Şehîd Ebû Feqîr...Welatparêzê dilnizim û kedkarê şoreşê
Agadarî 03:31 PM - 2021-07-11.
Kesayetê welatparêz Mihemed Hisên Kîko duh li bajarê Kobanê şehîd bû û li pey xwe mîraseke têkoşînê hişt.
Îro li bajarê Kobanê yek ji sembolên welatparêziyê û sembola Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku di nava çend salan de bi hezkirina ji doza kurdî û têkoşîna ji bo gelê Kurd dihat naskirin, hate oxirkirin.
Şehîd Mihemed Hisên Kîko ku bi navê "Ebû Feqîr" tê naskirin yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Firatê bû û yek ji damezrînerên destpêkê yên hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê bû.
Mihemed Hisên Kîko di sala 1965`an li gundê Dolî Dag ê 12 km rojavayê bajarê Kobanê ji dayik bûye. Jiyana xwe fedayî dozê kir. Kesayeteke welatparêz ji bo welat û doza kurdî li kêleka Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi şev û roj di nava xebatê de bû.
Ebû Feqîr piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê êdî bi kedkarê şoreşê hate naskirin. Ebû Feqîr di berxwedana Kobanê ya sedsalê de, li hemberî çeteyên DAIŞ`ê têkoşîneke bêhempa da meşandin.
Piştî Girê Spî hate rizgarkirin, wekî rêveberekî Hêzên Ewlekariyê li kantona Girê Spî kar kir. Paşê wekî rêveberekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Kobanê xebata xwe dewam kir û piştre li ser asta herêma Firatê bû endamê rêveberiya giştî ya Hêzên Ewlekariyê.
Rêhevalê şehîd ê di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de Ednan Elî Hisî wiha got: "Şehîd Ebû Feqîr hemû dema xwe dabû xebata xwe. Her tim ji bo guhdarkirina li pirsgirêkên her kesî û çareserkirina wan, amade bû."
Ednan Hisî wiha domand: "Di xebata xwe de dispilîn bû û ji kar dûr ne diket. Di dema ku xebat dihat xwest, amade bû. Her tim tevlî hemleyên rizgarkirinê dibû."
Ednan piştrast kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya Ebû Feqîr û hemû şehîdan din be.
Ebû Feqîr duh 10`ê Tîrmehê piştî demeke dirêj ji nexweşiya giran, li bajarê Minbicê şehîd bû.
Îro di saet 18:00`an de cenazeyê şehîd Ebû Feqîr li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê dê were oxirkirin.
PUKmedia-ANHA
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25