar ragihand.

Wezîrê Tenduristiyê Kurdistanê Semen Berzancî bi mebesta pêşkêşkirina alîkariyê peywendiyeke telefonê di gel berpirsên wezaretê û parizgeha Zîqarê ,rêveberê giştî yê tenduristiya parizgehê pêkanî.
Wezîrê tenduristiyê li ser amadebûna pêşkêşkirina hikûmeta Herêmê alîkarî ji nexweşxaneya Zîqar re û pêşwazîkirina li birîndaran pişt rast kir .

PUKmedia- Ragihandina wezareta tenduristî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw